Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê agahî da.
HPG’ê li ser mijarê ev agahî da:
“Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê
Hêzên me yên YJA Starê 17’ê hezîranê li devera Girê Dûpişk a herêma Heftanînê li dijî dagirkeran çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de derbek xurt li çeperên dagirkerna hate xistin. Di vê çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin, çeperek hat rûxandin.
Ev çalakî ji bo bîranîna salvegera Fermandara Fedayî Zîlan (Zeyneb Kinaci) hatiye kirin.
18’ê hezîranê saet 10:30’î dron li ser çeperên şer ên devera Werxelê ya herêma Avaşînê pêk hatin. Ev dron ji aliyê hêzên me ve hate lêdan û xistin. Drona ku hate xistin li qada di bin kontrola hêzên me de ne.
Bajarokê Şêladizê ya navçeya Amêdiyê û devera Çemço bi balafir, obus û hewanan hate bombekirin. Şewata ku ji ber bomberdûmanê derketî hê jî dewam dike.
Agahiyên li ser bomberdûmanê ev e:
18’ê hezîranê saet di navbera 19:40-20:00’an û 19’ê hezîranê saet 07:00’an ji qereqolên sînor, devera Çemço ya herêma Zapê bi hewan û obusan bombe kirin. Şewata ku di encama bomberdûmana derketî de, hê jî dewam dike.
19’ê hezîranê saet 05:20’ê devera Kuro Jehro ya bajarokê Şêladizê ya navçeya Amêdiyê balafiran bombe kirin. Di van bomberdûmanan de şewat li bejahiyê derketin.” BEHDÎNAN