Li gundê Xalid ê nêzî Bendava Tişrînê ya li rojhilatê Minbicê mayineke ji dema çeteyên DAIŞ’ê mabû, teqiya. Di encama teqînê de zarokên bi navê Mihemed Sabît Salih (9) û birayê wî Muhemed Sabît Salih (8), Husam Îsa (10) mirin.
Du zarok jî birîndar bûn. Hate gotin ku Emel Sabît Salih (5) li Nexweşxaneya Dar El Şîffa hatiye razandin û rewşa xwe giran e, rewşe Elî Sabît Salih jî (6) baş e. MINBIC