Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Divê ciwanên kurd biherikin nav refên gerîla’

Gerîla Zîlan Botan diyar kir ku dijmin dixwaze li Zagrosan bi cih bibe. Botan destnîşan kir ku berxwedana gerîla pîroz e û bang li ciwanan kir ku biherikin nav refên gerîla

Gerîlaya YJA-Starê Zîlan Botan ku ji roja destpêkê ve cihê xwe di nava Pêngava Bazên Zagrosê de digire ji Ajansa ANF’ê re axivî.

Zîlan Botan anî ziman ku arteşa tirk bi rêbazê talankirinê û teknîkê dixwaze qadên wan dagir bike, di encama berxwedana gerîla de ya bi pêşengiya gerîlayên YJA Starê, heta niha nikariye tiştekî bi dest bixe.

Zîlan Botan bal kişand ser girîngiya piştgiriya gel û wiha got: “23’ê Nîsanê operasyoneke dagirkirinê ya dijmin li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê dest pê kir. Dijmin dixwaze li Zagrosan her derê bigire. Lê belê hîn jî negihîştiye armancên xwe.”

Berxwedana gerîla pîroz e

Di axaftina xwe de Botan destnîşan kir ku berxwedana gerîla berxwedaneke pîroz e û wiha domand: “Dijmin bi nûçeyên derewîn propagandayê dike, lê belê tiştek bi dest nexistiye. Em bi xwe dişopînin. Her şevê bi helîkopterên Skorsky hêzên xwe diguherîne. Ev jî tirsa dijmin dide nîşandan.

Hevalên me bi rojan hem li tunelên şer hem jî di qadê bi îradeyek mezin şer dikin. Şert û mercên gerîla û erdnigariya Kurdistanê jî diyar in. Lê tevî vê yekê jî berxwedanek pir mezin tê meşandin. Dijmin ne dikare bikeve nava tunelên şer ne jî dikare li qadê bi cih bibe. Wisa bi rehetî nikare tevbigere. Ji bo vê jî giraniyê dide ser teknîkê. Teknîka dijmin ji xwe ji zû ve hatiye pûçkirin. Ev operasyonek pir berfireh e lê gerîla bi çalakî û sekna xwe pir mezin li ber xwe dide. Bila herkes bizanibe, kesek nikare wisa bi rehetî bikeve nava çiyayên Zagrosê. Nikarin li vir bimînin. Tenê yê ku li vir dijîn dikarin li vir bimînin.

Berxwedana ku tê kirin bêguman tenê bi Avaşînê ve sînordar nema. Mînak li Zapê berxwedana ku di pêşengtiya heval Melsa, heval Rustem û heval Bawer hatiye nîşandan li hember dijmin şereke pir dijwar hat dayîn. Mirov berxwedana wan hevalan mînak digire û hêzê dide me. Di heman demê de her şehadet hêrsa me li hember dijmin zêdetir dike. Li ku derê êrîşa dijmin heye, li wê derê berxwedan tê mezinkirin. Di heman demê de li nav operasyonê çalakiyên hevalên jin pir diyarker bûn. Gerîlayên YJA-Starê pêşengtiya xwe diyar kirin. Gelek çalakiyên sekvaniyê, çalakiyên êrîşê û bi çekên giran ji aliyê hevalên jin ve hatin kirin û ew çalakî serketî bûn.”

Divê gel ji dijmin netirse

Gerîlaya YJA Starê Zîlan Botan bi bîr xist ku qada Zagrosê bi ser herêma Colemêrgê ve ye û wiha pêde çû: “Bi dîroka xwe kevnar e. Niha dijmin dixwaze li van deran xwe bi cih bike û gerîla jî li ber xwe dide. Hevalên me di vê oxirê de her roj xwînê dirijînin, şehîd dikevin. Ji bo vê pêwîst e gelê Colemergê bi taybetî gelê Şemzînan, Gever, Çelê rabe û nerazîbûnê raber bike. Berê jî wisa bû, dijmin li ku derê êrîş dikir di destpêke de gel radibû û bersiv dida. Dijmin niha dixwaze nerazîbûnên gel bêdeng bike. Pêwîst e gelê me ji wan netirse.”

Mîraseya hevalên me mîraseya Kurdistanê ye

Her wiha Zîlan Botan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Mînak pêşengtiya Serhad Giravî di şerê Zagrosan de pir li pêş bû. Heta dawî fermandarî kir. Ew, hevalekî ji Colemergê bû. Dîsa fermandar Ekîn Tilora bi pêşegtî û zîrektiya xwe dihat naskirin. Pêwîst e ciwanên Colemergê çeka heval Serhad, heval Ekîn li erdê nehelin. Dema xwîn rijiya, pêwîst e ciwanên me tola vê xwînê bigire. Her kes pêwîst e çeka şehîdekî xwe rake. Ev mîraseya hevalên me ne, mîrasa Kurdistanê ye. Ev êrîş tenê li ser gerîla nîne, li ser gelê kurd e jî. Pêwîst e ji her milî ve berxwedan were kirin. Em wek gerîlayên HPG û YJA-Starê jî her tim xwedî vê berxwedanê derbikevin.” ZAGROS 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar