Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

PDK û rapora SETA’yê

Di demeke ku gerîlayên Kurdistanê li Qadên Parastinê yên Medyayê de li ser sînorên başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya tirk li ber xwe didin, PDK hêz dişîne deverên gerîla. Dema Zîne-wertê de dîsa PDK’ê hêz şand wan qadan û li wir bû sedem ku 3 gerîla şehîd bibin. Wê demê dihat pirsîn ka çima PDK’ê hêzê dişîne vê deverê? Aliyên PDK’ê derketin û gotin ew ji bo tedbîrên nexweşiya koronayê çûne wir!. Ev hinceta wan jî wekî gotina pêşiyan e ku dibêje “Lalo biaxive û kero guhdar bike” lê hatibû.

Herî dawî PDK’ê hêz şand herêma Çemço û berî wê jî herêma Metîna û ev tevger hemû bi tevgerekî hevkariya bi dewleta tirk re hat ziman û ev yek ne li dorî çavan bû. Her banga ku divê PDK’ê hevakariyê bi dewleta tirk re neke û bi ser gerîla ve neçe dihat kirin, rayedarên PDK’ê derdiketin û digotin PKK’ê li vir e ji ber wê dewleta tirk êrîş dike. Dema ku dewleta tirk zêde tengav bû û PDK’ê jî rastî nerazîbûnên gelê kurd hat, vê carê ‘serokê Herêma Başûrê Kurdistanê’ Neçirvan Barzanî derket û daxuyanî da. Neçirvan Barzanî bang kir ku divê yekitiyek çêbe. Lê banga Neçirvan ne ji yekitiya li dijî dagirkeriya dewleta tirk bû, li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû.

Li ser vê banga Neçirvan, Berdevkê Buroya Têkiliyên Derve ya KCK’ê Zagros Hîwa ji kanala Ronahî tv re axivî û wiha got: “Şûna ku Neçirvan banga yekitiya li dijî darikeriyê bike, banga şerê li dijî PKK’ê dike û ev ne helwesteke niştimanî ye.”

Ev hemû tevger û daxuyanî ji PDK’ê derketin û her rayedarên PKK û KCK’ê hişyarî û banga yekhelwesta li dijî dagirkeriyê kirin. PDK’ê digot “em başûrê Kurdistanê diparêzin û PKK’ê ewlehiyê xerab dike.” Herî dawî Navenda Lêkolînên Siyaset û Civakê ya Tirk SETA raporek weşand û tê de qale hevkariya PDK’ê bi dewleta tirk re kir û destnîşan kir ku aliyan li hev kiriye û kordîneyek li Hewlêrê ava kirine li dijî PKK’ê. Ew ê PDK’ê hêzê bişîne qadên PKK’ê lê ne û dewleta tirk jî operasyonê bidomîne. Her wiha bi PDK’ê re PKK ji qadê derxin.

Gotineke gelêrî heye ku dibêje; yek ji malê bû şahîdê meselê. Ev şahîd jî SETA’a tirk e ku ev ser bi desthilata tirk ve ye û ev rapor belgeyeke din e ku hevkariya PDK’ê û dewleta tirk a yekser li dijî gerîlayên Kurdistanê ye. Heta roja îro li ser vê raporê yekalî ji PDK’ê derneketiye û negotiye ku xalên di raporeke wiha de hatine weşandin ne rast in. Her wiha me dezgehên çapemenî û ragihandinê yên başûrê Kurdistanê jî şopandin, yek alî qala vê raporê nekiriye. Pirsa ku em dixwazin bikin jî dîsa ev e; çima aliyên din ên siyasî û dezgehên wê yên çapemeniyê qala vê raporê û hevkariya PDK’ê bi dewleta tirk re nakin? Her wiha dewleta tirk çima li ser navê navenda SETA’yê raporeke wiha diweşîne?

Gelo dewleta tirk, dixwaze piştî ku PDK’ê xistiye xeta xwe ya hevkariyê, bihêle aliyên din li dijî PDK’ê dijminatiyeke xurt bidin nîşandan û rêya vegera PDK’ê ya xeta kurdîtiyê bi carekê ve qut bike û bike hevkarê xwe? Di demekê de ku hemû aliyên kurdperwer û di sêrî de jî KNK’ê ketiye tevgerê ku PDK’ê ji rêya hevkariya bi dewleta tirk re vegerîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar