Di êrîşa HDP’a Îzmîrê de kujer Onûr Gencer Denîz Poyraz qetil kiribû. Hat zanîn ku dirûşmên di merasîma cenazeyê Poyraz de hatine berzkirin û axaftinên hatine kirin, polîsan aciz kirine
Xizmeke malbata Poyraz ku ji ber fikarên ewlehiyê nexwest navê xwe bide, diyar kir ku roja merasîma cenaze polîsekî ku li dor Mizgefta Kadîfekaleya ku nimêja cenaze lê dihat kirin disekinî, hatiye cem wê û bi gotinên ‘We xeletî kir. Abdulîlah Poyraz di axaftina xwe ya ewil de propagandaya PKK’ê kir. Em vê li cem wî nahêlin’ gef li bavê Poyraz xwariye.
Polîsan axaftinên hatin kirin û dirûşmên hatin berzkirin weke ‘propaganda’ nirxandine û polîsên ku axaftina bavê Poyraz weke propaganda nirxandin dema kujer Onûr Gencer binçav kiribûn jî jê re gotibûn ‘Navê te çiye kekê min’ û ew parastibûn. ÎZMÎR