Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Bila berê guleya me li dijmin be’

Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a Herêma Cizîrê Talet Yunis jî têkildarî kiryarên herî dawî ku PDK’ê li hemberî hêzên kurdî ango nûnerên Rêveberiya Xweser dane nîşandan, axivî û diyar kir ku bila berê guleya wan li dijminê doza wan be

Nêrgiz Ismayîl |

Di 10’ê hezîranê de, hêzên PDK’ê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cîhad Hesen û endamên têkiliyên PYD’ê Mustefa Xelîl û Mustefa Ezîz ên Hewlêrê dema berê xwe didan balafirgeha Hewlêrê da ku mêvanan pêşwazî bikin, revand.

Ji wê demê ve hêzên ewlehiyê yên girêdayî PDK’ê tevî xwestekên Rêveberiya Xweser û PYD’ê, cihê endamên revandî û sedema revandina wan, diyar nekiriye.

Helwesta PDK’ê cihê şermezariyê ye

Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a Herêma Cizîrê Talet Yunis jî têkildarî kiryarên herî dawî ku PDK’ê li hemberî hêzên kurdî ango nûnerên Rêveberiya Xweser dane nîşandan, axivî.

Talet Yunis diyar kir ku cihê şermezariyê ye ku hêzeke kurdî bi daxwaza dewlet tirk a dagirker tişteke bi vî rengî dike û wiha got: “Di heman demê de dixwazin hêzên kurdî derbasî nav van kiriyarên xwe bikin. Ev hewldan û êrîşên ku têne kirin hemû hêviyên gelên kurd dişkînin. Bi taybetî hikûmeta Başûr helwesteke kurdewarî li dijî êrîşên dewleta tirk pêş nexistiye, berovajî êrîşên xwe li hemberî kurdan taybetî nûnerên me pêş xistin.”

Şaşiyên dîrokî nekin

Yunis destnîşan kir ku nêzîkatiyên PDK’ê di demen dawî de pêş dixe, bi dêvla nîşanî dewleta tirk bide, li hemberî wan kesên ku xizmeta Kurdistanê dikin pêş dixe û ev tişt anî ziman: “Ev nêzîkatî cihê şermezariyê ye. Gelekî girîng e di vê demê de em hedefa xwe şaş nekin. Em li beramberî destkeftiyên kurdan helwestan datînin an jî li beramberî dijminên kurdan. Vê pirsê gelekî girîng dibînim.

Ji hemû hêzên kurdistanî tê xwestin ku helwestên xwe nîşan bidin û van kiryaran vala derxînin. Em bangawaziya yekitî, biratî û hevgirtinê ji hemû hêzên kurdan dikin. Em wekî Rêveberiya Xweser di wê hewldanê de ne ku bi hezaran xwîna ciwanên me li her deverê Kurdistanê hatiye rijandin. Hemû şehîdên welat in. Tu ferq û cihekarî di navbera wan de nîne. Li ser vê xakê gelek şer û têkoşînên mezin hatine kirin. Heta vê kêlîkê jî dewleta tirk hin bajarên me dagir kirine û li ber çavên me ye. Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî ji bîra me naçe. Şerê DAIŞ’ê di tu devera dinyayê nehatiye dîtin, me li vê derê me jiya. Em weke Rêveberiya Xweser bang dikin ku diviya bû hêzên kurdî, çi partî bin, çi hêz bin em şaşiyên dîrokî nekin. Bila berê guleya me li dijminê doza me be, ne li di sînga birayên me de bin. Ez ê vê yekê gelekî girîng dibînim.”

Dîrok xwe dubare nake

Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a Herêma Cizîrê Talet Yunis axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Derfetên azadiyê yek carê ji gelan re çêdibin. Em jî wekî gelê kurd li ku derê bin ev cara yekemîn e ku di dîrokê de şensê azadiyê ji me re vebûye. Divabe em vî şansî baş bikar bînin. Di dema dawî de PDK’ê dibêje çi endamên ku di saziyên Rêveberiya Xweser de kar dikin em ê wan bigirin. Çawa hizrekî wiha dibe? Şermekî mezin e. Ma gelo ev kurd dijmin in?

Banga me banga yekitiyê ye. Banga ku van hevalên me bi awayeke lezgîn berdin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar