Dayikên Aştiyê yên başûrê Kurdistanê ku wek ‘Dayikên Laçik Spî’ tên pênasekirin, di 12’yê hezîranê de serî li Serokatiya Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê da û daxwaza hevdîtinê kir. Serokatiya parlamentoyê jî 14’yê hezîranê bi rêya sekretera seroka parlamentoyê, bi devkî bersiv da dayikan. Di bersiva ecêb û balkêş de wiha hat gotin: “Em tu komên bi navê aştiyê qebûl nakin, hevdîtinê pêk nayînin.”
Li ser vê bersivê Dayikên Aştiyê nekarîn biçin parlamentoyê.
Dayikên Aştiyê her wiha xwestin ku bi fraksiyonên hinek partiyên li parlamentoyê re jî hevdîtin bikin lê ew fraksiyon jî erênî nêzîk nebûne û daxwaza hevdîtinê red kirine. HEWLÊR