Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Salı - 26 Kasım 2024

‘Divê her gund, tax û bajar bibin qada berxwedanê’

Endama Koordînasyona PAJK'ê Şîmal Ulkem Guneş destnîşan kir ku qadên têkoşînê ne tenê çiya ne û wiha got: “Her kes li her gund, tax û bajaran divê bersivê bide dijmin.”

Endama Koordînasyona PAJK’ê Şîmal Ulkem Guneş têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û berxwedan gerîlayan axivî.

Guneş bi bîr xist ku gerîla li dijî artêşa tirk a faşîst şer dike ku yek ji artêşên herî mezin ên NATO’yê ye û wiha got: “Îradeya gerîla xwe dispêre sekna li Îmraliyê. Rêber Apo ji bo PKK’ê gotibû, ‘Ez PKK’ê baş nas dikim, qet têk naçe’ û em îro şervanên vê perspektîfê ne. Di karakterê PKK’ê de çokdanîn, teslîmiyet nîne. Gerîla li hemberî her êrîşê bêhtir xurt dibe û îradeya wan dibe pola.”

Jinên Başûr divê rabin ser pêyan

Guneş bal kişand ser amadekariya şer a PDK’ê ya li dijî PKK’ê û helwesta wê ya ku xwe daniye ber dewleta tirk û destnîşan kir ku ev helwesta şaş dê tu carî ji aliyê jinan ve neyê qebûlkirin.

Di axaftina xwe de Guneş anî ziman ku bi vê nêzîkatiyê kurd biçûk tê xistin û wiha domand: “Aciziya ji ber vê yekê bi gotinan nayê ser ziman. Weke Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurdistanê em bi taybetî bang li jinên başûrê Kurdistanê dikin; divê rabin ser pêyan, xwedî li wezîfeyên xwe yên welatparêziyê derkevin. Di mijara yekitiya neteweyî de divê bi rola xwe rabin. Herî zêde divê ew îro li ber dagirkeriyê rabin.”

Qada têkoşînê tenê çiya nîne

Guneş diyar kir ku her welatparêz, her jin, ciwanên kurd li her derê dikarin têbikoşin; qada têkoşînê ne tenê çiya ye û ev tişt anî ziman: “SÎHA, ÎHA yên ku çiyayên Kurdistanê her roj bombe dikin, daristanan dişewitînin, talan dikin û xwîna gerîlayan dirijînin ji Êlih, Amed û Meletiyê radibin. Pîşesaziya şer li Bûrsa, Enqere, Edene û mixabin li Hewlêrê ye. Ev dever hemû divê her tim bibin qada çalakiyê ya jin û ciwanan. Jin û ciwanên ku derfetê tevlibûna li nava refên gerîla nabînin, çima li gundê xwe, li taxa xwe, li bajarê xwe nikaribe li ber teknîka dewleta tirk a dagirker rabin? Her kesên xwedî wijdan û ruh bêguman dikare li çeperên gerîla li çiyayên Kurdistanê li dijî dagirkeran, qirkeran û faşîstan şer bikin. Têkoşîna herî bi rûmet têkoşîna gerîla ye. Lewma her kesên ku dixwazin bên em wan dawetî çiyê dikin, lê yên ku derfetên xwe yên xwegihandina çiyê nîne, divê li cihê ku lê ye bersivê bide dijmin.”

Pêşiya baregehan dikare were girtin

Her wiha Guneş bang li xelkê Êlih û Amedê kir ku li van bajaran baregehên hewayî hene û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji sedî 95 ê xelkê Êlihê welatparêz e. Çawa ku balafirên şer û keşfê yên tirk ji van bajarên me radibin û xaka me bombe dikin, xwezaya me talan dikin û xwîna kurdistaniyan dirijînin, em jî dikarin li van deveran derbê li dijmin bixin. Li dijî balafirên ku ji navenda Amedê radibin û bombeyan li Kurdistanê dibarînin, her ciwanekî Amedê mîna kelehekê dikare pêşî li van bigirin. Nikaribin tiştekî bikin jî li cihên ku ev baregeh lê ne dikarin mîna bendekê, mîna dîwarekî bibin mertal.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar