PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

‘Çanda herî resen ew e ku kurd xiyanetê li nirxên xwe nekin’

Hevserokê Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Iliyas Seydo têkildarî geşedanên li Kurdistanê axivî û diyar kir ku çanda herî resen ew e ku kurd xiyanetê li nirxên xwe û yekitiya xwe nekin

Nêrgiz Ismayîl |

Hevserokê Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Iliyas Seydo li ser rewşê herî dawî ku diqewimin nirxandin kir.

Seydo diyar kir ku çanda herî serke çanda yekitî û biratiya gelan e û wiha got: “Dikarim bibêjim ku em çendî di nava rewşên heyî de ku li tevahiya Sûryeyê qeyraneke kur heye, ev qeyran ne hêsan e ku zû bi zû bi dawî bibe. Ji ber ku pergala cîhanê tenê çanda şer û talankirinê ferz dike. Lê belê projaya me ya serke ew e ku em li şûna çanda şer û tunekirina mirovan û çandan, em bikaribin li ser xaka Rojhilata Navîn bi tevahî jî çanda aştiyane û vegera reseniya xwe pêş bixin. Em di wê zanebûnê de ne ku gelek astengî li pêşiya me hene lê hewla me ya sereke ew e ku em wê çanda hezkirin û pevre yekbûnê vegerînin asaleta xwe.”

Pergala Rêveberiya Xweser pergaleke demokratîk e

Di axaftina xwe de Seydo destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser ji bo wan şanseke mezin e, hem wekî pergel hem jî weke serkeftina şoreşa demokratîk ku hemû gelan di nav xwe de hembêz dike û ev tişt anî ziman: “Ev mijar jî dihêle ku em wekî desteya çand baş bikaribin çanda xwe ya gelan din av sîwanekê de bigihînin hev. Lê bi rastî mijarek heye dixwazim destnîşan bikim taybetî ji bo kurdan; şermeke gelekî mezin e kurd di vê demê de şerê hev bikin. Li şûna ku em têkevin xizmeta dijminên xwe de em xizmeta doza xwe bikin. Em jî wekî Desteya Çand û Hunerê di wê hewldanê de ne ku beriya çanda resen çanda vegera hişmendiya yekitî û wekheviyê pêş bixin.”

‘Dem ne dema xwe xapandinê ye’

Hevserokê Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê da zanîn ku çanda herî sereke divê em kurd îxanetê li çanda yekitiyê nekin û wiha pêde çû: “Divabe em xwe nexapînin ger êrîşkirin li ser perçeyekî hat kirin dê perçeyê din wekî xwe bimîne an jî bi silametî bimîne ne xêr. Berovajî kurdek li ku derê biêşê divê em hemû biêşin. Ji ber êşa me yek e. Ev mijar gelekî girîng e. Li ber çavan e dewleta tirk çawa di her demê de astengiyan ji me re çêdike. Ava Firatê qut dikin, êrîşî axa me dikin. Êrîşî keç û xortên me li serê çiyan dikin. Rast e wiha dide nîşandayîn ku li pişta hin kurdan e û li dijî hin kurdan e, lê di encamê de li dijî tevahiya kurdan e, bila kesekê vê yekê ji bîr neke. Dema mijar dibe azadiya kurdan ne tenê tirk hemû dinya li dijî me ne. Bila kurd wiha nefikirin dewleta tirk ji hinek kurdan hez dike û ji hinek kurdan hez nake.”

‘Qedera me bi hev re girêdayî ye’

Her wiha Iliyas Seydo nirxandina xwe bi van hevokan bi dawî kir: “Em weke kurd bi salan çanda me hatiye bişaftin. Bila em ji bîr nekin ji bo ku em bikaribin çand û hunera xwe ya resen biparêzin pêwistiya me bi parastina çanda xwedîlihevderketinê heye. Wekî her tişt wê çêbibe. Niha li vê derê ne tenê em wekî gelê kurd heman demê de ereb jî, bi hezaran erebên ji derveyî sîstemê ji hêla dewletê û pergala dewletê ve hatine çewisandin. Heta tirkmen, çerkes, ermen, suryan û hemû gelên herêmê ji bo ku bikaribin bijîn xwe kirin ereb. Lê mebesta min a sereke çi ye? Destpêkê divê kurd şerê kurd neke. Pêwîstiya me bi pev re jiyandinê heye. Parçeyek azad bibe nayê wê wateyê welat hemû rizgar bûye. Qedera me bi hev re girêdayî ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar