Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyek diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê û Bazên Zagrosê de li herêma Metîna 3 û li herêma Xakurkê jî 3 dagirker hatine kuştin.
Hurguliyên çalakiyan wiha ne:
“Di çarçoweya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;
-7’ê tîrmehê saet 19:30’an li Girê Koordîne çalakiyek dijî dagirkeran hatiye kirin. Baskê pêşî yê çalakiyê mewziya ku 2 dagirker tê de bûn kirine hedef, mewzî rûxandine û 2 dagirkerên li mewziyê hatine cezakirin. Baskê duyan ê çalakiyê mewziyeke din a li gir kirine hedef, mewziya ku bûyî hedef hatiye rûxandin û dagirkerek hatiye cezakirin.
Di vê çalakiyê de ku bi taktîka gerîlayê serdema nû hatiye kirin 3 dagirker hatine cezakirin, 2 mewzî bi temamî hatine rûxandin.
Di çarçoweya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;
-7’ê tîrmehê saet 08:30’an li Girê Şehîd Şervan ê Lêlikanê li dijî dagirker çalakiyek hatiye kirin. Di çalakiyê de mewziyeke dijmin a li gir hatiye rûxandin û 3 dagirker hatine cezakirin. Piştî çalakiyê dagirkeran windahiyên xwe bi wesayîtên sivîl ji qadê rakirin.”
Her wiha li gorî daxuyaniyê 7’ê tîrmehê saet di navbera 21:15-23:00’an de li qada Mervans a Avaşînê û Tabûra Ereban çûnûhatine helîkoptêran çêbûye. BEHDÎNAN