Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Iraq Peymana 9’ê Cotmehê li ser êzidiyan ferz dike

Berdevkê Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Şengalê Faris Herbo ku li gel şandeya Rêveberiya Xweser li Bexdayê bi rayedarên Iraqê re hevdîtin pêk anîn, destnîşan kir ku Bexda Peymana 9’ê Cotmehê li ser êzidiyan ferz dike

Di demên dawî de hevdîtînên di navbera Rêveberiya Xweser a Şengalê û hikûmeta Iraqê de zêde bûne. Di hefteya borî de piştî ku şandeyek ji hikûmeta Iraqê serdana Şengalê kir, şandeya Rêveberiya Xweser a Şengalê jî çû Bexdayê û bi şandeyeke payebilind a Iraqê re hevdîtin kir. Bi taybet civaka êzidî û her wiha raya giştî derbarê van hevdîtinan de xwedî gelek pirs û meraqê ye. Li milê din jî di pêvajoyeke bi vî rengî de artêşa tirk a dagirker destpêkê herêmê Şêxan, nêzî Laleşa pîroz bombebaran kir û pişt re jî li Şengalê êrîşeke hewayî pêk anî.

Têkildarî mijarê Berdevkê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser a Şengalê Faris Herbo ku li ser navê Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Iraqê re hevdîtin kir, axivî.

Êrîşên Tirkiyeyê

Faris Herbo destpêka axaftina xwe de bal kişand ser operasyonên dewleta tirk a bi armanca dagirkirina başûrê Kurdistanê û destnîşan kir ku ev êrîş ne tenê li hemberî gerîla û PKK’ê ye her wiha di şexsê gerîla de li hemberî hemû civaka kurd, destkeftiyên Kurdistanê, Şengalê û li hemberî xaka Iraqê û gelên Iraqê ye jî.

Herbo der barê stratejiya dewleta tirk de ev tişt anî ziman: “Dewleta tirk behsa plana 2023’yan dike. Dewleta tirk dixwaze heya 2023’an hinek mintiqeyên stratejîk li Iraqê bi dest bixe ku ew û çeteyên xwe li van mintiqeyan cihê xwe ava bikin. Dixwazin piştî ku dema Peymana Lozanê xilas be karibin vê mintiqê tev li xwe bikin.”

Destkeftiyan her çar parçeyan e

Herbo destnîşan kir ku dewleta tirk di êrîşên xwe yên dagirkirinê de destek û alîkariyê ji hin hêzên iraqî û kurdistanî jî digire û wiha pêde çû: “Ev destkeftiyên li başûrê Kurdistanê, ne tenê malê PDK’ê ne. Malên gel in. Gelê Başûr ji bo hebûna xwe ya siyasî û di statûyekê de biparêze bi sedhezaran şehîd dan. Bi taybetî piştî şerê li hemberî DAIŞ’ê, kurd li her deverên cîhanê hatin nasîn, îtibara wan çêbû. Lê îro ji ber ku PDK’ê bi awayek aşkera îxanetê li yekgirtina kurdan dike, bi tirkan re li hev dike û wan tîne ser axa Iraqê û axa Kurdistanê. Ev cihê xeteriyeke mezin e. Eger bê gotin ku ev şer tenê li ser gerîla ye, li ser PKK’ê ye, ev dibe xwe xapandin.”

‘Hewce ye gelê Iraqê jî hişyar be’

Berdevkên têkiliyên Derve Faris Herbo da zanîn ku Tirkiye bi stratejiya dagirkirina Kerkûk û Musilê tevdigere û ev yek jî dike ku pêşî li gelên Iraqê bike. Herbo di vê mijarê de bang li hikûmeta Iraqê û hêzen kurdistanî kir û wiha got: “Dewleta tirk îro li Telafer, Musil, Kerkûk û li seranserê başûrê Kurdistanê xwe birêxistin dike. Eger naxwazin vê heqîqetê bibînin, xwe dixapînin. Gelên Iraqê û bi taybet jî şîa çawa ku li hemberî êrîşên DAIŞ’ê ketin nav liv û tevgerê, îro jî êrîş li ser xaka Iraqê û gelên Iraqê heye, divê li hemberî van êrîşan hişyar bin.”

Xetereyên li pêşiya êzidiyan

Herbo bi bîr xist ku di nav hefteya borî de dewleta tirk hem êrîşê Şêxanê hem jî Şengalê kiriye û ev tişt got: “Ma li Şêxanê çi heye? Em wekî êzidî, van operasyon û êrîşan wek xetereyeke mezin li ser xwe dibînin. Eger dewleta tirk biçe Laleşa pîroz dê kî Laleşê biparêze? Ji ber ku di 2014’an de tu kesî neparast, dest jê berdan, gerîla hat û parast.”

Agahiyên girîng

Berdevkê Şengalê Faris Herbo der barê hevdîtinên bi hikûmeta Iraqê, agahiyên girîng dan û diyar kir ku di hevdîtinan de hikûmeta Iraqê her bi rêya dewleta tirk gefan li wan dixwe û wiha got: “Di hevdîtinan de Iraqê ji me re digot ger em neyên Şengalê yan jî hin tiştên ku em dixwazin nekin dê dewleta tirk were û êrîşî we bike. Dema mirov axaftina Iraqê û êrîşa dewleta tirk bîne gel hevûdu, tê wê wateyê ku di van êrîşan de li hev kirine. Iraq dibêje ez îradeya te nas nakim, an jî dê dewleta tirk were û li te de. Tirk hat li me da, tê wê wateyê hikûmeta Iraqê û dewleta tirk ji bo Şengalê, di tifaqê de ne.”

‘Çima mafên êzidiyan nadin’

Faris Herbo Peymana 9’ê Cotmehê ya 2020’î û bi tifaqa niha ve girêda û bi bîr xist ku ev peyman li ser daxwaza Tirkiyeyê hatiye morkirin, lê ji ber berxwedan û sekna civaka êzidî heya niha bi ser neketiye. Herbo di berdewama nirxandinên xwe de nebûna xwesteka çareseriyê ya hikûmeta Iraqê bi van gotinan rexne kir: “Iraq dibêje em dewletekî federal û demokratîk in. Li gor destûrê jî wisa ye. Îro birayên me yên mesîhî, şebek, tirkmen, kurd, sûnî, şîa, mafê xwe yên siyasî, civakî, îdarî, perwerdehî û ewlekarî girtine, xwedî maf in. Bi xwe îdareya xwe dikin û em jî destek dikin ku her netew mafê xwe bigire. Lê ji bo êzidiyan çima qedexe ye? Eger di destûr de heye tu çima mafên êzidiyan nadî, çima ji êzidiyan re qedexe ye lê ji yên din re serbest e?”

Naveroka hevdîtinan

Herbo encamên hevdîtinên bi hikûmeta Iraqê re jî nirxand û ev agahî dan: “Bi taybet di heyva heziranê de gelek hevdîtin çêbûn. Du caran hevdîtin bi komîsyona bilind a ku ji hêla hikûmetê ve hatiye avakirin re çêbû. Di wê komîsyonê de Ewlekariya Niştimanî, Ewlekariya Netewî, Fermandariya Operasyonên Giştî, ev her sê saziyên ewlekariyê yên esasî hene. Carekê nûnera Neteweyên Yekbûyî (NY) jî amade bû. Me bi NY’ê re li Şengalê jî hevdîtin çêkirin. Hevdîtinên me li Kerbela jî çêbûn. Di hevdîtinan de me daxwazên xwe da zanîn ku em wekî gelê êzidî dixwazin di warê siyasî, îdarî, ewlekariyê de rêveberiya xwe ava bikin. Ji bo çareseriyê, dewleta Iraqê heya niha pêş de gav neavêtiye. Nexwestiye ku bi şiklekî demokratîk ev pirsgirêk çareser bibe. Her tim me xwestiye bi diyalogê meselê çareser bikin. Bêyî ku hêzên cûda tesîr bikin me xwestiye bi Iraqê re çareser bikin. Lê di hevdîtinên dawî de jî gotin çi dibe bila bibe divê hûn Peymana 9’ê Cotmehê qebûl bikin. Ruxmê ku gel vê peymanê red dike, car din jî dixwazin li ser milet ferz bikin.”

‘Şengal dikare bibe mînaka çareseriyê’

Herbo xeteriyên vê siyaseta hikûmeta Iraqê jî nirxand û hişyariyên girîng kirin. Herbo destnîşan kir ku eger hikûmeta Iraqê pirsgirêkê bi şêwaza demokrasiyê çareser neke dê wekî li Diyala, Xaneqîn û Kerkûkê, pirsgirêk û alozî kûr bibin û got eger pirsgirêk bi awayek demokratîk çareser bibe wê demê dê Şengal ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên Iraqê bibe mînak û model. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar