Navenda Nûçeyan |
Peymana Stenbolê ya weke ‘Peymana Konseya Ewropayê ya Têkildarî Astengkirina Tundiya Nava Malê û Tundiya li Ser Jinan û Têkoşîna bi Van re’ tê zanîn û bi armanca tundiya li ser jinan û nava malê asteng bike, peybikeve û ji holê rake hatibû îmzakirin, bi îmzeya Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan di 20’ê adarê de hatibû fesixkirin. Di 1’ê tîrmeha 2021’an de yanî îro biryara peymanê ya rakirina ji meriyetê di Rojnameya Fermî de hat weşandin.