PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Dijmin bi teknîka xwe gerîla jî bi îdeolojî û baweriya xwe şer dike

Gerîlaya YJA Starê Arîn Koçer diyar kir ku dibe ku dijmin bi teknîkê şer dike lê îdeolojî û baweriya wan heye û wiha got: “Heta ev îdeolojî û bawerî hebe, heta ku ev ruhê hevaltiyê hebe em ê bi rengekî mezin bi ser bikevin û dijmin li bin bixin.”

Gerîlaya YJA Starê Arîn Koçer têkildarî êrîşên dewleta tirk ên ser herêma Heftanînê û bersiva gerîla ya li dijî van êrîşan ji Ajansa ANF’ê re vegot.

Arîn Koçer anî ziman ku hêzên dagirker di destpêkê de berê xwe dane girên vala, cihên ku gerîla lê nebûn û wiha got: “Destpêkê bi balafir û helîkopterên êrîşê bombardûman kirin. Piştre jî leşker danî ser van giran.”

Dewleta tirk bi kontra, çete û çehşên xwe dest bi êrîşan kir

Koçer diyar kir ku artêşa tirk ne bi leşkerên xwe bi kontra, çete û cehşên xwe dest bi êrîşan kiriye û wiha axivî: “Yên li wan giran hatin bicihkirin û şer dikirin, kurdên xwefirotî bûn. Dewleta tirk bi xwe nehat û şer nekir.”

Gerîla Arîn Koçer qala lehengiya Cenga Heftanînê kir û ev tişt anî ziman: “Bi ruhê heval Goran û Esmeran operasyon hat têkbirin. Bi ruhekî fedaî heta fîşeka xwe ya dawî şer kirin û bi rêbaza nû ya gerîla teknîka dijmin pûç kir.

Dijmin li Heftanînê pişta xwe bi teknîkê germ dikir. Lê teknîka wan hat têkbirin. Em xwe bi felsefeya Serokatî perwer dikin. Dibe ku dijmin bi teknîka xwe şer bike lê belê îdeolojî û baweriya me heye. Heta ev îdeolojî û bawerî hebe, heta ku ev ruhê hevaltiyê hebe em ê bi rengekî mezin bi ser bikevin û dijmin li bin bixin.”

Yên dê bi ser bikeve gerîla ye

Gerîlaya YJA Starê destnîşan kir ku artêşa tirk a dagirker li hemberî berxwedana gerîla bêencam maye û wiha pêde çû. “Dijmin li bendê bû ku li Heftanînê encamê bigire. Lê nekarî vê bike. Dijmin bi xwe jî êdî zane bin ketiye. Wisa lê hatiye ku nizane êrîşî ku derê bike, çawa bike, ew bi xwe jî êdî di nava nakokiyan de ye. Ji her alî ve li bin ketiye. Ji ber ku li Heftanînê bi ser neket, xwest li Garê encamê bigire. Lê tişta dixwest bi dest nexist. Hevalan ew operasyon jî têk bir. Bi ruhê şehîd Şoreşan dijmin li bin ket. Di şikeft û tunelan de şer kirin, bi rêbaz û taktîkên nû yên gerîlayên serdema nû, dijmin li bin xistin. Dijmin neçar ma ku xwe vekişîne. Hefteyekê jî nekarî li ber xwe bide. Li Garê, Heftanîn, Metîna û li xeta Avaşîn-Zagrosê ji her alî ve êrîşê dike. Lê encamê nikare bi dest bixe. Yê bi ser bikeve, yê encamê werdigire gerîla ye, rêxistin e.”

Pêwîst gelê kurd rabe ser pêyan

Her wiha gerîla Arîn Koçer axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê bi ser bikevin. Lê divê gelê me yê bakurê Kurdistanê jî li hemberî operasyonan bibe bersiv, rabe ser pêyan û neheqiyê qebûl neke. Rastiya kurdan êdî derketiye holê, êdî ber bi serkeftinê ve diçe. Pêwîst e gelê kurd, jin û ciwanên kurd, hemû gelên bindest vê dagirkeriyê qebûl nekin û rabin serhildanê.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar