Navenda Nûçeyan |
Parlamentoya Hollandayê êrîşa DAIŞ’ê ya di 3’yê Tebaxa 2014’an de li ser êzidiyan destpê kir û bi qirkirinê berdewam kir, bi awayekî fermî weke qirkirin nas kir. Pêşnûmeya ku ji aliyê parlamentera Yekitiya Xiristiyanên Demokrat (CDA), Anne Kuik ve hat pêşkêşkirin, li parlamentoyê ket dengdanê. Pêşnûme bi yekdengî hat qebûlkirin.
Di pêşnûmeyê de tê diyarkirin ku Parlamentoya Ewropa, Meclisa Parlamenterên Konseya Ewropayê, Meclisa Nûnerên Amerîkayê, Komîsyona Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Sûriyeyê û di rojên derbasbûyî de, parlamentoya Belçîkayê, kirinên hovane ku çeteyên DAIŞ’ê li ser êzidiyan, mesîhiyan û civakên din ên etnîkî û olî kirine, weke sûcên li dijî mirovahiyê û jenosîde penase dikin.
Di dewamiya pêşnûmeyê de tê gotin ku parlamento diyar dike ku DAIŞ’ê li dijî civaka êzidî jenosîd kiriye, sûcên li dijî mirovahiyê pêk aniye.
Ligel vê yekê, têkildarî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an 4 pêşnûmeyên din jî hatin qebûlkirin.
Xalên ku hatin qebûlkirin wiha ne:
-Di darizandina DAIŞ’iyan a li Hollandayê de, divê dengê qurbaniyên êzidî jî bê bihîstin û mafê tazmînatê bê naskirin.
-Ji bo edaletê, darizandina çeteyên DAIŞ’ê, yên ku ji derve çûne herêmê û sûc kirine jî di nav de, li herêmê pêk were.
-Divê fona alîkariya ji bo piştgiriya jin û zarokên êzidî ku bûne qurbanê hovîtiya DAIŞ’ê bê zêdekirin.
-Divê hikûmet piştgiriyê bide jinûveavakirina Şengalê
Hejayê gotinê ye ku di rûniştina 1’ê tîrmehê ya Parlamentoya Hollandayê de, wezîra karên derve Sigrid Kaag jî li ser navê hikûmetê piştgirî dabû pêşnûmeyê. Sigrid Kaag diyar kiribû ku hikûmeta Hollandayê ji bo naskirina qirkirina êzidiyan, di qada navneteweyî de kar dike lê hîn ji bo vê yekê, desteka pêwist a siyasî nîne. Kaag destnîşan kiribû ku heta ev yek pêk were, dê xebatên xwe yên komkirin û radestkirina delîlên qirkirinê, ji bo navenda lêkolîna serbixwe ya navneteweyî ya girêdayî NY’yê, dewam bikin. Ji bo ku fermana 3’ê Tebaxa 2014’an weke qirkirina êzidiyan di qada navneteweyî de bê naskirin, divê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, biryarnameyek bê qebûlkirin, an jî ji aliyê Dadgeha Navneteweyî yan Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ve jî biryar bê dayîn.
Bi vê gavavêtinê Hollanda jî li welatên ku Qirqirina Êzidiyan nas dikir zêde bû. Parlementoya Belçîkayê jî ji bo ku qirqirina êzidiyan nas bike hefteya derbasbûyî pêvajoya fermî dabû destpêkirin.