Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Xwişka şehîd: Birayê min bi destê sîxûr û xiyanetkaran şehîd bû

Li Silêmaniyê bi merasîmek bi heybet Şehîdê Qeladizê Ebas Îbrahîm Mehmûd ku di 13’ê hezîranê de di êrîşek hewayî de li Pişderê li gel 3 kesên din şehîd bûbû, hat oxirkirin. Her wiha di merasîmê de xwişka şehîd axivî û diyar kir ku birayê wê bi destê sîxûr û xiyanetkaran hatiye şehîdkirin

Di 13’yê hezîranê de balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker li herêma bajaroka Pişder a Silêmaniyê wesayîtek sivîl bombebaran kir. Di encama êrîşê de 4 kes şehîd bûn. Yek ji wan Ebas Îbrahîm Mehmûd ê xelkê Silêmaniyê bû. Îro cenaze ji Qeladizê anîn Silêmaniyê û li Silemaniyê bi aliyê gelek kesan ve hate pêşwazî kirin. Piştre cenaze ji Mizgefta Mezin a Bekirec  bi dirûşmeyan ber bi Goristina Bekireco ya Silêmaniyê ve hate oxirkirin.

Endamên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî), Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK), Komîteya Şehîdên PKK’ê yên Başûrê Kurdistanê, malbatên şehîdan û gelek welatî tev li merasîmê bûn.

Şehîd Ebas şehîdê hemû Kurdistanê ye

Di merasîma oxirkirinê de Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da.  Di daxuyaniyê de soz hat dayîn ku dê rê nedin xwîna şehîd Ebas vala here û armancên şehîdan bi ser bixin.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku malbat, xelkê deverê û her çar parçên Kurdistanê bi şehîdan serbilind in û bang li hemû aliyan hat kirin ku li dijî karên qirêj ên dewleta tirk helwest nîşan bidin.

Her wiha Komîteya Malbatên Şehîdan got ku Şehîd Ebas şehîdê hemû Kurdistan û gelên çewisandî ye û diyar kir ku yekitiya neteweyî dikare hemû plan û dagirkeriyên dijmin vala derxîne.

Xwişka Şehîd Rêdûr: Birayê min bi destê sîxûr û xiyanetkaran şehîd bû

Di merasîma oxirkirinê de xwişka Şehîd Rêdûr jî ji çapemeniyê re axivî û wiha got: “Bi şehadeta birayê xwe serbilind im ji ber ku ew şehîdê hemû Kurdistanê ye û di ber kerameta kurdan de şehîd bû.”

Her wiha xwişka şehîd diyar kir ku şehîd Rêdûr şehîdê serfirazî û rizgariyê ye û ragihand ku şehîd Rêdûr bi destên sîxûr û xiyanetkaran hatiye şehîdkirin.

Ji aliyî din ve duh cenazeyê Şehîd Ebubekir Tufîq ê ku di heman êrîşê de şehîd bibû li Qeladizê hatibû veşartin. SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar