Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

PDK daweya çi dike?

Welat Perwer |

Li Bakur, Rojava û Başûr li hemberî dewleta qirker û dagirker şer heye. Dewleta tirk a dagirker sond xwariye ku koka kurdan biqelîne. Ev sed sal in, hewl dide kurdan jî wekî ermeniyan, suryaniyan, rûman û kurdên êzidî qir bike. Jixwe wexta mirov sedsala dawî dinêre vê yekê bi her awayî dibîne. Di halê heyî de vê polîtîkaya xwe jî ne tenê li Bakur, li hemû Kurdistanê dixwaze bi ser bixe. Dibêje ‘heya ku kurd hebin û birêxistî bin, ez ê di nava xeteriyê de bim. Lewre hebûna gelê kurd, bi taybet jî rêxistinîbûna gelê kurd divê nebe.’ Di çavkaniya dijminatiya li dijî kurdan de ev radizê. Bi hemû gotin û kiryarên xwe dewleta dagirker a tirk derbarê kurdan de çi difikire nîşan dide.

Baş e, madem rastiya dewleta dagirker a tirk ev e, wê demê ev têkîliya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re ji bo çi ye? Çawa dibe, ji milekî ve dewleta qirker hewl dide kurdan tune bike, lê ji milê din ve jî têkiliyên xurt bi PDK’ê re datîne? Dewleta dagirker a tirk roleke çawa li vê têkiliyê bar dike?

Silavdana dewleta tirk a bi kurdekî jî, tenê ji bo tunekirina Tevgera Azadiyê ye. Dewleta tirk tunekirina Tevgera Azadiyê ji bo xwe wek şert û mercê hebûnê dibîne. Mixabin ev rêya ji xwe re bijartiye û di halê heyî de hemû hêza xwe seferber kiriye da ku bikaribe vê polîtîkaya xwe ya qirker ser bixe. Hemû derfetên xwe yên aborî, siyasî, civakî, dîplomatîk ji bo vî tiştî seferber dike. Jixwe wexta mirov dan û standinên wan dinêre vê yekê bi her awayî dibîne. Lê ji bo serxistina vê polîtîkaya xwe ya qirker roleke cuda daye hin kurdan.

Di halê heyî de hemû kurdan hilde hemberî xwe û bibêje ez ê koka we biqelînim, wê demê dê hem kurd bibin yek û li hemberî wî derkevin, hem jî di qada navnetewî de wê bi bertekên cur be cur re rû bi rû bimîne. Ji bo vê yekê jî ew di despêkê de kurdan parçe dike, bi hinekan re têkiliyan datîne, yên din jî qir dike. Têkîliyan jî ji bo serxistina qirkirinê bikar tîne. Ango rola nûximandina hewldanên qirkirinê daye hinek kurdan. Va ye, di halê heyî de ev rol daye PDK û hêzên girêdayî PDK’ê. Bi vî awayî PDK û hêzên bi wê ve girêdayî li hemû parçeyên Kurdistanê dibin hevkarên van polîtîkayên qirkirinê.

Dewleta dagirker a tirk ji bo çi hewl dide Tevgera Azadiyê ji holê rabike, tê fêmkirin. Lê tişta ku nayê fêmkirin, PDK çima ewqas bi dil û can di nava vê polîtîkaya qirker de cih digire? Aşkeraye gelê kurd Tevgera Azadiyê wek garantiya hebûna xwe dibîne, naxwaze Tevgera Azadiyê tune bibe, berovajiyê vê dixwaze ev tevgera li hemû Kurdistanê xurt bibe. Herî zêde jî gelê me yê başûrê Kurdistanê dixwaze. Bi vî awayî gelê kurd naxwaze jiyaneke bê Tevgera Azadiyê yek kêlî jî bifikire. Ji ber ku dizane ka ev tevger çiqasî bi kêrî civaka kurd tê, ji bo azadiya gelê kurd çi kiriye. Di parastina hebûna kurd û Kurdistanê li bakurê Kurdistanê, di hemû destkeftiyên rojavayê Kurdistanê de, bidestxistina statuya başûre Kurdistanê û parastina Şengal, Mexmur, Hewlêr û bi giştî statuya Başûr de xwedî roleke çawa ye, her kes dizane. Lewre gelê kurd hebûna Tevgeza Azadiyê ji bo xwe wek av û hewayê pêwîst dibîne. Lê çima PDK wisa nabîne û ji bo Tevgera Azadiyê tesfiye bibe bi dewleta dagirker a tirk re hevkariyeke ewqas mezin dike?

PDK jî di navê de hemû partiyên kurd ji bo gelê kurd in û hemû partî bi gotin û kirinên xwe mecbûr in, li gorî xwestek û berjewendiyên gelê kurd tevbigerin. Divê PDK aşkera bike, ka di tunebûna Tevgera Azadiyê de çi berjewendiyên gelê kurd dibine û di derbarê Tevgera Azadiyê de çima wek gelê kurd na, wek dewleta dagirker difikire?

PDK difikire ku wê bi tesfiyekirina Tevgera Azadiyê re destkeftiyên Tevgera Azadiyê li hemû parçeyan bikevin destê wî. Aşkera ye PDK neteweyî nafikire, ezezîtiyê dike. Aşkera ye PDK di nava xeyalên bêyom de ye. Lê Tevgera Azadiyê wek ku dixwazin wê tesfiye nebe û wê ji vê demê jî xurtir derbikeve. A duyemîn em bibêjin tasfiye bû, wê demê em bihêlin bidestxistina tiştên nû, wê PDK tiştên heyî jî berde. Di bazara dewletên mezin de tu demê nirxê kurdan bi qasî yê dewletên dagirker nebûye û wê nebe. Dîzayna piştî Şerê Cîhanê ya Yekemîn, berxwedana Agirî, Komara Demokratîk a Mahabadê, Peymana Cezayîrê, Şerê Kendavê yê Yekemîn, Referandûma 2017’an, dagirkirina Efrînê, dagirkirina Serêkanî û Girêspî ev heqîqet têra xwe nîşan dan.

Polîtîkayên PDK’ê ji bo tunebûna gelê kurd derî heya dawiyê vedike. Divê gelê kurd bi lezgînî PDK’ê mecbûr bike ku ji vê rêya xeter vegere. Divê gelê kurd rê nede PDK bazarê li ser hebûna wî bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar