Navenda Nûçeyan |
Şandeya KNK’ê ya di bin serokatiya Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad de ji 22’yê gulanê ve li başûrê Kurdistanê ji bo yekrêziya nav mala kurd û pêşxistina helwesteke hevpar a li dijî kiryarên dewleta tirk, serdana partî, rêxistin, pêkhateyên cuda, kesayet û rewşenbîrên Kurdistanê dike. Heya niha nêzî 40 hevdîtinên cuda di vê çarçoveyê de hatiye lidarxistin.
Li gorî nûçeyeke rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê ku xwe dispêre agahiyên Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad, şandeya KNK’ê heya niha nikariye tenê li gel PDK’ê bicive. Hat gotin ku şandeya KNK’ê heya niha du car daxwaza hevdîtinê li rayedarên PDK’ê kiriye lê ne erênî ne jî neyînî heya niha bersiva şandeyê nehatiye dayîn.
Li gorî rojnameyê Zeyneb Murad ev tişt ragihandiye: “Dê heya dawiyê israr bikin ku ji bo hevdîtin pêk were û ji bo vê hewldanên wan berdewam dikin.
Her wiha dê hevdîtinên şandeyê ku ji Ewropayê derbasî başûrê Kurdistanê bûbû, li gel hêz û aliyên siyasî yên kurd û pêkhateyan berdewam bike.”