Navenda Nûçeyan |
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li paytexta Ewûstûrya Viyanayê nûnertî vekir. Nûnerên Komeleya Nîştimanî ya Sûriyeyê, Partiya Yekitiya Kurd li Sûriyeyê, Partiya Demokratîk a Pêşverû a Kurd li Sûriyeyê, Partiya Gel, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), nûnerê Tîma Rojava-Viyana û seroka Meclisa Komele ya Kurd li Viyana beşdarî merasîma vekirinê bûn.
Di merasimê de, Hevserokê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Derar li ser çalakî, panel û xebatên ku dê nûnertiya wan pê rabe axivî û diyar kir ku armanca wan ew e gelê Sûriyeyê yên li wir hev nas bikin, nêzî hev bibin û pirsgirêkên xwe di navbera xwe de çareser bikin.