Navenda Nûçeyan |
Şandeya Aştî û Azadiyê ya Navneteweyî ya bi kampanyaya ‘Kurdistanê biparêze’ daye destpêkirin, îro di saetên sibehê de bi şêwaza du koman xwestin serdana Şengal û kampa Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bikin.
Şandeya Mexmûrê li Kerkûkê ji aliyê hêzên Iraqê ve hate astengkirin. Bi heman awayî destûr ji bo koma ku xwestin biçin Şengalê jî nehat dayîn.
Endamên şandeyê diyar kirin ku tevî hemû hewldanên wan jî hêzên Iraqê destûr ne dane serdana Şengal û Mexmûrê bikin û niha vegeriyane Silêmanî.
Têgotin ku wê şande îro di saetên êvarê de (17.00) têkildarî êrîşa li dijî gundê Gelale ya Şarbajêr çalakiyek şermezarkirinê li dar bixe.