Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Ji Lozanê heta Cenevreyê ‘Meşa Parastina Kurdistanê’

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê ragihand ku dê di navbera 10 û 12'yê tîrmehê de li Lozanê heta Cenevreyê meşek bê lidarxistin

Navenda Nûçeyan |

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku di 10-12’yê tîrmehê de dê li Swîsreyê ji bajarê Lozanê heta Cenevreyê meşek bê lidarxistin û siyasetmedar, nivîskar, hunermend, rojnamevan û akademîsyen tev li bibin.

Di destpêka daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Ji bajarê Lozanê yê Swîsreyê ku bi Peymana Qirkirinê ya Lozanê Kurdistan lê kirin 4 parçe, heta bajarê Cenevreyê em ê meşeke ji bo 3 rojan li dar bixin. Meş dê li dijî qirkerî û dagirkeriya li ser Kurdistanê bi dirûşma ‘Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê em Kurdistanê biparêzin’ bê lidarxistin.

Ji nêrînên siyasî yên cuda, ji parçeyên cuda yên Kurdistanê dê nûnerên sazî û partiyan, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, wênevan, rojnamevan, akademîsyen, xiristiyan, kurd, suryanî-keldanî, asûrî, ermen, tirkmen, elewî, misilman, êzidî, jin û ciwan di 10, 11, 12’yê tîrmehê de ji Lozanê heta Cenevreyê bimeşin.”

Ji bo pûçkirina qirkirina 100 salî dem dema yekitiyê ye

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gelê kurd piştî 100 salan bi ruhê yekitiyê yê li 4 parçeyan pêk anîne gihiştine wê astê ku encamê bi dest bixin û wiha hat domandin: “Ji her demê bêhtir şens heye ku ev yekitî bê xurtkirin û nasnameya kurd bibe xwedî statuyekê. Welat û hêzên navneteweyî yên li ber vê yekitiyê radibin û ji bêstatumayina kurdan sûdê werdigirin, bi her cûre dek û dolaban ji bo qirkirina gelê kurd, li pêşberî dewleta tirk a dagirker bêdeng dimînin û piştgiriya wê dikin.

Dewleta tirk a ku vê yekê ji bo xwe weke firsendê dibîne, ji bo li hemû parçeyên Kurdistanê paqijiya etnîkî bike derfetên xwe hemûyan bi kar tîne. Rêya bingehîn a pûçkirina vê yekê bi mezinkirina yekitiya me ya neteweyî dibe. Têkoşîna hevpar a gelên Kurdistanê wê bibe qezenca vê sedsalê. Bi yekitiyê kurd û Kurdistanê dê bi ser bikevin. Ji bo pûçkirina qirkirina 100 salî, niha dema yekitiyê ye.”

Banga tevlibûnê

Her wiha di daxuyaniyê de bang li gelê kurd, dostan û her kesên xwe weke mirov dibîne hat kirin ku tev li meşê bibin û hat ragihandin ku civîna çapemeniyê dê 10’ê tîrmehê saet di 10:30’î de bê kirin û meş jî li Place du Port, 1006 Lausanne, Ouchy dest pê bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar