Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze: PDK bi rengekî dijber tevdigere

Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze li Brukselê civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku Yekitiya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî naxwazin şerê ku Tirkiye li başûrê Kurdistanê dike, were dîtin

Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze (Defend Kurdistan) a ku çûbû başûrê Kurdistanê û gelek hevdîtin kiribû li Brukselê ya paytexta Belçîkayê civînek li dar xist.

Endamên înîsiyatîfê di civînê de axivîn û qala çavdêriyên xwe yên li herêmê kirin.

Endamê beşa lêpirsîna binpêkirina mafên mirovan a Tifaqa Mafên Navneteweyî û Parastina Azadiyan (AIDL) Andy Vermaût diyar kir ku dewleta tirk sûcên şer kiriye û gelek gund vala kiriye û wiha got: “Dewleta tirk bi droneyan li ser gundiyên herêmê zext kiriye, gundî neçar hiştine ku koç bikin. Mirovên diçin wir tên astengkirin, hemû kesên diçin wir wekî terorîst tên dîtin. Me xwest em biçin wir û bi mirovan re hevdîtinê bikin lê em hatin astengkirin. Me dît ku gelek mirov di şertên dijwar de dijîn. Ev jî ji ber bomberdûmana dewleta tirk pêk tê. Li Metînayê hezar û 500 gundî neçar man ku ji gundên xwe derkevin, 22 gund hatine girtin. Mirov neçar dimînin ku birevin û êdî nikarin vegerin gundê xwe. Ev dibe sedema hilweşandina civakê û ya ekolojiyê. Derveyî qanûnan dar tên birîn, li ser cotkaran zexteke mezin pêk tê.”

Dixwazin Kerkûk û Musilê dagir bikin

Vermaût diyar kir ku dewleta tirk dixwaze bi taybetî herêma Kêste ya Metînayê dagir bike û wiha domand: “Ji ber girîngiya wê ya stratejîk Tirkiye dixwaze dagir bike. Ji bo Tirkiyeyê piştî Lozanê dagirkirina van deran gelekî girîng e. Erdogan niha dixwaze Mûsil û Kerkûkê dîsa dagir bike. Gelek bendên wan ên leşkerî hene. 40 jê gerok 20 jî sabît. Di navbera qereqolên dagirker ên li Tirkiye û Iraqê têkilî danîne. Li Metînayê 7 hezar hektar daristan hat şewitandin. Me dît ku bi sedan kamyonan darên hatine birîn, birine Tirkiyeyê. Gundî neçar mane heywanên xwe bifiroşin, ji ber ku qad nemaye ku ew heywanên xwe bibin wir, nikarin biçin zozan û çiyayan. Li Avaşînê 16 gund hatine şewitandin. Dewleta tirk ev gund dagir kir. Ev jî tê wateya ku axa Iraqê tê dagirkirin.”

‘Em naxwazin vî şerî bibînin’

Endamê berê yê Şaredariya Cenevreyê Tobîa Schneblî jî bal kişand ser astengiyên li Almanya û Hewlêrê û wiha got: “Polîsên alman li sedema çûna min dipirsî, ev tişt berê nehatibû serê min. Berê dema em vedigeriyan pirsên wisa dikirin. Tişta ku ez fêm dikim ev parçeyekî şer e yê ku hatiye jibîrkirin. Ez niha dibînim ev nehatiye jibîrkirin, hatiye veşartin û naxwazin em bibînin. Ditirsin ku li Ewropayê ev şer were bihîstin. Ji ber ku ev şer li dijî mirovahiyê ye. A rast divê ev tişt bi awayekî bihata îspatkirin. Em qala sûcên şer dikin. Divê sûcê şer li Ewropayê bihata nîqaşkirin. Naxwazin em êrîşa li ser sivîlan bibînin. Ji bo min tişta surprîz jî ev bû ku Almanyayê em asteng kirin. Şerek heye, sûcên şer hene, me dixwest em vî tiştî qeyd bikin. Divê em mafê mirovên di bin zextan de biparêzin. Di serî de jî gelê kurd hene. Welatê min Swîsre jî çekan difiroşe Tirkiyeyê. Ev Dron ne bi tenê li Kurdistanê li Ermenistanê jî ji bo kuştina sivîlan tê bikaranîn. Ev şerma Swîsreyê ye. Li gorî Peymana Swîsreyê ya Navneteweyî divê sivîl di şertên şer de werin parastin lê Swîsre çekan difiroşe Tirkiyeyê.”

PDK bi rengekî dijber tevdiger

Ji sendîkaya karkeran a FTGB a Belçîkayê Quentin Courtois bal kişand ser astengiyên dij-demokratîk û ragihand ku ji heyeta ji 150 kesî tenê 70 kes karîbû xwe bigihîne Hewlêrê.

Courtois diyar kir ku ew dixwazin pêşî li êrîşên dagirkeriyê bigirin, diyalogê di navbera hêzên kurd de pêk bînin û li ser serdanên xwe agahî da.

Courtois anî ziman ku hêzên PDK’ê nehiştin ew biçin Şengalê û destnîşan kir ku PDK bi rengekî dijber tevdiger.

Di axaftina xwe de Courtois ragihand ku partiyên wan ê serdana wan bikira yek bi yek li wan geriyan, hevdîtin betal kirin û bi bîr xist ku ji 3 endamên heyetê yên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 10’ê hezîranê ve agahî nayê wergirtin û wiha got: “Beriya ku em hevdîtinê bi partiyan re pêk bînin ev hemû hatin serê me.”

Em li otelê hatin asêkirin

Courtois diyar kir ku dema Wezîrê Karên Derve hevdîtin bi wan re kir, bi 9 endamên îstîxbaratê hatiye û da zanîn ku armanca wan pêşîgirtina li rageşiya nava kurdan bûye lê belê di vê mijarê de peyamek nedeye.

Courtois destnîşan kir ku berevajî vê bendewariyê, destûr ji wan re nedan ku karibin li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyê bidin û serdana herêmên hatine bombekirin bikin û wiha pêde çû: “Em li Otelê hatin asêkirin. Ev beşa destpêkê ya serdana me bû. Piştre derbasî Silêmaniyê bûn. Li vir em bi rengekî hîn vekirî hatin pêşwazîkirin. Me karibûn argumanên xwe yên siyasî bêhtir pêşkêş bikin. Me karibû çalakiyên cuda pêk bînin.

Heyeta li wê derê 20’ê hezîranê ji nû ve xwest ku serdana herêmên ku hatibûn bombekirin, bike lê belê di encama zextê dewleta tirk de hat  astengkirin.

Me ji bo xweseriya gelê kurd hevdîtin kir. Bi dîtina min ev yek destpêka tifaqekê ye, sînyala wê ye. Ev yek peyama yekitiyê ya hêzên kurd bû. Dibe ku me nekarî bikin ku dewleta tirk xwe vekişîne, lê belê dîsa jî di mijara komkirina rêxistinên kurd li dora maseyekê de em bi ser ket.

Bila şaş neyê fêhmkirin, ne ku ji bo em bikevin şûna kurdan em li vir in. Ne ku weke şefekî malbatê ji wan re bêje ku divê çi bike em li wir bûn. Lê belê Neteweyên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê saziyên mîna wan tiştekî nake. Halbûkî rola wan ev bû. Li cihekî ku sûcên şer hebe, rola wan heye. (Ji ber ku ew bi rola xwe tevnegeriyan) weke welatiyên Ewropayê em bi înîsiyatîf rabûn. Bêdengiya medyayê cihê şermê ye.” BRUKSEL 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar