Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

PYD’ê bang li desthilata Başûr kir: Aqûbeta hevalên me aşkera bikin

Meclisa Giştî ya PYD’ê bi daxuyaniyekê bang li desthilatdariya başûrê Kurdistanê kir da ku aqûbeta hevalên wan ên hatine girtin diyar bikin û ragihand ku ger tiştek were serê nûnerên wan, berpirsyar hikûmeta Başûr e

Di 10’ê hezîranê de nûnerê pêwendiyan ê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Osman Xelîl, nûnerê Rêveberiya Xweser ê Hewlêrê Cîhad Hesen û Endamê PYD yê Hewlêrê Mistefa Ezîz Mistê dema saet di 03.00’an de diçûn pêşwaziya mêvanên xwe, li balafirgeha Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK`ê ve hatibûn girtin.

Tevî ku di ser binçavkirinê re 21 roj derbas bûn jî hîn agahiyek ji her sê kesan nayê girtin û têkildarî mijarê  tu zanyarî ji bo PYD û Rêveberiya Xweser nehatine dayîn.

Meclisa Giştî a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) derbarê nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD’ê ku li Başûr ji aliyê PDK’ê ve hatin revandin daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Di demeke ku ji me hemûyan pêkanîna yekitî û hevgirtinê, giyana berpirsyariya exlaqî û dûrketina ji nakokiyan û xebata li dijî hewldanên dewleta tirk ên dagirkirinê, tê xwestin de, desthilatên Hewlêrê di 10’ê hezîranê de endam û nûnerên Rêveberiya Xweser û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ên li başûrê Kurdistanê, Cîhad Hesen, Mistefa Osman Xelîl û Mistefa Ezîz Mistê dema diçûn balafirgeha Hewlêrê da ku mêvanên xwe yên rojavayî pêşwazî bikin, girtin. Ji wê demê ve em desthilatên Başûr muxateb digirin û jê dixwazin ku aqûbeta hevalên me û sedemên girtina wan ku ji pîvanên dîplomasiyê dûr in, diyar bikin. Lê ev bangewaziyên me heta niha bê bersiv in.

Em weke Meclisa Giştî ya PYD’ê ji her zirar û xetereyeke ku were serê hevalên me û ewlehiya wan desthilata Başûr, berpirsyar dibînin û daxwaza me ya zelalkirina aqûbeta nûnerên partiya me li Başûr berdewam e.

Em li hemberî raya giştî bang li desthilatên başûrê Kurdistanê dikin ku yekser aqûbeta hevalên me aşkera bike û wan serbest berde.

Em bi baldarî rewşa wan dişopînin bi taybet digel ku agahî hene ku ew radestî hinek aliyên ku dijminatiya kurdan dikin, hatine kirin.

Em vê pêngava girtinê û aqûbeta hevalên xwe wek hedefgirtineke rasterast a li dijî partî, destkeftî û hewldanên me yên ji bo pêkanîna yekitiyê dibînin.

Ji nirxandina hûrgilî ya kiryarên desthilatên Hewlêrê diyar dibe ku ew pêkanîna hewldanên dewleta tirk û pergalên dagirker ên li dijî doza me û armancên wê hêsan dike.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar