Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Besê Erzîncan: Gerîla parêzvanê xelkê Başûr e

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan destnîşan kir ku gerîla di heman demê de parêzvanê xelkê Başûr e û ji xelkê Başûr bi taybetî jî ji jinan xwest ku li dijî dagirkeriya dewleta tirk û li hemberî hevkariya PDK'ê helwestê nîşan bidin

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û berxwedana gerîlayên YJA Star û HPG’ê pirsên ajansa ANF’ê bersivand.

Besê Erzîncan diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 23 sal in li Îmraliyê di nava sîstema îşkence û tecrîdê de bi îradeyeke awarte li ber xwe dide û wiha got: “Sekna Rêber Apo a berxwedan û azadiyê, şêweyê berxwedanê yê azadî, afirîneriyê yê dîroka mirovahiyê ye. Lewma di sedsala 21’ê de rêberê azadiyê yê jinan û mirovajiyê, Serok Apo ye. Li ser vê bingehê em Rêber Apo, berxwedana wî bi hezkirin, bi dilsoziyeke mezin silav dikin. Bûyerên ku diqewimin hemû nîşan didin ku şoreşa Kurdistanê, şoreşa jinan bi fêhmkirina Serok Apo dikare pêk were.

Rêberê me li Îmraliyê, gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi hezaran mirovên me li zindanan, gelê me û jin li her derê li ber xwe didin. Ev berxwedan, yek ji şerê azadiyê yê herî zehmet û krîtîk ê dîroka mirovahiyê ye, dibe ku yê herî girîng be. Bi saya vê têkoşînê wê bersiv ji pirsa ‘jiyaneke çawa’ ya jinan û mirovahiyê re bê dayîn, wê berê azadiyê bê diyarkirin.”

Berxwedana gerîla ne tenê berxwedana PKK’ê ye

Erzîncan destnîşan kir ku berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê ne tenê berxwedana PKK’ê ye û ev tişt anî ziman: “Berxwedana bi rûmet û hemûnê ya gelê kurd e ku bi çand, ziman û nasnameya xwe li Rojhilata Navîn dimeşîne. Biryardariya gelên Rojhilata Navîn e ku li ser bingeha ekolojîk, demokratîk û azadîparêziya jinan jiyanekê biafirîne. Ji bo daxwaza jiyana mirovane, bi rûmet û afirandina jiyana azad, çavkaniyên berxwedanê diafirîne.”

Berxwedana li Zap, Metîna û Avaşînê

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan bal kişand ser berxwedana li Zap, Metîna, Avaşînê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û destnîşan kir ku bi pêşengiya YJA Starê hêzên HPG’ê berxwedaneke bêhempa dimeşînin û wiha pêde çû: “Li her bihostek ji xaka cografyaya Behdînanê berxwedaneke bêhempa heye. Berxwedana gerîla ya ku 23’ê Nîsanê dest pê kir û çalakiyên ji hingî ve tên lidarxistin, bi berdêl û kedeke mezin bi rengekî serketîf tê meşandin. Bi vê wesîleyê di serî de şehîdên me yên li Mamreşo hemû hevrêyên ku di berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê de şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Besê Erzîncan destnîşan kir ku vê têkoşînê, hêrsa li dijî dijmin mezin kir û wiha domand: “Îradeya me, daxwaza me ya têkoşînê xurtir kir. Em têkoşîna xwe mezintir dikin û bi vî rengî dimeşînin. Kurdistana azad, jinên azad, li ser bingeha şerê berxwedan û azadiyê dikare bê afirandin. Li ser vê bingehê em berxwedan û çalakiyên serketîf ên gerîlayên YJA Starê û HPG’ê pîroz dikin.”

Hewldanên PDK’ê

Têkildarî hewldanên PDK’ê jî Besê Erzîncan diyar kir ku ev pozîsyona şer a ku PDK li dijî gerîlayên Kurdistanê ketiye nav, ji aliyê gelê kurd û jinan ve tu carî nayê qebûlkirin û ev nirxandin kir: “Di serî de gelê me yê Başûr, gelê me bi temamî ji şerekî gengaz ê navxweyî gelekî bi fikar e. Ji vê rewşê jî PDK berpirsyar e. Divê PDK bes gerîla provoke bike. Hêzên xwe neyne qadên gerîla. Divê pêşmerge nekeve vê xefikê. Nekeve nava şerê birakujiyê. Gerîla parêzvanê gelê me yê Başûr e. Ev rastî di dîroka nêz de li Kerkûk, Şengal û gelek deverên din bi rengekî şênber hate dîtin. Lewma divê PDK hêzên xwe tavilê vekişîne. Em careke din destnîşan dikin. Dewleta tirk ne tenê dijminê PKK’ê ye. Di heman demê de dijminê kurdan e. Naxwaze ku tiştekî bi navê kurdîtiyê li Rojhilata Navîn bimîne. Herî dawî di mînaka Efrînê de hate dîtin, dixwaze bi temamî bike tirk. Êrîşên li ser Mexmûrê di vê çarçoveyê de ne. Xelkê me yê Mexmûrê, jinên mexmûrî li dijî van êrîşan helwesta xwe ya bi rûmet dewam dikin. Bi vê wesîleyê xelkê me yê Mexmûrê ji ber helwesta xwe ya berxwedêr silav dikin.”

Divê jinên Başûr platformên hevpar ava bikin

Her wiha Besê Erzîncan diyar kir ku jinên li başûrê Kurdistanê ji bo di navbera kurdan de şer rû nede platformên hevpar divê ava bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir : “Divê li ber dagirkeriya dewleta tirk rabin. Akademîsyen, partiyên siyasî, saziyên civakî yên sivîl, komên pîşeyî, jinên di nava van rêxistiniyan de divê helwestê nîşan bidin. Jinên başûrê Kurdistanê weke wijdanê civakê divê nêrîn, helwest û çalakiyên xwe bi rengê xwe destnîşan bikin. Divê sekna PDK’ê ku hevkariyê bi dewleta tirk re dike rexne bikin. Li ser vê bingehê jî ji bo yekitiya neteweyî divê herî zêde jin helwestê nîşan bidin.

Gerîla di heman demê de ji bo azadî û wekheviya jinan têdikoşe. Lewma piştgiriya ji bo gerîla di serî de karê ji bo yekitiya neteweyî ya kurd, wezîfeya jinên başûrê Kurdistanê ye. Li başûrê Kurdistanê potansiyel û daxwazeke mezin a azadiyê ya jinan heye. Divê ev potansiyel veguhere rêxistiniyê û çalakiyê. Li Iraqê jinên ereb, tirkmen, suryan, ermen, şîa, sûnî, êzidî divê li dijî dewleta tirk a faşîst helwestê nîşan bidin. Divê têkoşîna hevpar biafirînin.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar