Navenda Nûçeyan |
Êrîşên hêzên rejîma Îranê yên li ser kolberan dewam dikin. Li gorî nûçeya kolbernewsê hêzên rejîma Îranê duh li ser xeta sînor a Dolebî ya girêdayî Serdeştê, êrîşî komek kolber kirine.
Çavkaniyê ragihad ku di encama êrîşê de kolberê bi navê Wahîd Mihemedpur ê bavê 3 zarokan, jiyana xwe ji dest daye.