Her tim gava yekem ji mirov bi xwe destpê dike. Ji gavavêtina yekem a zaroktiyê ku nû radibe ser pêyan û heta serxistina kar û projeyekê. Dema gava yekem hat avêtin ên din li dû tên. Ji bo doz û daweya kurd jî Rêber Apo gava yekem avêt.
Ew gava yekem ku nema li bendê kesek din biavêje, îro ji bo azadî û nasnameyeke xweser a civak û geleke herî qedîm ê Rojhilata Navîn şerê man û nemanê di sedsala 21’ê de bi hemû germiya xwe didome. Gavek bû sedema îro hebûna gelek hatî tunekirin û qirkirini li ser dika dîrokê li pêşberî hemû dêwên cîhanê bi îrade û vîna xwe, xwe li ber bigire û şerê azadiyê dike.
Tevgera Azadiya Kurd a PKK’ê ku ji bo doza kurd bi çekdarî û ramanî bi awayekî ilmî bimeşîne, di şexsê Tirkiye de li dijî hêzên NATO û hûtên sermayedar ên emperyalîst û mijokdar têdikoşe.
Rêber Apo bi gava yekem ji xwe destpê kir, piştre ciwan li dora xwe kir yek û îro bi milyonan mil bi mil sîng bi sîng dimeşin û di serî de ji bo gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn ê di bin nîrê zilmê de nefes lê hatine çikandin, têdikoşin.
Divê mirov ji gava yekem netirse, gav biavêje û biçe. Her ku gav avêt li dû xwe nêrî wê şonpiyê xwe bibîne û diyar bibe ku çend rê meşiyaye. Îro zêdetirî 40 sal in bi Tevgera Azadiya Kurd PKK’ê re têkoşîneke bê eman û ji her demê germtir û ji her demê bi zanistîtir tê kirin.
Berxwedana gerîla ya li Zap, Avaşîn û Metînayê tê kirin, heman têkoşîn bi rengên cudatir li her devera Kurdistanê her ferdekî kurd û kurdistanî dike. Li dijî gerîla bi teknîk û çekên kîmyewî, li Rojava bi topbaran, li Bakur bi girtin û Başûr bi talankirina xwezayê êrîşên qirkirinê tên kirin.
Ji hemûyan xedartir jî li Îmraliyê tê kirin. Şerê mezin li Îmraliyê ye. Agirê volkanê li Îmraliyê dikelê. Piştî Îmraliyê şerê germ li çiya û ser gerîla tê kirin. Şerê sar jî li nava bajar li ser jin, ciwan û her ferdê civakê tê kirin. Li Îmraliyê sîstema îzalasyon û îşkenceyê heye. Li çiya şer û kîmya tê barandin, li bajaran jî girtin, îşkence, destdirêjî-destavêtina kurdan heye. Her alî şer e, her alî berxwedan heye. Ji bo wê ye ku her gava bê avêtin divê ewilê mirov biavêj e.
Ji ber ku êrîş li ser te jî heye. Ji bo wê rabe û gav biavêje. Gava yekem sîstem û rejîma faşîst a dîktator û mêtinger boykot bike. Di serî de meclis, dibistan, zanîngeh, hemû daîreyên hikûmî boykot bike. Hemû sazî û dezgehên dibin gule û li ser zarok û civaka te dibare, boykot bike. Heqê ceyranê, heqê avahî û heqê avê nede. Bi pere û heqê av, ceyran û sîstema rêveberiyê dibe gule û li te vedigere. Tenê mehekê vê bike, wê sîstem bi xwe hilweşe. Bi heqê keda xwe li ser serê xwe dêwek daye avakirin û ji te, bedena te têr dibe. Bi dibistan û zanîngehan te ji rastî û hebûna te biyanî dike. Te ji xwebûn û çanda te qût dike. Tu biyanî yî li xwe. Tu ne tu yî!
Vê carê bêje ji bo her tiştî bes e! mirin jî be ji vî ezabî baştir e. Vê carê her tiştî bide aliyek, bila rojek be, bi rûmet be. Ne emrek be bi êş û bê rûmetî be ku kes qedrê kûçikekê bi me neke. Niha nasnameya kûçik heye, em bê nasname ne. Gelo ev bi zora te naçe? Meclis û saziyên dewletê ku diçeyê bi hêviya jî hesabek ji bo te nake, heta kengê li ber serî tewandî be? Meclisa ku lê dozê dike, te weke hebûn qebûl nake, tu ji wê çi hêvî dike? Doxtorê ku bi kurdî derdê xwe jê re dibêje, baş li te nanêre û diçe, çi derman jê dixwazî? Jixwe ji bo ku te bikuje, tişta jê tê dike, wê derman bide te, wê ji bo derdê te çareyek peyda bike. Na, bi xwedê vê nake. Ê baş e, çima vê jê dixwazî.
Na, em ne muhtacî sîstemek wiha ne. Eger em ê koleyê sîstema wiha bin, bila serhildêrek li ber vê rabûyî û mirîbe sed qat baştir e.
Ji bo wê rabe gav biavêje. Rabe yê vê bike û ser bixe tu yî, ne kes din e. Tu gav biavêje wê li pey te wer in. Îro dora te ye, rabe û bimeşe.