PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

‘Jin ji bo bi rojê re bijîn serî hildidin’

Ji bo civaka tevahiya Sûriyeyê bigihêje wê hişmendiya pev re jiyîn û bibin xwedî hizreke demokratîk civîneke taybet a jinan li paytexta Sûriyeyê Şamê hat lidaxistin. Di civînê de Berçem Yusif axivî û diyar kir ku jin ji bo ku bi rojê re bijîn serî hildidin

Nêrgiz Ismayîl |

Di hemû sedeman de her çendî kelem û zehmetî jî li hemberî jinan peyda bûbin jî lê belê jinên birêxistikirî qet û qet ji bo xwe rûneniştin ango sekin nepejirandin. Ji bo civaka tevahiya Sûriyeyê bigihêje wê hişmendiya pev re jiyîn û bibin xwedî hizreke demokratîk civîneke taybet a jinan li paytexta Sûriyeyê Şamê hat lidaxistin. Li ser naverokê jî birêz Berçem Yusif şîrove kir.

Berçem Yusif diyar kir ku li tevahiya cîhanê rewşa qeyranan li Sûriyeyê li ber çavan e û tê zanîn û wiha got: “Em wekî jinên kurd tenê pêşengî ji jinên li Sûriyeyê re nakin em pêşengtî hemû jinên li cîhanê re dikin. Ji destpêka şoreşê ve ji 2011’an ve û hetanî niha em wekî jinan li seranserî Sûriyeyê û bi taybetî jî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêvajoyên gelekî giran de derbas bûn. Hem şer, kuştin, dagirkerî û talakirin. Ev ne tenê ji bo jinên kurd lê belê tevahî dayik û zarok zirar dîtin. Lewma em wiha difikirin ku jin li ku derê be divê li wê dere rêxistin hebe. Ger rêxistin nebe civak jî nîne û jiyan jî dê nebe.”

‘Em ê jinan pêş bixin’

Di axaftina xwe de Yusif destnîşan kir ku armanca wan a sereke bikaribin kar û xebatên bi vî rengî di nav hemû jinên Sûriyeyê de pêş bixin û wiha domand: “Em herin Afrîqayê jî em ê jinan pêş bixin, azad bikin. Li vê derê jî gelek zehmetî hene. Ji ber hîn hişmendiyek desthilatdar heye, jin wê hişmendiyê nikare bipejirîne. Hişmendiya desthilatdariyê ji derveyî xwezaya jinan e. Ev rastiyeke, armanca me ya sereke ew e ku em hemû jinan bêyî cudahî bixin nav rêya azadî û zanebûnê.”

Civîn xwedî naverokek xurt bû

Her wiha Berçem Yusif di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Di civînê piştî deqeyeke rêzgirtinê me dest bi gengeşekirina gelek mijaran kirin. Yek ji wan mijaran jî dîroka jinên kurd bû. Jinên kurd ji bo jiyaneke azad bijî her demê têkoşiyaye û xebat dane meşandin. Gelek gengeşe li pêş ketin taybetî jî mijara çawa em xwe bi rêxistin bikin û çawa hêza jinan a civakî ava bikin ne tenê di nav jin û dayikên kurdan de di nav jinên xirsitiyan, ereb, ermen û gelek netew in din de jî. Rast xwebirêxistin kirin li paytextê zehmet e lê belê dîsa jî jin mîna gihayê keske di bin keviran de namînin,  ji bo ku bi rojê re bijîn serî hildidin. Ev civîna me wekî destpêkekê ye ku em bikaribin hişmendiya azadiyê belavî her deverê bikin. Li vê jî em ê şoreşa azadiya jinan berdewam bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar