Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bîlançoya mehekê ya êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê

Bîlançoya mehekê ya êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser herêma Efrînê hat aşkerakirin

Bombardûmana artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundên Efrîn û Şehbayê dewam dike. Di êrîşa artêşa tirk de ya li ser gundê Meyasê yê navçeya Şêrawayê ya Efrînê zaroka 14 salî Zeynep hat qetilkirin. 28’ê hezîranê jî di encama teqîna mayineke çeteyan û artêşa tirk de ya li navbera gundên Basilê û Aqibê yê navçeya Şêrawayê, sivîlê bi navê Mîrzan Xelîl Ham Kalo bi giranî birîndar bû.

Bîlançoya êrîşên dagirkeriyê yên artêşa tirk ên li ser herêmên Efrîn û Şehbayê wiha ye:

  • 1’ê hezîranê, dewleta tirk bi şev û roj gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Şêx Îsa, Meranaz, Malikiyê û Şewarxa yên Şehba û Şêrawayê bi 8 obisan topbaran kirin. Her wiha balafirên keşfê li asîmana herêmê geriyan.
  • 2’ê hezîranê dewleta tirk bi şev û roj gundên Hurbil, Şêx Îsa, Meranaz, Malikiyê, Elqemiye, Kelê, Tat Meraş, Tinib û Şewarxa yên Şehba û Şêrawayê bi 14 obîsan topbaran kirin. Her wiha balafirên keşfê li asîmana herêmê geriyan.
  • 3’ê hezîranê dewleta tirk bi şev û roj gundên Meranaz, Malikiyê, Elqemiye, Kelê, Bênê, Girê Kilûtê, Aqîbê û Şewarxa yên Şehba û Şêrawayê bi 134 obîsan, 23 hawanan û 13 guleyên tankan topbaran kirin. Her wiha balafirên keşfê li asîmana herêmê geriyan.
  • 4’ê hezîranê dewleta tirk gundên Minix, Elqemiye, Soxanekê, Aqîbê, Bênê, Girê Kilûtê, Xerab Şemsê, Meranazê û gundê Mezin ên Şehba û Şêrawayê bi 234 obisan û 89 hawanan topbaran kirin. Her wiha balafirên keşfê li asîmana herêmê geriyan.
  • 5’ê hezîranê gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Şêx Îsa, Tepê Gêra, Girê Xwedê, Meranaz, Malikiye, Kelê, Şewarxa, Soxanekê, Meyasê û Girê Kilûtê yên Şehba û Şêrawayê bi 96 obisan ji aliyê dewlet tirk ve hat topbarankirin. Her wiha balafirên keşfê li asîmana herêmê geriyan.
  • Di 6’ê hezîranê de dewleta tirk bi şev û roj gundên Tat Meraş, Şewarxa, Merenazê, Eyn Deqnê, Kelê, Xerab Şemsê yên Şehba û Şêrawayê bi 57 obisan û 23 hawanan topbaran kirin. Her wiha balafirên keşfê li asîmana herêmê geriyan.
  • 7’ê hezîranê dewleta tirk gundên  Meranaz, Malikiyê,  Şewarxa, Tepê Şehîd Xabûr, Eyn Deqnê, tepê Xwedê yên Şehba û Şêrawayê bi 57 obîsan û 9 hawanan topbaran kir. Her wiha balafirên keşfê û yên şer li asîmana herêmê geriyan.
  • 8’ê hezîranê dewleta tirk bi şev û roj gundên Til Medîq, Til Cîcan, Minix, Merenazê, Malikiyê, Bênê û Elqemeiye yên Şehba û Şêrawayê bi 23 obisan û 18 hawanan topbaran kir. Her wiha balafirên keşfê û yên şer li asîmana herêmê geriyan.
  • 9’ê hezîranê dewleta tirk gundên Eyn Deqnê, Şêx Îsa, Merenazê, Tat Meraş û Şewarxa yên Şehba û Şêrawayê bi 26 obisan û 26 hawanan topbaran kirin. Her wiha balafirên keşfê û yên şer li asîmana herêmê geriyan.
  • 10’ê hezîranê dewleta tirk bi şev û roj gundên Minix, Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Meyasê, Malikiyê û Meranazê yên Şehba û Şêrawayê bi 127 obisan û 23 hawanan topbaran kirin. Her wiha balafirên keşfê û yên şer li asîmana herêmê geriyan.
  • 11’ê hezîranê dewleta tirk bi şev û roj gundên Meranaz, Malikiyê, Elqemiye, Dêr Cimêl, Bênê, Samûqa, Bêlûniyê, Minix û Eyn Deqnê  yên Şehba û Şêrawayê bi 47 obisan û 25 hawanan topbaran kirin. Her wiha balafirên keşfê û yên şer li asîmana herêmên Şehba û Efrînê geriyan.
  • 12’ê hezîranê dewleta tirk gundên Meranazê, Elqemeiye, Geliyê Meyasê, Qinêtrê, Girê Şehîd Xabûr, Kefer Xoşer, Basûtê, Kelê, Eyn Deqnê, Minix, Şêx Îsa û Samuqe yên Şehba û Şêrawayê bi 23 obisan û 18 hawanan topbaran kirin. Her wiha balafirên keşfê û yên şer li asîmana herêmê geriyan.
  • 13’ê hezîranê dewleta tirk bi şev û roj gundên Eyn Deqnê, Minix, Bêluniye, Wehşiye, Til Rifet, Merenazê, Malikiyê, Elqemiye, Soxanekê, Aqîbê, derdora Soxanekê, Ziyaretê, Xirêbkê, Dêr Cimêlê, Bênê, herêma di navbera Bênê û Dêr Cimêlê de, herêma di navbera Ziyaretê û Dêr Cimêlê de, herî dawî herêma di navbera Dêr Cimêlê û Kefer Naya de yên Şehba û Şêrawayê bi 478 obusan û 180 hawanan topbaran kirin. Her wiha balafirên keşfê û yên şer li asîmana herêmê geriyan.
  • 14’ê hezîranê dewleta tirk a dagirker gunên Malikiyê, Meranazê, Şewarxa, Meyasê, Eyn Deqnê, Tepê Gêra û Şêx Îsa yên Şehba û Şêrawayê bi 17 obîsan topbaran kir, her wiha balafirên keşfê û yên şer li asîmana Şehba û Şêrawayê geriyan.
  • 15’ê hezîranê  dewleta tirk bi şev û roj gundên Til mediq, Şêx Îsa, Eyn Deqnê, Bêluniyê, Meranaz, Malikiyê, Şewarxa, Bênê, Aqîbê û Soxanekê  yên Şehba û Şêrawayê bi 13 obusan topbaran kirin. Her wiha balafirên şer û yên keşfê li asîma Şehba û Şêrawayê geriyan.
  • 16’ê hezîranê dewleta tirk a dagirker gundên Meranaz, Malikiye, Şewerxa, Tepê Meyasê, Tepê Kilûtê, Til Medîq, Eyn Deqnê yên Şehba û Şêrawayê bi 8 obusan topbaran kirin. Her wiha balafirên keşfê û yên şer li asîmana Şehba û Şêrawayê geriyan.
  • 17’ê hezîranê dewleta tirk dagirker bi şev û roj gundên Meranaz, Malikiyê, Tat Meraş, Eyn Deqnê yên Şehba û Şêrawayê bi 23 obusan topbaran kirin. Balafirên keşfê û yên şer li ser herêma Efrînê û Şehbayê geriyan.
  • 18’ê hezîranê dewleta tirk a dagirker gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Şêx Îsa, Meranaz, Malikiyê û Elqemiye yên Şehba û Şêrawayê bi 47 obusan topbaran kirin. Balafirên şer û keşfê jî li herêmê geriyan.
  • 19’ê hezîranê dewleta tirk a dagirker gundên Tat Meraş, Malikiyê, Meranaz, Soxanekê , Girê Şehîd Xabûr û Aqîbê yên Şehba û Şêrawayê bi 30 obusan û 13 hawanan topbaran kirin. Her wiha balafirên keşfê û yên şer li ser xeta Şehba geriyan.
  • 20’ê hezîranê dewleta tirk a dagirker gundên Eyn Deqnê, Malikiyê û Merenazê yên Şehba û Şêrawayê bi 12 hawanan û 5 topên tankan topbaran kirin. Balafirên şer û yên keşfê bênavber li ser xeta Şehba û Şêrawayê geriyan.
  • 21’ê dewleta tirk a dagirker bi şev û roj gundên Malikiyê, Meranaz û Elqemiye yên Şêrawayê bi 6 hawanan topbaran kirin. Balafirên şer û yên keşfê li ser xeta Şêrawayê geriyan.
  • 22’ê hezîranê  dewleta tirk a dagirke gundên Meranaz û Malikiyê yên Şehba û Şêrawayê topbaran kirin û balafirên şer û yên keşfê li ser xeta Şehbayê geriyan.
  • 23’ê hezîranê dewleta tirk a dagikrer bi şev û roj gundên Minix, Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Hezwan, Samuqa, Meranaz, Malikiyê, Elqemiye û Tinibê yên Şehba û Şêrawayê bi 8 hawanan û 17 obusan topbaran kirin. Balafirên şer û yên keşfê li ser xeta Şêrawayê geriyan.
  • 24’ê hezîranê dewleta tirk a dagirker bi şev û roj gundên Bêlûniye, Eyn Deqnê, Meranaz, Malikiyê, Şewarxa, Tat Meraş, Girê Kilûtê û Elqemiyê yên Şehba û Şêrawayê bi 27 obusan topbaran kirin. Balafirên şer û keşfê li ser xeta Şehba û Şêrawayê geriyan.
  • 25’ê hezîranê dewleta tirk a dagirker gundên Meranaz, Malikiyê, Xerab Şemsê, Eyn Deqnê û Bêlûniye yên Şehba û Şêrawayê bi şev û roj topbaran kirin. Her wiha balafirên şer û keşfê li ser xeta Şehba û Şêrawayê geriyan.
  • 26’ê hezîranê dewleta tirk a dagirker gundên Meranaz, Elqemiye, Malikiyê, Şewarxa, Kelê, Bendava Şehbayê, Eyn Deqnê, Bêlûniyê û Şêx Îsayê bi 25 hawanan û 35 obusan topbaran kirin. Balafirên şer û yên keşfê li ser xeta Şehba û Şêrawayê geriyan.
  • 27’ê hezîranê dewleta tirk a dagirker gundên Samuqa, Til Medîq, Eyn Deqnê, Şêx Îsa, Şêrka, Meranaz û rêya di navbera Şehba û Şêrawayê de, bi 60 obusan û 12 hawanan topbaran kirin. Balafirên keşfê û yên şer li ser xeta Şehba û Şêrawayê geriyan.
  • 28’ê hezîranê dewleta tirk a dagirker gundên Malikiyê, Meranaz, Girê Kilûtê, Eyn Deqnê û Tepê Xwedê yên Şehba û Şêrawayê topbaran kirin. Her wiha balafirên şer û yên keşfê li ser xeta Şehba û Şêrawayê geriyan.
  • 29’ê hezîranê dewleta tirk a dagirker gundên Elqemiye, Xirêbkê, Şêx Îsa û Hurbil ên Şehba û Şêrawayê bi şev û roj bi 27 obîsan û 13 hawanan topbaran kirin. Balafirên şer û yên keşfê li ser xeta Şehba û Şêrawayê geriyan.
  • 30’ê hezîranê dewleta tirk a dagirker gundên Meranaz û Girê Şehîd Xabûr ên Şêrawayê topbaran kirin. Her wiha dewleta tirk a dagirker zeviyên li Ezaz û Meryemînê dan ber agir.
  • Di encama topbarana artêşa tirk a dagirker a li ser gundê Meyasê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê de zaroka bi navê Zeyneb (14) jiyana xwe ji dest da. Her wiha di 28’ê hezîranê de jî di navbera gundê Basilê û aqîbê yên navçeya Şêrawayê de mayîneke çeteyên dewleta tirk a dagirker bi şivanê bi navê Mîrzan Xelîl de teqiya û bi giranî birîndar bû.
  • Li gorî bîlançoyê kantona Efrînê û kantona Şehbayê yên girêdayî herêma Efrînê rojane hatine topbarankirin û gelek ziyan gihiştiye mal û milkên şêniyan. EFRÎN 
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar