Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

HPG: 17 leşkerên tirk ên dagirker hatin kuştin

Çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê zêde dibin. Di çalakiyên herî dawî de herî kêm 17 dagirker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Egîdên Botanê de;

Dagirkerên artêşa dewleta tirk li herêma Kato Jîrka ya Botanê li qadên Deriyê Beqê, Deriyê Berana û Deriyê Qaçê kemîn danî bûn. Hêzên demeke dirêj ev dagirker xistin bin kontrola xwe û 3’yê tîrmehê saet di 20:20’î de li qada Meydan Casûsan ji du baskan ve bi koordîneyî lê dan. Di vê çalakiya hêzên me yên YJA Starê de 3 dagirker hatin cezakirin.

4’ê tîrmehê saet di 22:00 de li qada Garisa ya navçeya Dihê ya Sêrtê, li dijî wesayîteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî a artêşa tirk a dagirker ku ber bi Qereqola Tiryanê ve diçû, bi rêbaza sabotajê çalakî hat lidarxistin. Di encama çalakiyê de wesayîta Kîrpî bi temamî hat îmhakirin û 10 dagirkerên tê de hatin cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;

7’ê tîrmehê saet di 07:00 de li çiyayê Zendûrayê li dijî dagirkeran çalakî hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn. Di dema çalakiyê de kozikek û 2 sîstemên kamera ya mobesse yên li ser gir hatin îmhakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

6’ê tîrmehê saet di 23:10’an helîkoptera êrîşê ya li herêma Girê Silêman ku dixwest bombardûmanê bike, bû hedefa hêzên me. Derb li helîkopterê hat xistin û di encamê de helîkopter neçar ma ku ji herêmê biçe.

7’ê tîrmehê saet di 05:00 de li dijî dagirkerên ku ji Girê Şehîd Întîkam ber bi Girê Şehîd Dijwar ve diçûn, bi rêbaza sûîqestê çalakî hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de dagirkerek hat cezakirin.

Dewlet tirk a dagirker bi helîkopter û balafiran bombe li herêmên Avaşîn û Metînayê barand. Bi gazên bi jehr êrîşê dibe ser tunelên şer ên li qadên Girê Sor û Werxelê ya Avaşînê.

Agahiyên berfireh ên li ser liv û tevgera dijmin û bombardûmanê wiha ne:

6’ê tîrmehê saet di navbera 17:00-01:00 de li qada Derarê ya herêma Metînayê helîkopter geriyan, gundê Hirorê, Kela Qumriyê, Gundê Dêşîşê û Koordîne bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

6’ê tîrmehê saet di navbera 00:00-00:30’î de li herêma Avaşînê qada Stunê û saet di 22:00 de jî li qada Werxelê bi balafirên şer bombardûman li tunelên şer hat kirin.

7’ê tîrmehê saet di 05:00 de gundê Maya yê herêma Metînayê bi balafirên şer hat bombekirin.

Ji ber vê bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatiye.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar