Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

‘PDK çete û xwefiroşê welat e’

Kesûkarên qurbaniyên di xwepêşandanên li başûrê Kurdistanê de şehîd bûne, diyar kirin ku PDK çete û xwefiroşê welat e, weke Şengal dibe ku bajarên din jî bifiroşe û wiha gotin: “Pêwîst e PDK ji Kurdistanê were derxistin. Ne ji PKK’ê be dê Tirkiye di 2 rojan de Kurdistanê dagir bike.”

Dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka başûrê Kurdistanê bênavber dewam dike. Dewleta tirk dixwaze bi rêya PDK’ê rê li ber şerek navxweyî ya di nava kurdan de veke. Nerazîbûna hemberî helwesta PDK’ê û êrîşên dewleta tirk roj bi roj zêde dibin. Kesûkarên qurbaniyên di xwepêşandanên salên borî yên li Herêma Federal a Kurdistanê bi destê çekdarên PDK’ê şehîd bûne, behsa berxwdana gerîla û êrîşan ji Ajansa Rojnewsê re kirin.

Bavê şehîd Germiyan ê ku di xwepêşandana 17’ê sibata 2011’an de şehîd bibû, Ehmed Sabir diyar kir ku hewldanên ji boş erek li dijî PKK’ê dê ziyanê bigihîne her çar parçeyên Kurdistanê û wiha got: “Ji ber ku PKK hêviya jiyana xelkê ye, PKK ji bo xelkê azadî û welat têdikoşin. Lê PDK dixwaze bi wekaleta Tirkiyeyê dijî PKK’ê şer bike. Divê aliyên siyasî bêdeng nemînin û zextê li PDK’ê bikin. Yekitî bi pratîkî dibe, ne bi axaftinê. Bila êdî kes ji ber şer û pêşbaziya siyasî, nebe sedema şewitandina cergan. Berxwedana PKK’ê ji bo her çar parçeyên Kurdistanê ye.”

Sabir dawiyê de banga xwepêşandanan kir û ev tişt anî ziman: “Divê xelk li seranserê Kurdistanê bimeşin û zextê li PDK’ê bikin. Ji ber ku PDK ne bi xwe şer dike û ne jî zarokên xwe dide kuştin. Tenê zarokên xelkê zirer dibînin.”

Divê aliyên siyasî dengê xwe bilind bikin

Helo Yehya birayê şehîd Edhem ê ku di xwepêşandana par de li Çemçemalê şehîd bûbû jî da zanîn ku ew bi hemû awayî dijî şerê navxweyî ne ji ber ku ev şerê malwêraniyê ye.

Helo bang li hemû aliyên siyasî kir da ku dengê xwe bilind bikin, wek sedem jî da zanîn ku nabe weke parlamento ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye bêdeng kirin, xelk jî bêdeng be û divê her kes xwedî helwest be.

PDK çete û xwefiroşê welat e

Helo Yehya got ku PDK çete û xwefiroşê welat e, weke Şengal dibe ku bajarên din jî bifiroşe û ev tişt anî ziman: “Welatan tîne ser xaka kurdan, PDK ji dema hatî avakirin ve, dijî kurd e. Pêwîst e PDK ji Kurdistanê were derxistin.”

Herî dawî Yehya behsa berxwedana gerîla kir û wiha got: “Berxwedana gerîla ji bo Kurdistanê ye, ger PKK nebe wê di nava 2 rojan de Kurdistan ji aliyê Tirkiyeyê ve were dagikrin. Çekdarên PDK’ê birayê min û hinek kesên din şehîd xist. Lê heya niha jî nekarîn guleyek berdin dijmin. PDK li hemberî sûcên Tirkiyeyê nikare axaftinek bike, çekdarên ku ji bo PDK’ê xelkê dikujin, ger ewqas dilsozin bila biçin li Behdînanê şerê Tirkiyeyê bikin. Bila zarokên vê nîştimanî di navxwe de nekujin.” ÇEMÇEMAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar