Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Pêşbirka ‘Nivîskarên Pêşerojê’ ya zarokan

Ji hêla Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê ve ji bo pêşxistina zarokan a ji aliyê xwendin û nivîsandinê ve pêşbirka bi navê Nivîskarên Pêşerojê hat lidarxistin

Nêrgiz Ismayîl | 

Ji bo xewn û xeyalên zarokên pêşerojê bêne pêkanîn hewldan û kedeke mezin ji hêla Desteya Çandê Ya Herêma Cizîrê ve tê raberkirin. Armanca sereke ew e ku civakek bi xwedî zanebûn û ruhê civakî bê avakirin, ew jî bi perwerdekirina zarokên li ser çanda wekhevî, azadî û demokrasiyê ye. Lewra pêşbirka bi navê ‘Nivîskarên Pêşerojê’ hate lidarxistin.

Li ser vê pêngavê Hevseroka Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Rewda Hesen wiha axivî: “Ji par ve ev proje hat niqaşkirin û bi navê Pêşbirka Nivîskarên Pêşerojê amadekarî hat kirin. Îro roja îmzekirina berhemên van zarokên ku bi serketine. Jixwe 12 zarok bi serketin, pêşbirka me jî li ser du astan bû, ji deh salî heta çardeh salî û ji 15 salî heta 18 salî be. Jixwe me pala xwe da her du zimanan weke kurdî û erebî. Îro şahiya îmzekirina pirtûkên zarokan.

Em weke rêveberiya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê rewşa zarokan li ber çavan derbas kir. Bi rastî hemû zarok wextên xwe bi telefon û înternetê derbas dikin, weke xwendin û nivîsandinê ne di bala wan de ye. Her çiqasî di vê mijarê de rola dê û bavên wan jî heye ku pêwîst e zarokên xwe li ser çanda zanebûn û pêşketinê mezin bikin, lê belê me xwest vê destpêşxeriyê dest pê bikin ku em bikaribin di vî temenî de zarokên xwe li şûna bi tiştên vala mijûl bibin bila bi pênûs û zanebûnê mijûl bibin.”

Zarok pêşeroja gelan e

Rewda Hesen destnîşan kir ku ew weke desteya çandê xwe berpirsyar dibinin ku civakek hezkerê pirtûkan ava bikin û ev tişt anî ziman: “Her wiha zarokên ku beşdarbûn gelekî bi baldarî nivîsandin. Pêşbirkên bi vî rengê wê ne ya yekemîn be ne ya dawîn be. Em ê her demê ber bi pêşketinên nû ve biçin. Her çendî şert û mercên şer û zehmetî jî hene lê belê pêwîst e di hêla çandê de jî em li ber xwe bidin û xeyalên zarokên xwe yên ji bo azadiyê biparêzin.

Ev pirtûk weke du beşan hate amadekirin; aliyekî bi kurdî û aliyek jî bi erebî. Dema em dibêjin zarok wê demê tu ferq û cudahî di ferasta me de tune ye ku em bibêjin hin zarok hêja ne, yan jî hin zarok ne hêja ne. Hemû zarokên vî welatî hêja ne ku azad bijîn. Ji bo vê çandê bigirin em her demê xwedî projeyên bi vî rengî bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar