Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Newaya Jin bi manşeta ‘Nexşeya şoreşê jin xêz dikin’ derket

Di hejmara tîrmehê ya rojnameya jinan Newaya Jin de ji têkoşîna jinan heta Şoreşa Rojava, ji êrîşên dagirkeriyê heta piştevaniya jinan, cih ji gelek nûçe, analîz û dosyayan re hat dayîn

Navenda Nûçeyan |

Hejmara tîrmehê ya Newaya Jin, bi manşeta ‘Nexşeya şoreşê jin xêz dikin’ derket pêşberî xwendekarên xwe. Têkildarî têkoşîna jinan, berxwedana grevên birçîbûnê, Şoreşa Rojava, Peymana Stenbolê, êrîşên dagirkeriyê, tevnên piştevaniyê yên jinan gelek nivîs û nûçe di hejmara 196’an a rojnameyê de cih digirin.

Di vê hejmarê de Medya Doz salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê nirxand û destnîşan kir ku YPJ’ê li tevahiya cîhanê ruhê jinan rakir ser pêyan. Medya Doz diyar kir ku şoreşa gel a li Rojava vejîna jinan e û li nava atmosfereke tundiyê, şoreşa jinan pêk tê ku nexşeya hest, xewn û xeyalên gelekî diyar dike.

Rojnamevan Hêvîdar Xalid jî 10 salên pêvajoya avabûnê vegot.

Rabîa Tamer jî Peymana Stenbolê, nêzîkatiya desthilatdariya heyî ku 20 sal in Tirkiyeyê bi rê ve dibe, feraseta desthilatdariyê ya li jinan û malbatê nirxand.

Zerya Gul jî destnîşan kir ku şêwe û rêbaza êrîşan a pergala şaristaniya dewletê li tevgerên jinan ferz dike ku fikra xweparastinê, rêbaz û çalakiyên wê bi her awayî bi pêş ve bixe.

Rojeva greva birçîbûnê jî ji aliyê Ronahî Serxwebûn ve hat nivîsandin.

Ji nivîskarên kurdî yên rojnameyê Bêrîtan Zagros û Roza Metîna jî bal kişandin ser êrîşên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê. Nivîskaran pozîsyona PDK û YNK’ê ya li pêşberî dagirkeriyê nixandin.

Tevna RETE Jin a ku sala 2018’an li Îtalyayê ava bû û niha li gelek herêmên welêt kar dike, ji aliyê aktîvîst Camîlla Z. ve hat vegotin. Camîlla Z. qala esasên rêxistinbûn, rêbazên kar û armancên tevnê kir.

Di beşa jineolojiyê de Delal Emîlîo karên li Nîvgirava Îberê tê meşandin da nasandin.

Di hejmara nû ya rojnameyê de Radyoya ‘Dengê Welat’ hat nasandin ku radyo sala 2013’an hat avakirin û bi zaravayên cuda yên kurdî weşanê dike. Têkoşîn Mêrdîn qala polîtîkaya weşanê ya radyoya ‘Dengê Welat’ kir.

Têkildarî Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) ku 29’ê Gulana 2021’ê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist, Rojîn Agir bersiv da pirsên rojnameyê.

Di hejmara tîrmehê ya rojnameyê de nivîsên bîranînê yên li ser Şevîn Bîngol (Hulya Kul) a 22’ê Tîrmeha 2019’an de li Çewlikê şehîd bibû û Sarya Diyar a ku 3’ê Gulana 2021’ê de şehîd bûbû weşandin.

Hejmara nû ya rojnameyê li ser navnîşana înternetê ya newayajin.net dikare bê peydakirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar