Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

An raperîn an mirin

Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê, li hundir û derve tengasiyek mezin dijî. Ev 5 sal in êrîşê herî dijwar bê exlaq û bê pîvan li hember gelê kurd û têkoşîna azadiya gelê kurd meşand. Lê yek bostek jî li pêş neket. Tevgera Gelê Kurd bi hemû hêz û heybeta xwe li ser pêyan e. Di aliyê leşkeri de li hemû çiya û banî yên Kurdistanê  bi hezaran keç û xortê kurd şer dike. Di aliyê siyasî de bi hemû hêza xwe li ser pêyan e. Di aliyê dîplomasî de raya giştî yê cîhanê de xwedî seknek bi hêz û qiymet e. Weke din nêzî 20 milyon dilxwaz û dildarên PKK’ê hene.

Hûn nikarin xilas bikin. Lê hûn li ber xilas bûnê ne. Di aliyê leşkerî de we li Garê derbek giran xwar. A niha jî li Zap, Avaşîn û Metînayê hûn ketine rewşek pir xirab. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê malik li we wêran dike. Hemû firok, ÎHA, SÎHA’yên we Vala derketiye. Li ser rûyê erdê yek dostê wê nemaye. Di aliyê siyasî de hûn bûne 10 perçe. Di aliyê aborî de Tirkiye bûye dojeh ji bo mirovan. Weke din bi îtîrafên Sedat Peker têkiliyên qirêj û gemar yek bi yek derketin holê. Hûn nikarin wiha li ser pêyan bimînin. Hûnê xilas bibin.

Ji ber ku rejîma AKP-MHP’ê li ber mirinê ye, wek gayê li ber mirinê êrîş dike. Di êrîşên Zap, Metîna û Avaşînê de bi serneket. Ji ber ku bi serneket plana şerê navxweyî xist dewrê. Her çiqas hêj tahlukyek bi vî rengî hebe jî ev yek ji aliyê raya giştî ya kurd ve vala hat derxistin. Hewldan û alîkariya dewleta tirk wê bi awayek dijwar ji aliyê gelê kurd ve were lanetkirin û hesap were pirsîn.

Ji ber ku ev leystik jî hate valaderxistin, a niha rejîma faşîst AKP-MHP plana duyem xistin dewrê. Ev plan jî plana kaosê ye. Li Îzmîrê bi kuştina Denîz Poyraz ev plan dan destpêkirin. Kujer rasterast mirovên rejîma AKP-MHP’ê ye.Tu kes nikare vê yekê înkar bike. Ji ber vê yekê encax berxwedan raperîn û serhildanên gel vê planê vala derxin. Ew dixwazin bi planek bi kontrol vê kaosê bimeşînin. Lê gelê kurd jî divê vê plana bi kontrol derxe derveyî kontrolê. Hemû kuçe û kolanên Kurdistanê vegerînin qada raperîn û serhildanê. Duh li Amedê derket holê ku dê gelê kurd rejîm û planên wan li ser serê wan de bine xwarê. Xuya ye ku gelê kurd pir bi hêrs, kin û nefretê de ye. Ji bilî serhildan, berxwedan û raperînê tu rê li ber gelê kurd nemaye. Hemû rê, rêya teslîmbûyîn û mirinê ye.

Ev 6 sal in berxwedanek mezin û bêhempa hat nişandan, bedelên giran hat dayîn. Fedekarî û qehremaniyên mezin çêbûn. Bi saya serê van berdêlan em bi aweyek bi şeref û namûs li pêyan man. Lê ya niha rejîma faşîst AKP-MHP hatiye ber mirinê. Rejîma li ber mirinê wê bêhtir êrîş bike. Ji ber vê yekê jî divê vî rejîma li ber mirinê pihînek mezin lê were dayîn. Ev pihîn jî ne di hilbijartinê de divê beriya hilbijartinan were xistin. Tu kes xwe nexapîne. Ev rejîm rejîmek ewqas zalim xedar ku nîyeta wî nîne bi hilbijartinê here. Encax bi tevgera kolanan bi serhildan, berxwedan û raperînê têk biçe. Mirina wan nêz bûye. Yek nefesek wan maye. Divê gelê kurd û dostên wî vî nefesa dawî li wan biçikînin. Ew li Îzmîr bi kuştina Denîz Poyraz plana xwe ya kaosê xistin dewrê. Gelê kurd jî li Îzmîr, Stenbol û Amedê bi serhildanê bersiv da . Divê ne yek roj her roj be, ne yek car her çar be. Ne bi demek be her dem be. Azadî ancax bi vî seklî bê. An raperîn an jî mirin.

Nûçeyên Têkildar