Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Berê bi veşartî niha aşkera kurdan qetil dikin!

Di demeke welê de asta berxwedanê ya gelê kurd û asta faşîzmê di lûtkeyê de ye, çavê her kesê li wê ye ku wê kengê ev faşîzim nefesa xwe ya dawî bi ser destê kurdan bide.

Kurd çi li çiyan çi li bajaran bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Kurd PKK’ê û li gund, navçe, bajar û her derê cîhanê bi têkoşîn û berxwedana xwe ya rewa, daxwaza mafê xwe yê jiyanî û hebûnê dike. Di rewşeke wiha de her der bûye agir û li her cihê kurd lê ne, ji bo wan ne ewle ye, faşîzim rêbazên xwe yên şer û dîsa kiryarên xwe êdî ji kesê venaşêre.

Salên 90’î ku welatparêz, pêşeng, her kesên bêje kurd im, bi wesayîtên ‘torosên spî’ û kuştinên kiryarên wan nediyar, di bîrên asîtan de û îşkencexaneyên li qereqolan hestiyên wan dihelandin û winda dikirin. Niha di sedsala 21’ê û di sala 2021’an de li nîva rojê li ber çavê her kesê kurd ji aliyê tetîkkêşan ve tê qetilkirin.

Ev jî dide nîşandan ku rejîma faşîst a mêtinger qirker a Erdogan-Bahçelî pêşengtî dike, êdî ewqas cesaret ji derdor girtiye kiryarên xwe yên li ser kurdan venaşêre û li ber çavê cîhanê dixwaze qirkirina kurdan temam bike. Bûyera li Îzmîrê ya 17’ê Hezîrana 2021’ê li avahiya HDP’ê pêk hat û di encamê de endam û xebatkara HDP’ê Denîz Poyraz bi dehan guleyî hate qetilkirin, nîşaneyên bûyerên pêş ên biqewimin bi vekirî da nîşandan.

Ev şexsê tetîkkêş dema mirov li profîla wî dinêre, di bin navê xebatkarê tenduristiyê de li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo qetilkirina kurdan hatiye şandin, aşkera ye. Jixwe ji mikûrhatinên Sedat Peker ên demê dawî ku derbarê rejîma AKP-MHP’ê û kiryarên rayedarên tirk parvekirî bê ka çiqasî di bin navê cuda de û kampanyên cuda xwestine qira kurdan bînin û kurdan ji cih û warên wan bikin.

Lê taybet piştî êrîşên dewleta tirk a bi hevkariya PDK’ê ya 23’yê Nîsanê û şûnde ya li ser qadên Metîna, Zap, Avaşîn ên Herêmên Parastinê yên Medya yên li başûrê Kurdistanê her ku ji destê gerîla derb xwarin, niha asta hovîtî û kiryarên xwe gihandin astekî nû. Ev ast jî bi êrîşa li ser avahiya HDP’ê û qetilkirina Denîz Poyraz re zelaltir bû. Rejîma ku li çiyan derbê ji destê gerîla dixwe, dixwaze li nava bajar û qadên sivîl û civakî bi aşkera bi rêya tetîkkêş û şexsên li Sûriye, Lîbya, Idlib û gelek deverên din hatine perwerdekirin ji bo kiryarên xwe bikar bînin,  xistine dewreyê.

Ji terzê çalakiyê bigire û îfadeyên tetîkkêş bigire, nîşan dide bê ka dijminahiya li hember kurdan çiqasî hatiye zêdekirin. Dîsa di vê mijarê de divê hemû sazî û dezgehên kurdî li hemberî vê hewldana qirkirineke nû ya aşkera baldar be, dîsa asta têkoşîn û berxwedanê bigihîne lûtkeyê.

Ji ber ku heta niha li hemberî her cûre êrîş û hovîtiya dewleta tirk heta vê kêliyê ne di qada navneteweyî de ne jî di qada herêmî de hesabek nehatiye dayîn û ne hatiye xwestin, ji bo wê ye ku hikûmeta faşîst a tirk wê bi vê terzê nû yê êrîşê bixwaze serî li gelek rêbazên wiha bide û qirkirinê bike.

Ev sîstema faşîzan a bi rijandina xwîna kurdan xwe li ser lingan digire, divê ji vê kêliyê û şûnde gelê kurd tev, sazî û hêzên demokrastîk, sosyalîst hemû kar û xebatên di bin şirîkê vê hikûmeta faşîzan de boykot bike. Ji ber ku bi baca ku tê dayîna hikûmetê hemû dibin gule, li kurdan tê barandin, dibe êrîş û tacîz, tecawiz li ser jinan tê kirin. Dibe girtîgeh û kurd, hêzên demokrasî û sosyalît tije dikin. Eger ku ev yek bi xurtî bê kirin, wê di demek kin de hemû pêkhateyên li Tirkiyeyê dîsa kurd wê ji vê rejîma faşîzan rizgar bibe.

Ji ber vê rejîmê îro ne tenê ji bo kurdan, ji bo her kesê Tirkiye û Kurdistanê bûye girtîgeh, bûye tecrîd, bûye girtin, kuştin. Ne tenê jin û zarokên keç ên kurd bi destê polîs û leşkerên kurd tên tacizkirin û tecawîzkirin. Ev yek li her derê li ser her kesê pêk tê. Vê sîstema faşîst wisa kiriye ku jin nikarin gotinek ji derveyî mêr bike.

Taybet divê jin bi yekgirtineke demokratîk, sosyalîst û femînîst li dijî vê rejîma qirker a tundraw rabe. Vê rejîmê raye daye mêr ku her cûre êrîş û kiryarê li ser bedena jinan bike, xwe weke xwedî û hikûmranê jinan dibîne û ji bo xwe rewa dibîne ku her cûre êrîşê li ser bike. Ji bo wê ye ku tim jin dibin para êrîşên van.

Eger ku jin bixwaze ji vê rizgar bibe, divê teqez yekitiyeke xurt bi jinên kurd ên têkoşer û berxwedêr re çêbike. Îro jinên kurd li çiyan, bajaran, girtîgehan û her qad û kuçeyan pêşengtiyê ji berxwedana li dijî zilmê, tacîz-tecawîz dike û daxwaza maf û heqê xwe dike. Jinên kurd tirsa li hember dijmin şikandiye û êdî bûye şoreşgerek, şervanek azadiyê û ji bo heq û mafê xwe têdikoşe.

Ev rejîm li ber hilweşînê ye. Em dest bidin destê hev em ê bikarin vê rejîma ku xwe dêw dibîne, hilweşînin û wisa bikin ku kunê mişkan li wan bibe hizret xwe lê veşêre. Sibe direng e, îro roj ew roj e. Rabe, qîr bike, deng bilind bike.

Nûçeyên Têkildar