Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rêveberiya Xweser bi rayedarên Swêdê re civiyan

Şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rayedarên Swêdê re civiyan

Navenda Nûçeyan |

Şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li avahiya hikûmeta Swêdê ya li Stokholmê bi siyasetmedar û dîplomatên swêdî re civiyan. Her du aliyan rêbazên têkoşîna li dijî terorê û rûniştandina ewlehiyê li herêmê, her wiha sûcên dewleta tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî nîqaş kirin.

Şandeya Rêveberiya Xweser ji cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd, nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Ewropayê Ebduselam Mistefa, endamê Daîreya Têkiliyan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Elî Rehmûn û nûnerê Rêveberiya Xweser ê Swêdê Şiyar Elî pêk tê.

Şandeya rêveberiyê ji aliyê serokê Komîteya Têkiliyan a Parlamentoya Swêdê Kenneth Forsland, serokê Komîteya Têkiliyan a Partiya Sosyalîst a Swêdê Anders Osterby, serokê Şaredariya Stokholmê Kader Kosogi, gerînendeya Balmanya Centerê Anna Sodertrum û endamê Komîteya Mafên Mirovan a Parlamentoya Swêdê Thomas Humberberry ve hat pêşwazîkirin.

Têkoşîna we ji bîr nakin

Di civînê de berpirsê Komîteya Têkiliyan a Parlamentoya Swêdê Kenneth Forsland bixêrhatina şandeyê kir û wiha got: “Em minetdarê têkiliya bi we re ne. Em fedakariyên we yên ku ji bo têkoşîna li dijî terorê û pêkanîna aramiyê ji bîr nakin. Pêwîstiya vî şerî bi kedên mezin û bêhempa heye. Hûn bi rola xwe rabûn.”

Piştre her du aliyan geşedanên dawî yên li Sûriye û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nexasim sûcên dewleta tirk a dagirker nîqaş kirin. Her wiha her du aliyan pêwîstiya meşandina xebatan ji bo parastina ewlehiya herêmê piştrast kir.

‘Dewleta tirk şerê navxweyî dike hedef’

Bedran Çiya Kurd di civînê de axivî û ev tişt anî ziman: “Doza bingehîn ku her kesî digihîne hev, şerê li dijî terorê û siyasetên dewleta tirk ên li herêmên dagirkirî ne, bi taybet li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî. Dewleta tirk siyaseta tirkkirinê û guhertina demografîk li wan herêman dide meşandin. Ji bo wê şêniyên wê yên resen dide koçberkirin. Em hêvî dikin ku em bi hev re ji bo pêkanîna aştiyê û ewlehiyê ji şêniyên herêmê re kar bikin.”

Derbarê rola neyînî ya dewleta tirk a li Sûriyeyê jî Bedran Çiya Kurd wiha got: “Dewleta tirk bi rêya siyasetên xwe yên li herêmê armanc dike Împaratoriya Osmanî vejîne, tevliheviyê, şerekî navxweyî derxe û ewlehiya li herêmê têk bibe. Her wiha bi awayekî sereke hewl dide çareseriya aloziya Sûriyeyê asteng bike.”

Tê payîn ku di çend rojên pêş de şandeyê serdana gelek welatên ewropî bike û civînan bi şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li Ewropayê re pêk bîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar