Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Serhad: Tu meseleya PDK’ê bi dijmin re nîne

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhad diyar kir ku tu meseleya PDK'ê bi dijminên kurdan re nîne û wiha got: “Derdê PDK'ê tenê ew e ku li ser siyaseta kurdatiyê xwe mîsoger bike. Ji ber vê jî her rêyê ji xwe re rewa dibîne.”

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhad têkildarî êrîşan dewleta tirk a dagirker, îxaneta PDK’ê û berxwedana gerîla axivî.

Serhad diyar kir ku her siyaset, çand û rêz û rêçika kurdî xwedî sinc û rêgezekî ye û bal kişand ser hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriya tirk re û wiha got: “Hêza te ya siyasî, aborî û leşekerî çi dibe bila bibe her tiştek sînorekî xwe heye. Ev sînor jî ew e ku mirov bi qedera gel nelîze, bi dijminê gel re hevkariyê neke. Ziyanê nede gelê kurd û yekitiya Kurdistanê. Nerazîbûna kurdan û raya giştî ya demokratîk li dijî dagirkeriya dewleta tirk a faşîst û hevkariya PDK’ê zêde dibe.”

Di axaftina xwe de Serhad bal kişand ser berxwedana gerîla ya dijî êrîşên dagirker ên tirk û ev tişt anî ziman: “Çawa ku gerîla çekên kimyewî jî di nav de li dijî her cure îmhaya bi her cure teknîkê bi vîneke bêhempa şer dike, her kes li her qada lê, li her derê bi her cure têkoşîn, berxwedan, xweparastinê xwe tevlê bike. Ev şer şerê gel e. Di serî de jin, ciwan û hemû gelê me, hemû derdorên bihestiyar wê tu caran zilmê qebûl nekin.”

Armanca PDK’ê

Serhad li ser pirsa bê ka bi çi armancê PDK hêzên xwe bi ser qadên gerîla de dişine jî ev nirxandin kir: “Armanca vê ew e ku şerê nav kurd were derxistin. Heke em zêdetir vekin, mirov vê nikare weke lihevnekirina PKK-PDK’ê bibîne. Ne ew meseleya ku ev du hêz têne pêşberî hev. Bi rengekî pratîk PDK’ê xwe di ber vê re kiriye. Rewş ne lihevnekiria PKK-PDK’ê ye. Artêşa tirk PDK dide pêş, bi bikaranîna PDK’ê dixwaze ji operasyonên îmhayê yên ser baregehên gerîla dixwaze encameke teqez bistîne. Bi maneyeke berteng ne operasyoneke leşkerî ye.”

Sûcdarkirinên bêbingeh

Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhad destnîşan kir ku rayedarên PDK’ê li ser navê  siyasete rastiyan berevajî dikin û wiha domand: “Bi gotinên ‘bila PKK hurmetê nîşanî statûya başûrê Kurdistanê bide’, bi sûcdarkirineke wiha bêbingeh dixwaze sûcê xwe yê rastî veşêre. PDK divê zanibe ku bi şalavaniya dewleta tirk, dijmin ku ji bilî koletî, mêtingeriyê tu statûyê ji bo kurdan nas nake, nagihije tu deverê. Plana dewleta tirk ew e ku şerê nav kurdan derxîne, di tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê de rola pêşeng bide PDK’ê û weke ku tê dîtin PDK xwe di ber vê rolê re kiriye. Gavên ku diavêjin bi vê rolê ye. Meseleya kurd û Kurdistanê çareser bûye, ji bilî PDK’ê kesek pê nizane, nebihistiye? PDK bi vê polîtîkaya sivik û aşkera, pîlên wê ji zû de bihurîne nikare xwe bigihîne deverekê. Dawiya wê siyasetê hatiye ku weke benîştekê kiriye devê xwe û dibêje, ‘PKK ji bo ku li başûrê Kurdistanê ye dewleta tirk êrîşê tîne’, ku ev siyaset bi navenda Enqere-MÎT’ê hatiye hilberandin. Dewleta çete ya dagirker dixwaze Başûr gav bi gav ji hêla leşkerî, siyasî û çandî ve bi cih bibe û bi dest bixe, her kes dizane ku dewleta çete ya dagirker dixwaze serwerî Başûr be.”

Peywira her kesî ye ku li dijî plana dijmin rabe

Serhad diyar kir ku mesele ew e ku PDK bi çarçoweya plana desthilata Erdoganê faşîst tevdigere, eynî zimanê şerê taybet bi kar tîne û wiha got: “Meseleya bi PDK’ê re ne meseleyeke reqabetê ya di ser Başûr re ye û ne jî têkilî statûya Başûr e. Mesele ew e ku dewleta tirk a faşîst dixwaze Rojhilata Navîn bêyî kurdan temam bibe, xeyala wan a Osmanî pêk were. Peywira her kesî ye ku li dijî vê plana dijmin rabe. Ev parastina Kurdistanê ye, xweparstin e, parastina hebûn û azadiya xwe ye.”

Têkilî helwesta gelê Başûr û tevahiya kurdan a li dijî êrîşên dagirker û hevkariya PDK’ê ya dewleta tirk re Serhad ev tişt anî ziman: “Di vê pêvajoyê de gelê me yê Başûr û hemû kurd ji 5’ê hezîranê û wir ve li bara geşedanan pir bihistyar bûn. Bangên ji bo yekitiya neteweyî, bang û çalakiyên ji bo ku hêzên PDK’ê vegerin ser cihê xwe, helwesta pêşmergeyê birûmet ku dibêje, ji rijandina xwîna birayan re na, pir hêja ye. Divê ev were domandi nûgeşkirin lê li gel vê jî di nav konjonktura siyasî leşkerî de ev weke meseleyeke di nav PKK-PDK’ê de were dîtin, kêm e. Divê mirov weke şerê du xetan bibîne. Meseleya hemû hêlên siyasî yên kurd e, meseleya hemû têkoşerên azadî û demokrasiyê ye.”

Her tişt sînorekî xwe heye

Li ser nêzîkatiya PDK’ê jî Serhad ev nirxandin kir: “Ji bo PDK’ê tekane pîvan ew e, heke hêzek bi PDK’ê re li hev bike û di berjewendiya wê de be ji bo wê ne girîng e bê ka dijminê kurdan e yan na. Ji ber ku tu problema PDK’ê bi dijminên kurdan re nîne. Mesele tenê ew e ku di ser siyaseta kurdatiyê re xwe mîsoger bikin. Ji ber vê her rê rewa tê dîtin. Gel hatiye ber rewşa teqînê. Nexasim carinan helwest têne asta jor. Gel naxwaze qof bijî, bi teqezî rojekê wê xwe rast bike.

Hêza te ya siyasî, aborî û leşekerî çi dibe bila bibe her tiştek sînorekî xwe heye. Ev sînor jî ew e ku mirov bi qedera gel nelîze, bi dijminê gel re hevkariyê neke. Pîvana siyaseta rêveberiya xweser jî ew e ku ziyanê nede gelê kurd û yekitiya Kurdistanê.”

Bêdengiya hêzên navneteweyî

Li ber bêdengiya DYE û dewletên Yekitiya Ewropayê, Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhad ev tişt diyarkir: “Ji ber ku dewleta tirk endama NATO’yê ye, li gorî berjewendiyên xwe wê bi ser kurdan de dişînin. Di serî de DYE ku bi çarçoweya endamtiya NATO’yê rê li ber komkujiyên bêdawî vedike, YE, divê dawî li wê siyasetê bînin ku kurdan, gelên Rojhilata Navîn bikin goriyê berjewendiyên kapîtalîst. Demidest divê dawî li plansaziyên xwe yên komployî bînin, dawî li pergala tecrîdê ya li ser Rêber Apo bînin û heqê dîrokî yê gelê kurd nas bikin. Ji mirinên li Kurdistanê berpirs hêzên navborî ne.”

Têkilî mijara yekitiya neteweyî jî Serhad got ku ew hê li ser daxwaza yekitiya neteweyî ya kurd in û wiha got: “Ya ku ji maseya yekitiyê bi ser şer de şemitî PDK ye.  Em bang dikin ku demildest ji vê şaşiyê vegere û tev li nav yekitiya neteweyî bibe. Ji bo hurmeta li malbatên şehîdan, dayikên şehîdan, li gel ya hewce ev e. Drama gelê kurd li ser hemû derdorên siyasî ferz dike ku yekitiya kurd were danîn.”

Xebatên jinan a ji bo yekitiyê

Her wiha têkilî xebata jinan a li ser yekitiya neteweyî jî Ronahî Serhad ev tişt anî ziman: “Xebata me jinên kurd ji bo yekitiya neteweyî tim dom kir. Ya ku wê pêşî li rijandina xwîna xwîşk û birayan bigire û pêşî li qirkirinê bigire hêz û vîna siyasî ya jinan e. Ya ku wê bi çarçoweya armancên dîrokî yên gelê kurd de yekitiyê pêk bînin jin in. Tam jî di demeke wiha de hemû rêxistinên jinan ên kurdistanî, bi Civîna 3’yan a Yekitiya Neteweyî ya Kurd wê bi roleke cidî rabin. Jin bi serkeftinê wê geşedana xebatên yekitiya neteweyî ya kurd di pratîka zêdetir de ferz bikin.  Li ser vê mijarê bêyî ku mirov ji kesî hêvî bike, bendawî û heviya me ji rêxistinên jinan ên başûrê Kurdsitanê, ji Tevgerên Jinan ên Bakur û Rojava ew e ku bi înîsiyatîf rabin. Çareserî ew e ku mirov li dijî şerê giştî bi ruhê yekitiya neteweyî rabe, bi bîreweriya azadiyê ya jinan têbikoşe û li ber xwe bide.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar