Siyaseta Srî Lankayê ya li ser gelê tamîl û tevgera wê da meşandin û siyaseta AKP’ê ya jî bi gotenek din a dewleta tirk ku li ser gelê kurd û tevgera wê dide meşandin, gelek dişibin hev.
Weke gel, aliyên wan ên dîrokî jî yên dişibin hev pir in, lê ji ber ku divê kurt be, lewma mijara vê gotarê ew ê bi taybetî li ser siyaseta vê serdema dawî be.
Navê planên her du dewletan jî dişibin hev, demên van planan jî ne gelek dûrî hev in. Navê plana Srî Lankayê ‘binaxkirin-paqijkirin’, navê ya dewleta AKP’ê ‘çogşikandin’, naveroka her du planan jî qirkirin û tunekirina gel e.
Destpêka vê siyaseta qirkirinê; bi Seroka Dewletê Xanima Kumanatunga re, di sala 1994’an de destpê dike. Di heman salê de Xanim Çiler jî serokwezîra tirk e û siyaset û kiryarên wan hema hema yek in. Gotina Çiler; “ya tune dibe ya tune dibe” nayê jibîrkirin!
Danûstandin ji bo pêvajoya aştiyê, di navbera Kumanatunga û Serokê LTTE (Pilingên Azadiya Elam Tamilan) Probhakaran de destpê dike û di 1995’an de peymana aştiyê îmze dikin. Lê ew jî weke Erdogan, di demek kurt de hem pêna xwe li maseya aştiyê dide û hem jî Probhakaran gunehbar dike.
Heman gotinên R.Erdogan ku ji bo kurdan digot, vê xanimê jî gotiye “me her mafê tamîlan daye wan, ma çi wan kêm e, pirsgrêkek wisa nema ye?’ û hwd.
LTTE, sixtekariya Kumanatunga dibînin û berxwedanek dijwar destpê dikin. Di sala 2001’an de, dubare bi pêşengiya DYA û bi navbenkariya Norveçê li Osloyê pêvajoya aştiyê destpê dikin. Li Almanya û Japonyayê jî buroyên aştiyê vedikin.
Vê carê destê Tevgera Tamilan LTTE’yê xurtir e. Lewma Xanima Seroka Sri Lanka dikeve nava hewldanek berfirehtir a qirêjtir. Ev jî bêgûman xurtkirina siyaseta xiyanetê ye.
Pêşî, weke ku li Tirkiyeyê, li gel partiya çep JVP(marksîst-maoîst)- dişibe CHP’ê- têkiliyê datîne û pêkve cepheyekê bi navê UPFA ava dikin û bi hevparî diçin hilbijartinên giştî yên sala 2004’an.
Paşê xiyaneta mezin di nava LTTE’yê de destpê dike. Fermandarê wan ê Herêma Rojhilat Karun Amman, diçe dibe hevalê dewletê. Jixwe tamil, ji du herêman pêktê; Rojhilat çû ma Bakur.
Karun, partiyekê ava dike, beşdarî hilbijartinên 2008’a dibe û wî dikin Serokwezîrê Rojhilatê Tamîlê (weke Mesrûr Barzanî li başûrê Kurdistanê).
Weke li Kurdistanê, li wir jî provakasyonekê çêdikin; wezîrê derve dikujin û dixe hustê LTTE’yê; ya jî wê dixe lîsta rêxistinên terorist û êdî di 19’ê Gulan 2009’an de, Sri Lanka serkeftina xwe radigihîne.
Mijarek balkêş jî ev e; Serokê Srî Lankayê Mahinda Rajapaksa, vê serkeftinê, bi telefonê li gel Abdullah Gul parve dike û pîroz dikin!
Îca mirov, tiştê faşîzma Srî Lankayê aniye serê gelê tamilan û bala xwe dide siyaset û kiryarên hovane û xwînrij ên faşîzma AKP-MHP’ê, pir û pir dişibin hev. Diyar dibe, ne bi tenê ji Hîtler, ji gelek faşîzmên din ên cîhanî û bi taybetî ji ya Srî Lankayê gelek ders hilda ye û dibe ku van hemû derbas jî kiri be.
Ji vir jî diyar dibe ku tiştê herî girîng ê were zanîn, naskirina malxerabiya siyaseta xiyanetê ye. Li ser tamila jî, hema hema mîna Kurdistanê; hemû kevneperestiya cîhanî hevpar dajo ser lê dîsa şikestinek mezin naxwe. Belê kengî ji nava wan bixwe xiyanet destpê dike û dibe hevalbendê mêtingeran û dagirkeran, hingê derbeya mezin dixwe.
Niha siyaseta ku R.Erdogan li Kurdistanê dide meşandin, bi taybetî jî li Başûr dide meşandin ev siyaseta malxerabiyê ye. Lewma divê her kurd û her dostên kurdan ên mirovperwer, li dijî vê xeteriya PDK’ê ya ku li gel R.Erdogan hevkariyê dike, helwestê û bertekek çalak nîşan bide. Ne bi tenê nîşandana berteka bi gotin an nivîsandinê qîma xwe bînin, divê hîn çalaktir bikevin nava hewldanên dijî şerê xwekujiyê, yê navbera gerîla û pêşmergeyan. Divê ev şer pêk neyê, ger ev şer pêk were hemû gelê Kurdistanê û mirovahî derbê dixwe û zirarê dibîne! Bêgûman temenê faşîzma R.Erdogan û Bahçelî dirêj dibe.
Êdî herkes û şîrê xwe!