Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

‘Dijî dagirkeriyê bibin yek û piştgiriyê bidin gerîla’

Şandeya Navneteweyî ya Aştî û Azadî ji bo Kurdistanê li Silêmaniyê civînek çapemeniyê lidar xist. Şandeyê helwesta PDK’ê ya li hemberî hewldanên aştîxwaziyê rexne kir û bang li hemû partiyên Kurdistanê kir ku li dijî dijî dagirkeriya dewleta tirk bibin yek û piştgiriyê bidin gerîla

Şandeya Navneteweyî ya Aştî û Azadî ji bo Kurdistanê ji bo rê li ber dagirkeriya dewleta tirk bigirin, li başûrê Kurdistanê ye. Lê PDK bi tu awayî nahêle şande kar û xebatên xwe yên ji bo aştiyê bidomîne.

PDK’ê li Hewlêrê nehêla şande daxuyaniyek çapemeniyê jî bide. Ji bo vê şande derbasî Silêmaniyê bû û li wir daxuyaniyek dan çapemeniyê. Şandeyê xwest hemû partiyên kurdan li dijî dagirkeriya dewleta tirk bibin yek û piştgiriyê bidin gerîla.

Di daxuyaniya şandeyê de ev tişt hatin gotin;

“Em ji 14 welatan hatine û dixwazin rê li ber şer û talaniyê bigirin. Me xwest dijî şerê li herêmê rayedarên siyasî lihev bicivin û diyalogê bikin. Me ji bo vê jî pêwîstî dît ku Înîsiyatîfa Navneteweyî ya ji bo parastina Kurdistanê û dijî dagirkeriya Tirkiyeyê ragihînin. Me xwest em serdana cihên hatine xirab kirin bikin û bi qurbaniyên şer rebi axivin.

Em hatine Kurdistanê, me xwest weke mêhvan pêşwazî li me bikin. Lê weke sûcdar temaşe kirin. Dema em gihiştin Hewlêrê, saziyên PDK rê li ber nûnerên me girtin. Gelek endamên me nekarin bigihin Herêma Kurdistanê û hatin vegerandin. Ev astengî siyasî ne û tu bingehek xwe nînin.

Me li Hewlêr xwest biçin ber derê nûnertiya Neteweyên Yekbûyî lê PDK’ê asayîş şand wir. Nehêla em li wir daxuyanî bidin û çalakiya me asteng kirin.

Dagirkeriya dewleta tirk binpêkirinek aşkera ya navnetewî ye û ev ne cihê pejirandinê ye. Em ji bêdengiya civaka navneteweyî nerazî ne, di heman demê de civaka navneteweyî li hemberî Tirkiyeyê tu nerazîbûn nîşan nade.

Ji bo rawestandina êrîşên dewleta tirk ên li ser Herêma Kurdistanê û vekişîna hemû hêzên Tirkiyeyê, em bang dikin:

Divê dagirkerî û guhertina demografî ya li Herêma Kurdistanê were rawestandin.

Rawestandina kavilkirin û talankirina jîngeha Kurdistanê.

Rawestandina hemû cûrên alîkariya navneteweyî û hêzên herêmê ya ji bo jenosîdkirina Kurdistanê.

Em bang li hemû partiyên Kurdistanê, rêxistin û saziyan dikin, dijî dagirkeriya dewleta tirk hev bigrin û piştgiriyê bidin gerîla.

Ji dagirkeriya osmaniya nû ya ji aliyê Erdogan a Rojhilatê Navîn re ‘Na’. Bila Kurdistan bibe herêmek azad û dûrî dagirkeriyê be. Em bang li hemû kesê dikin tev li meşa sibe ya dijî dagirkeriyê bibin.”

Hêjayî gotinê ye dê sibe li Silêmaniyê bi pêngentiya hunermendan li ber Baxê Giştî yê Silêmaniyê di saet 17.00’an de dijî dagirkeriya dewleta tirk xwepêşandanek were lidarxistin. SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar