Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cuma - 4 Ekim 2024

‘Helwesta herî radîkal tevlibûna nav refên gerîla ye’

Gerîlayê YRK’ê Cengawer Qendîl ku sedema tevlêbûna xwe ya nav refên gerîla vegot, diyar kir ku helwesta herî radîkal û watedar a li hemberî dijmin, tevlibûna nav refên gerîla ye û got ku gerîla yekane rêya rizgariyê ye

Êrîşên dagirkerî yên dewleta tirk li ser herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê dayî destpêkirin dewam dike. Li hemberî van êrîşan berxwedana gerîla jî didome. Yek ji gerîlayên ku li qadên berxwedanê ye, gerîlayê Mahabadî yê rojhilatê Kurdistanê Cengawer Qendîl e.

Qendîl pêvajoya tevlibûna xwe ya nava refên gerîla vegot û ev tişt anî ziman: “Li hemberî zilm û zextê rejîma Îranê ya li ser welat û gelê kurd ez tev li nav refên gerîla bûm. Ez tevlibûna xwe wek şansek pir mezin dibînim. Eger ez tev li Tevgera Azadiyê nebûma, ez ê ji aliyê dagirkeran ve bihatibam asîmîlekirin. Ji bo min tişta herî balkêş, têkiliya hevaltiyê ya di navbera gerîlayan de ye. Min heya niha yek gerîla nedîtiye ku ji bo jiyana xwe ya takekesî hewl dabe. Li şûna vê ji bo avakirina jiyaneke mirovî û exlaqî ya ji bo Kurdistan û gelên bindest di nava hewldanê de ye.”

Ji bo jiyaneke bi rûmet tev li refên gerîla bibin

Her wiha Qendîl bang li hemû ciwanên kurd kir ku ji bo jiyaneke bi rûmet û azadiyê tev li nav refên gerîla bibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê ciwanên Rojhilat bizanin ku dîktatoriya Îranê bi rêbazên şerê tayber dixwaze ciwanên kurd qezenc bike. Rejîma Îranê mîna dewletên din ên dagirker bertekek hişk nîşanî ciwanan nade. Bi bikaranîna rêbazên pir nerm ciwanan digire nava xwe. Dewleta Îranê derfetên heyî jî tune dike û mirovan mehkûmê birsîtî û bêkariyê dike û piştre jî weke ku bexşînek be pêşkêşî mirovan dike. Ji ber vê pêwîst e ciwanên Rojhilat li hemberî van defikên dewletê hişyar bin. Helwesta herî radîkal û watedar a li hemberî dijmin, tevlibûna nav refên gerîla ye. Gerîla, yekane rêya rizgariyê ye. Ji ber vê sedemê bang li hemû ciwanên kurd dikim ku ji bo jiyaneke bi rûmet û azad tev li nav refên gerîla bibin.”   ŞAHO 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar