Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Du dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Avaşîn û Heftanînê li dijî dagirkeran çalakî pêk anîn û di çalakiyan de 2 dagirker hatin kuştin

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan û êrîşên dagirker de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hat parvekirin:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

Di 22’ê hezîranê de saet di 19.00’an de dema kepçeyan li berpalên Çarçelayê ji bo dagirkeriyê rêyeke leşkerî vedikirin, bi çekên giran li wan hate xistin. Xebata çêkirina rê ya li vir hate sekinandin.

Di 23’ê hezîranê de saet di 05.30’an de li qada Girêsor jî dema dagirkeran rê vedikirin li wan hate xistin. Li vir dagirkerek hate cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de li herêma Heftanînê;

Di 22’ê hezîranê de saet di 22.00’an de wesayîta ku kontra tê de bûn ji Girê Xaçê ya Xantûrê bi rê ket, bi sabotajê lê hate xistin. Di vê çalakiyê de bi qasî hat tespîtkirin ku kontrayek hatiye cezakirin.

Li ser qadên Avaşîn, Metîna û Zapê helîkopter geriyane û di heman demê de bi helîkopter û balafiran êrîş hatiye kirin.

Di 22’ê hezîranê de saet di 09.30 û 10.40’an de qada Kuro Jehro ya Zapê bi balafirên şer hatiye bomberdûmankirin.

Di 22’ê hezîranê de saet di navbera 22.00 û 23.00’an de dagirkerên li qadên Mervos û Banista yên Avaşînê bi helîkopteran hatiye guherandin.

Di 22’ê hezîranê de saet di navbera 21.00 û 22.00’an de dagirkerên li qadên Qaşûra, Şehîd Çiya, Geliyê Milîtan û Şikêrên Sor ên Metînayê bi helîkopteran hatine guheradin. Di heman demê de qadên Kêste û Koordîneyê jî bi helîkopterên êrîşê hatine bomberdûmankirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar