Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cuma - 4 Ekim 2024

‘Têkoşîna PKK’ê têkoşîna Rojhilata Navîn e’

Gerîlayê HPG'ê yê ereb Ferhat Egîd li ser dema tevlêbûna xwe ya nav refên gerîla axivî û got ku têkoşîna PKK’ê têkoşîna Rojhilata Navîn e û bang li hemû ciwanan kir ku tev li nav refên gerîla bibin

Gerîlayê HPG’ê yê ereb Ferhat Egîd behsa çawa nav refên gerîla bûye kir.

Gerîla Egîd ku ji bajarê Reqayê ye, diyar kir ku bi îdeolojiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelên li Rojhilata Navîn bîrewer dibin û wiha got: “Ez li Reqayê çêbûm. Li nav civaka ereb mezin bûm. Civaka ku li nav dijiyam pir zehmet bû. Hêzên desthilat li ser civaka ereb her cure tundî bi kar anî.

Di sala 2018’an de tev li nav refên gerîla bûm. Ji ber ruhê dostaniyê min li nav hevalan dît û ji ber berpirsyariya li welatê xwe tev li nav refê gerîla bûm. Dema nû tevlê bûm haya min ji nêzîkatiya PKK’ê ya li gel nebû, her wiha têkiliyên xwe yên navmirovî çi bûn min ew jî nizanîbû. Tevlê bûm û dema perwerdehiya sereke gelek nakokiyên sereke jiyam. Lê di dema perwerdehiyê de hîn bûm ku armanca sereke ya PKK’ê çi ye, li ser kîjan hîmî û çawa perwerde dibe, hemû zor û zehmetî çareser bûn. Ez bûme endamê vê tevgerê. Têkoşîna PKK’ê têkoşîna Rojhilata Navîn e.

Ez ji hevalan hînî gelek tiştan bûm. Mirov çendî hewl bide û bixwaze ew qas dikare pêş bikeve. Herî pir aliyê hevrêtiyê, şehîdbûn û maneya şehîdbûnê bala min kişand. Dema hevalek me şehîd dibe, dibe ku bedena xwe ne di nav me de be lê têkoşîna wan heta hetayê li nav me dijî.”

Çiyayên Kurdistanê qadên azadiyê ne

Her wiha Egîd axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema ku tevlê bûm, min negot ereb im û çima di nav kurdan de me. Ji ber ku ramana Rêber Apo û felsefeya wî li ser neteweya demokratîk ava bûye. Êdî di nav me de ereb, kurd, tirk, alman û ji her miletî dost hene. Ji ber vê jî ev tevger tevgera neteweyên demokratîk e. Di navbera neteweyan de tu cihêtî nîne. Ê ku li azadiyê digere û ji bo welatê xwe têkoşîneke fedayî dide dikare tevlê bibe. Rêber Apo ne tenê lîderê gelê kurd e, lîderê hemû gelan e ku li demokrasiyê digerin.

Me civaka ereb beriya niha tevgera azadiyê nas nedikir. Rêveberiyeke dirinde ya dewletê li ser serê me bû. Şoreşgerên Apoyî dema ku tev li nav civaka me bûn her tişt guherî. Me hev hîs kir û em bi hev re jiyan. Nexasim bang li ciwanan dikim, werin tev li nav tevgera azadiyê bibin. Li nasname, Kurdistan û Rojhilata Navîn xwedî derkevin. Çiyayên Kurdistanê qadên azadiyê ne, em ê qet çiyayên xwe bernedin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar