Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Rayedarên girtîgehê ‘poşmantî’ li girtiya siyasî ferz kirin

Mîzgîn Çîçek a dema xwendekara zanîngehê bû hat girtin û 6 sal 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn, piştî ku cezayê wê ket bin salekê ji bo şertê kontrola edlî serî li girtîgehê da. Lê rayedarên girtîgehê bi awayekî bi devkî ragihandin ku bi şertê Çîçek bibêje ‘poşman e’ û derbasî ‘qawişa serbixweyan’ bibe dikarin daxwaza wê bixin meriyetê

Mizgîn Çîçek (27) a dema xwendekara beşa Mamostetiya Zanînên Civakî ya Zanîngeha Dokûz Eylûla Îzmîrê bû di 23’ê adara 2017’an de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ 6 sal 3 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn. Ji ber cezayê Çîçek ket bin salekê dikare ji bo berdana şertê kontrola edlî, serî li girtîgehê bide. Çîçek a di Girtîgeha Jinan a Şakranê de tê girtin ji bo derbasî girtîgeha vekirî bibe di meha adarê de bi daxwaznameyekê serî li îdareya girtîgehê da lê girtîgehê daxwaznameya wê nexist meriyetê. Li ser vê yekê ji Çîçeka ku aqûbeta daxwaznameya xwe pirsî re bi devkî bersiv hat dayîn û şert danîn pêşiya wê.

Birayê Mîzgîn Çîçek, Yûnûs Çîçek ku di hevdîtina telefonê de ji tiştên qewimîn re agahdar bû, helwesta rayedarên girtîgehê ya kêfî vegot. Çîçek diyar kir ku xwişka wî bi hinceta parvekirinên medyaya dîjîtal hatiye girtin û wiha got: “Ji ber cezayê wê daket bin salekê ji bo berdana şertê kontrola edlî serî li girtîgehê da. Rayedarên girtîgehê daxwaznameya wê nexistin meriyetê jî. Dema aqûbeta daxwaznameyê pirsî bi awayekî devkî jê re wiha gotin ‘heke tu derbasî qawişa serbixweyan bibî û li wir 6 mehan bimînî, dikarî ji mafê şertê kontrola edlî sûdê bigirî’. Wê jî xwest ku bi awayekî nivîskî vê yekê jê re teblîx bikin. Hêj bi awayekî fermî tiştek jê re neşandine. Poşmantî li xwişka min tê ferzkirin û dixwazin derbasî qawişa girtiyên ku jê re dibêjin serbixweyî bibe.”

 Înfaza girtiyên siyasî tê şewitandin

Her wiha Çîçek destnîşan kir ku li Girtîgeha Şakranê, heta niha mafê şertê kontrola edlî nedane tu girtiyan û axaftina xwe wiha bi dawî kir : “Dema girtiyên siyasî serî lê didin demildest komîsyon tê avakirin û daxwazên wan bi heman awayî tên redkirin. Înfaza wan dişewitînin û dibin sedemê ku hemû cezayên xwe di girtîgehê de biqedînin. Me derbarê mijarê de serî li Komeleya Mafê Mirovan da. Li ser hemû girtîgehan hiqûqa dijminanê pêk tînin û dixwazin di girtîgehê de bigirin. Di heman demê de dixwazin bi binpêkirinên mafan wan biqutifînin.” ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar