Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat bersiv da pirsên ajansa ANF’ê.
Beşa destpêkê ya hevpeyvînê wiha ye:
Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dewam dike. Destûr nayê dayîn ku parêzer û malbat wî bibînin. Têkildarî tecrîdê hûn dixwazin çi bêjin?
Li Îmraliyê sîstemeke îşkence-tecrîdê ya taybet li dijî Rêber Apo tê meşandin ku DYE, Îngilistan, Îsraîl û welatên Yekitiya Ewropayê li ser li hev kirine û dewleta tirk a faşîst jî gardiyaniyê jê re dike. Neçareserkirina pirsgirêka kurd, polîtîkaya înkar û tunekirinê bi rengê sîstema tecrîd-îşkenceyê ya li ser Rêber Apo tê meşandin. Di çarçoveya polîtîkayên qirkirinê de Rêber Apo di nava tecrîdeke mutleq de ye. Têkiliya xwe ya bi gel, raya giştî ya Tirkiyeyê û cîhanê û tevgera xwe re bi temamî tê qutkirin û hewl tê dayîn ku bêbandor bê hiştin. Ji bo nêrînên Rêber Apo negihêje civakê dibin asteng. Sîstema modernîteya kapîtalîst û dûvikê wê dewleta tirk a faşîst ji fikrên Rêber Apo ditirsin û ditirsin ku ev fikir bandorê li civakê bike.
Modernîteya kapîtalîst û jendermeyê wê yê li herêmê dewleta tirk, dijminatiya xwe ya li kurdan û mirovahiyê di sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê bi bi rengekî zalimen û qirêj raxistiye pêş çavan. Sîstema hegemonîk a kapîtalîst ku Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn dike, hewl dide bandora Rêber Apo ji holê rake û Tevgera Azadiyê tasfiye bike. Nirxên ku bi têkoşîna mezin a bêeman a 48 salan a bi pêşengiya Rêber Apo hatine afirandin bixe xizmeta xwe. Sîstema tecrîdê ya Îmraliyê esasê polîtîka û stratejiya herêmê ya hêzên navneteweyî ye ku DYE serkêşiyê jê re dike. Çawa ku bi komploya navneteweyî dest bi destwerdana li Rojhilata Navîn kirin, niha jî hewl didin bi tasfiyekirina Rêber Apo, tevgera wî û civaka kurd a azad, vê destwerdanê bi dîzayna nû bi ser bixînin. Êrîşên dagirkeriya tirk ên li Başûr jî parçeyek ji vê planê ye û weke dewama komploya navneteweyî tê meşandin. Sîstema tecrîd-îşkenceyê ya Îmraliyê di rewşa heyî de Tirkiye bi temamî dorpêç kiriye, xistiye binê hukmê xwe. Hiqûq û edaleta ku 22 sal in li Îmraliyê nayê bicihanîn, êdî bûye rastiyeke giştî ya Tirkiyeyê. Bêhiqûqî, bêedaletî wê serwer bûye. Faşîzma ku 22 sal in li Îmraliyê li ser hukm e, li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye. Sîstema tecrîdê ya Îmraliyê veguheriye polîtîkaya qirkirina kurdan, veguheriye qanûna rêveberiya bi faşîzmê ya li Tirkiyeyê.
Bi rabûna li ber tecrîdê, gelo ev zext û zordarî dikare bê bidawîkirin?
Bêguman. Gelên Tirkiyeyê bi rabûna li ber sîstema îşkence-tecrîdê ya li Îmraliyê dikare ji nava vê zext û zordariya faşîst rizgar bibin. Heta ku li ber sîstema tecrîd-îşkenceyê ya Îmraliyê ranebe, li Tirkiyeyê hiqûq, edalet, demokrasî, azadî û wekhevî pêk nayê. Lewma li Tirkiyeyê rewşenbîr, hunermend, tevgerên jin û ciwanan, hêzên demokrasiyê divê li dijî sîstema îşkence-tecrîdê ya li Îmraliyê têbikoşin û daxwaza azadiya Rêber Apo bikin. Heta ku li ber tecrîdê ranebe û ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîn neyê meşandin, têkoşîneke azadî û feraseta demokratîk nikare bê meşandin. Xwedîderketina li azadiya Rêber Apo şertê têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ye. Şertê xwedîderketina li paşeroja azad a Tirkiyeyê ye. Xwedîderketin û xwestina azadiya Rêber Apo pîvanê demokratbûn, wekhevî û azadîparêziyê ye, pîvanê parêzvaniya hiqûq û edaletê ye. Yên ku îdîa dikin ku van nirxan diparêzin lê li dijî sîstema îşkence-tecrîdê ya Îmraliyê gotinekê nabêjin, bi gotina herî sivik durû ne. Nepêkan e ku yên bi vî rengî bi rengekî rast û hevgirtî ji bo maf, edalet, hiqûq, wekhevî, azadî û demokrasiyê têbikoşe.
Li dijî sîstema îşkence-tecrîdê ya Îmraliyê bi salane têkoşîneke mezin tê meşandin. Gelê kurd li gel dostên xwe bi rengekî bêhempa li ber xwe didin. Bêguman ev berxwedan encamên girîng jî diafirîne. Gelê me neh sal in li Strasbourgê ‘Çalakiya Nobeda Azadiya Ocalan’ li dar dixe. Ev çalakî dilsoziya bi Rêber Apo re nîşan dide. Di şexsê Rêber Apo de dilsoziya mezin a bi azadiya Kurdistanê û demokratîkbûna Tirkiyeyê radixe pêş çavan. Bi vê wesîleyê di şexsê çalakgerên Strasbourgê de vê berxwedana mezin a gelê me û dostên me bi rêzdarî silav dikim. Bi saya têkoşîna gelê me û dostên me îro li cîhanê di asteke mezin de xwedîderketina li Rêber Apo heye. Ji bilî kurdan bi milyonan mirov, sendîka, şaredarî, partî, rêxistin, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, akademîsyen, siyasetmedar daxwaza azadiya Rêber Apo dikin, ji bo vê dixebitin û têdikoşin. Ev rewşeke gelekî girîng e. Her kesên ku vî karî dikin bi rêzdarî silav dikim. Ev kar gelekî girîng e lê tevî vê yekê divê têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo li her cihî bi rengekî hevgirtî bê meşandin. Armanca me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye, ji bo vê jî divê em hîn bêhtir bixebitin û têbikoşin. Bang li gelê me, dostên me, jinan û hêzên demokratîk dikim ku têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mezin bikin û encamê werbigirin.
‘Ji Mûsilê heta Kerkûkê dixwazin başûrê Kurdistanê dagir bikin’
Rojeva herî germ a Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê ye. Dewleta tirk a faşîst di 23’ê Nîsanê de li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê dest bi êrîşeke berfireh a dagirkeriyê kir û gerîla jî bi berxwedaneke dîrokî bersivê didin. Armanca êrîşên dagirkeriyê û asta heyî hûn çawa dinirxînin?
Beriya her tiştî di şexsê şehîdên Metîna, Zap û Avaşînê de şehîdên azadiyê yên Kurdistanê hemûyan bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînim. Bi rastî jî hevrêyên me li Metîna, Zap û Avaşînê dîroka berxwedaneke nû dinivîsînin. Bi îradeyeke awarte lehengiyê dikin. Bêguman sira vê îrade û baweriya bêhmpa eşqa mezin a li welatê azad û civaka azad e. Ev bexwedana dîrokî ji niha ve bi tîpên zêrîn li dîroka Kurdistanê û mirovahiyê hatiye nivîsandin. Derbên giran li dijmin xistiye û dijmin li cihê ku ketiyê, asê kiriye.
Dewlet tirk êrîşên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê weke parçeyek ji polîtîkayên xwe yên qirkerî û mêtingeriyê dimeşîne. Bi van êrîşên dagirkeriyê du tiştan dixwaze. Ya yekemîn û sereke tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ye. Bi komploya navneteweyî xwestin ku tevgera me tasfiye bikin. Dema ku ev kir, wê karibe kurdan hîn bi hêsanî qir bike. Li gel vê yekê armanca duyemîn jî dagirkirina temamiya başûrê Kurdistanê û desteserkirina wê ye. Eger PKK bê tasfiyekirin, ji ber ku hebûna xwe ya li Başûr gelekî xurt e wê karibe Başûr bi temamî dagir bike. Dîktatorê faşîst Erdogan di axaftinên xwe de armanca xwe ya dagirkeriyê bi rengekî aşkera tîne ziman. Çi digot? Peymana Lozanê ji bo Tirkiyeyê neserkeftin e. Mûsil û Kerkûk a tirkan e. Me di dema guncaw de dest li Bakurê Iraqê wernedan, me şaşitiyeke mezin kir. Em ê heman şaşitiyê li Bakurê Sûriyeyê nekin’. Tişta ku digot, niha dike. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst, şaştiya ku digotin li Bakurê Iraqê kirine, niha bi êrîşên dagirkeriyê hewl dide ji holê rake. Ji Mûsilê heta Kerkûkê dixwaze başûrê Kurdistanê dagir bike û bi vî rengî armancên xwe yên qirkeriyê bi cih bîne. Bi salan e tirkmenên alîgirê Tirkiyeyê yên li Mûsil û Kerkûkê bi rêxistin dike, çekan dide wan. Li Teleferê rêxistiniyên mîna yên li Kerkûkê dike. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi êrîşên xwe yên dagirkeriyê nîşan dide ku çima Mîsakî Mîlî timî weke armanceke neteweyî destnîşan dike. Bi vî rengî di dîzaynkirina herêmê de dixwaze destkeftiyên kurdan hemûyan ji holê rake. Ji bo vê jî dixwaze destpêkê PKK’ê ji holê rake ku li pêşiya van armancên wan asteng e.
Gerîlayên azadiyê li dijî dagirkeriyê berxwedaneke bêhempa nîşan dide. Ji Heftanînê heta Xakurkê berxwedaneke fedayî heye. Li qadên ku dewleta tirk dixwest di nava hefteyekê de dagir bike, zêdeyî 2 meh in şerekî mezin, berxwedaneke mezin heye. Artêşa tirk û çeteyên wê, li pêşberî berxwedana gerîla tevgav bûne û bi bikaranîna çekên kîmyewî dixwaze ji vê tengaviyê rizgar bibe. Ji bo vê piştgiriyê ji PDK’ê werdigire. PDK li gel êrîşên dagirkeriyê yên tirk li qadên gerîla, li herêmên navbera qadên gerîla hêza xwe bi cih dike. Hewl dide welê li gerîla bike ku nikaribe tevbigere, nikaribe şer bike. Hewl dide hêzên sînor ên Iraqê jî tev li van êrîşan bike. PDK bi bikaranîna hêzên sînor ên bi navê Pasavan, hewl dide nerazîbûna li hemberî xwe ber bi Iraqê ve bibe. Dixwaze PKK û Iraqê, Iraqê û dewleta tirk bîne hemberî hev, Iraqê bike parçeyek ji êrîşan û zexta raya giştî ya li ser xwe kêm bike. Di heman demê de bi rêya provokasyonan hewl dide gerîla neçar bihêle ku li dijî pêşmergeyan şer bike, neçar bihêle ku tev li şer bike. Dewleta tirk baş zane ku heta hêzên leşkerî yên PDK’ê û gerîla neyne hemberî hev nikare encamê bi dest bixe, lewma hewl dide PDK’ê bi rengekî çalak tev li şer bike.
‘Gerîlayên jin hêrs û hişê jinan temsil dikin’
Şervanên azadiyê bi berdêlên giran, li dijî dagirkeriya li ser başûrê Kurdistanê bûne mîna dîwarekî ji pola. Bi dehan ji wan bi rengekî fedayî şehîd bûn. Gerîlayên YJA Starê di asta fedayiyên pêşeng de tev li vê berxwedana dîrokî bûn. Hûn di vê der barê de dixwazin çi bêjin?
Li dijî dagirkeriya dewleta tirk, gerîlayên HPG û YJA Starê bi lehengî li ber xwe didin. Bi dehan hevrê ku bi fedayî li ber xwe dan şehîd bûn. Li Metîna, Avaşîn û Zapê, li pêşiya bîranînê hevrêyên me yên bi lehengî li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk şer kirin û şehîd bûn, bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Keda wan wê belasebep nebe. Ev têkoşîna herî mafdar a cîhanê wê teqez bi ser bikeve.
Gerîlayên YJA Starê mîna li Heftanînê li Metîna, Avaşîn û Zapê jî hêza herî fedayî ya berxwedana gerîla ye. Her yek Zîlan e, Sema ye, Bêrîtan e, Gulan e, Delal e. Hêza berxwedanê ye. Gerîlayên YJA Starê lehengî, rûmet û sekna azadiyê ya jinên kurd temsîl dike. Sekna serî netewandinê ya jinên kurd a li dijî dagirkeriya mêtinger, bi bexwedêriya gerîlayên YJA Starê bêhtir bi wate dibe. Eger jinên gelekî bi rûmetî li ber xwe didin û di oxira azadiyê de şehîd dikevin, têkoşîna azadiyê ya wî gelê tu carî têk naçe. Ev gotin rastiya jinên kurd îfade dike. Jinên berxwedêr misogerî û mizgîniya serkeftinê ya gelekî ber bi azadiyê ve ye. Mêtingeriya faşîst jî vê rastiyê dibînin, lewma li her derê; li çiyê, deştê û bajaran bi rengekî hovane êrîşê jinên kurd dike. Jinên kurd hesabekî dîrokî ji sîstema û zîhniyeta faşîst dipirse a ku jin û civakê ji nedîtî ve tê. Gerîlayên jin hêrs û hişê jinên bê hişmendî hatine hiştin temsîl dikin. Lehengiya jinan bi dilxwaziya azadiyê re dikin yek; rastiya dîrokê ji nû ve dinivîsîne û ji şaristaniya faşîst a serweriya mêr tolê hiltînin.
Eger li Kurdistanê têkoşîna gerîla nebûya, polîtîkayên qirkirinê yên dewleta tirk wê ji zûde ve bi ser ketibûya, wê kurd hatibûna qirkirin. Eger heta niha ji êrîşên qirkirinê encam bi dest nexistibin, ev yek teqez bi saya têkoşîna gerîla ye. Gerîla hêzeke mezin a îdeolojîk, siyasî û civakî ye. Misogeriya jiyana demokratîk, wekhev û azad e. Ev rastiya gerîla ji bo her çar parçeyên Kurdistanê bi heman wateyê ye.
Çarenûsa çar parçeyên Kurdistanê bi hev ve girêdayî ye. Li bakurê Kurdistanê ku parçeyê herî mezin e ku polîtîkayên qirkirinê herî zêde li ser tê ferzkirin, heta ku pirsgirêka kurd li ser bingeha demokratîk neyê çareserkirin, heta ku hebûn û azadiya kurdan misoger nebe ne li başûrê Kurdistanê, ne li rojavayê Kurdistanê ne jî li rojhilatê Kurdistanê hebûn û azadî misoger nabe. Eger têkoşîna gerîla nebe, wê statuya li Başûr û Rojava bi hêsanî ji holê bê rakirin. PKK û gerîla çavkaniya bingehîn a berxwedêriya kurdan e. Gerîla misogerî û hêza parastina statuya li Başûr e. Gerîla bi salan e ji bo parastina başûrê Kurdistanê têdikoşe. Eger bi têkoşîna gerîla li çar parçeyên Kurdistanê civakeke berxwedêr û atmosfereke siyasî nehatibûya afirandin, eger têkoşîna gelê kurd li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê deng venedabûya, nepêkan bû ku mirov qala statuya li Başûr bike. Ji ber vê yekê divê her kes bi qîmetê atmosfera siyasî ya kurd zanibe ku bi têkoşîna gerîla û PKK’ê hatiye afirandin. Dewleta tirk ji bo têkoşîna gerîla biqedîne û kurdan qir bike, bi rengekî taktîkî welê nîşan dide ku mîna Başûr nas dike. Jixwe sala 2007’an di hevdîtina Bush-Erdogan de di berdêla dijminatiya li PKK’ê û têkoşîna gerîla, başûrê Kurdistanê hatibû naskirin. Kengî gerîla derba mezin xwar, wê hingî emrê statuya li Başûr jî di demeke kurt de bi dawî bibe. Bila tu kurd, bila tu rêxistina kurd xwe nexapîne. Divê rastiya qirker faşîst a dewleta tirk baş bibîne û têbigihêje. Dewleta tirk a ku dijminê hebûn û zimanê kurdan e, statuya li Başûr qebûl nekiriye, tenê ji bo tasfiyekirina PKK’ê weke ku qebûl kiriye nîşan dide. Ev dewleta ku hebûn û zimanê kurdan înkar dike, statuya başûrê Kurdistanê li aliyekî, li kîjan devera cîhanê mafekî biçûk ê kurdan bi dest bikeve, nikare xwe lê rabigire. Dema ku kurdan mafek bi dest xist, yekser li dij şer dike û hewl dide ji holê rake. Difikire ku ev maf wê ji bo kurdan hemûyan bibe mînak. Hevkarê bingehîn ê desthilatdariya heyî MHP ye, ku ev yek jî nîşan dide bê polîtîkaya dewleta tirk a li dijî kurdan çi ye.
Parastin û mezinkirina gerîla ji bo me gelê kurd parastina hebûn û azadiyê ye, misogerî ye. Tenê bi mezinkirina gerîla, bi berxwedaneke topyekûn em dikarin xwe ji bin zext û zordariya qirkirinê rizgar bikin. Li ser vê bingehê em bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku li dijî dagirkeriya qirker mêtinger, Kurdistanê biparêzin. Dem dema parastina hebûn û azadiya xwe ye. Li dijî faşîzma qirker dem ew dem e ku li çiyê, li deştê, li bajaran û li qadan berxwedan bê mezinkirin û faşîzm bê hilweşandin. Divê ciwan her qadê bikin qada hesabpirsîna ji faşîzmê. Ciwanên kurd xwedî mîrate, îrade û hêzeke bi vî rengî ye.
‘PDK şirîk û parçeyekî van êrîşan e’
Jin û mêrên gelê kurd li hemberî vê faşîzmê bedena xwe dikin çeper û şer dikin. PDK’ê jî hewl da li Metînayê provokasyoneke mezin bike. Wekî ku tevgera we di daxuyaniyan de qal dike, xwest ji pişt ve dora wê bigire û ‘xencerekê’ lê bixe. PDK di nava şer de bi gaveke wisa re armanca wê çi bû?
PDK piştgiriyê dide polîtîka û êrîşên dagirker ên dewleta tirk a qirker û mêtinger. Ne ji vê piştgirî û destûra PDK’ê be dewleta tirk nikare êrîşeke dagirker ya wisa bike. PDK şirîk û parçeyekî van êrîşan e. Ji bo ku PKK tasfiye bibe PDK destûrê dide dewleta tirk a faşîst ku başûrê Kurdistanê tasfiye bike. Êdî ne tiştekî veşartî ye ku PDK û dewleta tirk gelek peymanên qirêj pêk aniye. Peymana wan a petrolê ya ji bo pêncî salan heye. Tê îddîakirin ji bo ku petrola li Kerkûkê tevî Tirkiyeyê têxin bin kontrola xwe, piştgiriyê didin dagirkeriya dewleta tirk û li Kerkûkê çavê xwe ji rêxistibûna tirkmenan a di warê siyasî û leşkerî de digire. PDK dixwaze hemû rêxistin û hêzên siyasî yên li derveyî armanca xwe tasfiye bike û hemû dewlemendiyên başûrê Kurdistanê têxe destê xwe. Ev hêz ketine xefleteke wisa ku dibêjin qey heke PKK tasfiye bibe ew ê li hemû Kurdistanê serwer bibin. Têkiliya PDK’ê ya bi destilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê li ser vê bingehê ye.
Di plana dewleta tirk a dagirkirina Başûr de PDK jî cih digire. PDK ji roja pêşîn ketibûya şer wê di nav kurdan de gelekî teşhîr bibûya û wê ji meşrûiyeta xwe bibûya. Ji ber ku kurd ne kurdên berê ne. Di nav civaka kurdan de bîr û hesteke xurt a neteweyî ava bûye. Gelê me di warê yekitiya neteweyî de hatiye asteke gelekî bihîstyar. PDK ji ber ku vê guherîna sosyolojîk a di nav civaka kurdan de dibîne, heta îro nexwest yekser têkeve nava şer. Lê bi awayê veşartî bi her cure piştgirî da dewleta tirk. Yek ji sedema ku heta îro neketiye nav şer jî ev e ku, dibêje wê dewleta tirk êrîşeke leşkerî bike, ez jî dorê bigirim em ê encamekê bi dest bixim. Li gorî fikra wan di destê dewleta tirk de têra xwe derfetên teknîkî hene û ew di vê astê de piştgiriyê bidin vî şerî wê bes be. Ji ber vê jî di destpêkê de tevî artêşa tirk neketiye nava şer. Lê tevî dorpêçkirinê, bi meşrûkirina dagirkeriyê re, ji roja pêşîn de diyar kiriye ew piştgiriyê didin vê dagirkeriyê. Gelek caran diyar kiriye ku Tirkiye ne dagirker e, Tirkiye ya ku li dijî PKK’ê şer dike mafdar e, xetereya mezin ne Tirkiye lê PKK ye. Bi kurtasî piştgiriyeke mezin a siyasî da dewleta tirk, meşrûiyeta wê pêk anî. PDK’ê ji dinyayê re got ku tu problema Tirkiyeyê bi kurdan re tune, ez jî kurd im têkiliyên me yên bi hev re gelekî baş e, problema Tirkiyeyê bi PKK’ê re heye û pêşiya vî tiştî girt ku dewletên li dinyayê nerazîbûnê nîşanî êrîşên Tirkiyeyê nedin. Li qada şer dora gerîlayan digire, dixwaze qadên gerîlayan ji hev qut bike, îstîxbaratê dide Tirkiyeyê û gerîlayan dide kuştin, her cure alîkarî û piştgiriya lojîstîk û veguhestinê dide artêşa tirk û tev li şer bû. Jixwe çend sal in bi îstîxbarata PDK’ê re gelek gerîla û fermandarê gerîlayan, rêveberên PKK û KCK’ê şehîd bûne. Mirov dikare bibêje gelek xebatên ku dewleta tirk dibêje xebata MÎT’ê ye, xebatên Parastinê ne ya ku rêxistina îstîxbaratê ya PDK’ê ye. Lê di vê astê de ev tişt dewleta tirk têr nake. Ji ber ku dewleta tirk li berxwedana mezin a gerîlayan ketiye, nikare bi pêş ve biçe û nikare encama ku dixwaze bi dest bixe. Dixwaze PDK jî yekser têkeve nava şer.
‘Divê PDK dev ji van gavên xetere û provokatîf berde’
Aşkera ye ku Hûlûsî Akar xwestiye ku PDK yekser û bi awayekî aşkera têkeve nava şer û PDK’ê jî hinek soz dane. PDK’ê soz daye ku wê têkeve şer. Lê di nav raya giştî ya kurdan de ji bo ku ji îtîbara xwe nebe, xwestiye fikreke wisa ava bike ku gerîla dest bi şer kiriye û dixwaze ji xwe re zemîneke meşrû ava bike. Li Metînayê wekî ku gelek pispor diyar dikin ji jor ve bi fuzeya SÎHA’yê li wesayîta PDK’ê hatiye xistin. Xwestine vê bûyerê têxin stûyê gerîlayan û zemîna meşrû ya şerê li dijî gerîlayan ava bikin. Ji dema ku dagirkeriya dewleta tirk dest pê kiriye, gelek provokasyonên bi vî rengî yên PDK’ê çêbûye. Jixwe dema ku xwest têkeve nav qadên gerîlayan û dora gerîlayan girt, ev ji serî heta binî provokasyon e. Heke em bi bihîstar û berpirsyar nêzikî meseleyê nebûna, niha ji zû ve me û PDK’ê şer dikir. Em dizanin tu feydeya vî şerî ji kurdan re tune, wê xisarê bide kurdan. Wê bi tenê dewleta tirk bi ser bikeve. Ji ber ku dewleta tirk li hemberî gerîlayan êdî nikare tiştekî bike, tekane tişta ku ew ê wê rizgar bike jî PDK li dijî PKK’ê şer bike. Dema ku PDK’ê xwest têkeve Çemçoyê jî ev di çarçoveya plana dewleta tirk de bû. Gaveke wisa şer bide destpêkirin û wê xisareke mezin bide gelê me û destkeftiyên gelê me. Divê PDK dev ji van gavên xwe yên xetere û provokatîf berde.
PKK 40 sal in li başûrê Kurdistanê ye
PKK bi salan e li Başûr e. Gelo di vê pêvajoyê de gelo PDK çima dixwaze PKK ji Başûr derkeve?
Erê, PKK 40 sal in li başûrê Kurdistanê ye. Dema ku Seddam li ser hikum bû, PKK li vir deran bi cih bû. Beriya sala 2003’an jî gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê hebû. Di sala 1982’an de protokolek bi PDK’ê re hatibû kirin. Vê protokolê tevgerîna hevpar a li dijî hêzên mêtinger ji xwe re kiribû esas. PDK’ê heta îro hebûna PKK’ê ji xwe re nekir pirsgirêk, gelo çima niha dike? PKK bi salan e li van qadan e. Dewleta tirk bi salan operasyonên leşkerî kir, gelek gerîla li ser vê axê şehîd bû. Tevî xwîna bi hezaran şehîdan gerîla li van qadan e. PKK bi dehan sal in wekî partiyeke kurdan li başûrê Kurdistanê heye. Bi sedan ciwanên ji başûrê Kurdistanê di nav refên gerîlayan de şehîd bûne. Bi sedan jî hê di nav refan de ne. Dema ku DAIŞ’ê êrîş kir, PDK û gerîla bûn hêza herî parastinê ya Başûr. Rastiye PKK û gerîlayan wisa ye, dewleta tirk li dijî kurdan êrîşeke qirkirinê ya ji her alî ve dimeşîne, PDK çima dibe parçeyekî van êrîşan? Divê PDK vî tiştî ji gel re rave bike. Gelê me vî tiştî ji PDK’ê dixwaze.
PDK dewleta tirk a mêtinger û qirker, wekî dagirkeran nabîne. Cihên hatine dagirkirin wekî dagirkirî nabîne. Tevgera ku hêzeke kurdistanî ye û têkoşîna azadiya kurdan dike jî wekî dagirker dibîne. Çima? Ji ber ku PKK têkiliyên PDK’ê yên bi dewleta tirk re yên ku tu kara wan ji kurdan re tune, deşîfre dike. Aşkera dike ku polîtîkaya wê ne li gorî berjewendiyên neteweyî ne. PKK dema li dijî dewleta tirk şer dike, gel hişyar dike û rê li ber vî tiştî vedike ku rastî derkevin holê. Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî dema ku got şerê birayan êdî heram e, PKK û gerîla li vir bû. Gelo ji ser vê gotinê çi derbas bû ku PDK a niha dixwaze li dijî PKK’ê şer bike? Gelê me bersiva van pirsan ji PDK’ê dixwaze. Dema ku dewleta tirk ji PDK’ê re got helwesta xwe ya li hemberî PKK’ê zelal bike, tevî me li dijî PKK’ê şer bike, ji dêvila ku êrîşên dewleta tirk wê meşrû bike û bibe parçeyekî van êrîşan ji dewleta tirk re bibêje çavkaniya hemû pirsgirêkan çaresernekirina doza kurdan e, heke hûn dixwazin ev pirsgirêk ji holê rabin doza kurdan çareser bikin û di warê çareseriya doza kurdan de rolek bistenda, rewşa siyasî ya di nav Tirkiyeyê re, nêrina qada navneteweyî ya li dijî Tirkiyeyê wê biguheriya, li Tirkiyeyê wê doza kurdan çareser bibûya. Dema ku Tirkiyeyê bidîta ku helwesta hemû kurdan wisa ye, yekitiya di navbera kurdan de pêk bihata û bidîta ku polîtîkayên heyî wê tu encamê nestîne, wê xwe nêzî çareseriya demokratîk bikira. Wê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jî nehata dagirkirin. Helwesta partiyeke kurdan a li dijî zext û şantaja dewleta tirk divê ev be ku jê re bibêje doza kurdan li ser bingeha demokratîk çareser bike. Yan na wê bibe amûra polîtîkaya tasfiyekirina PKK’ê, mafê tu partiyeke kurdan jî tuneye ku têkeve nav helwesteke wisa. Ji ber ku ya niha dewleta tirk hebûna kurdan nas nake, ziman, çand û nasnamea wê tune dike û dixwaze kurdan qir bike.
Serbilindî ye ku dostên wisa yên gelê kurd hene
Kesayetên navdar ên gelê kurd û dostên gelê kurd ‘Heyeta Aştiyê’ ava kirin û PDK’ê êrîşî vê heyetê kir. Kesên ji bo aştiyê derketibûn rê, ji aliyê PDK’ê hatin astengkirin, mirov dikare bibêje ev îspateke şênber a biryara şerê li dijî tevgera we ye?
Dema ku heyeta aştiyê hat rûyê rast ê PDK’ê derket holê. PDK naxwaze plana wê ya bi dewleta tirk re deşîfre bibe, dixwaze kurdan û dinyayê bixapîne. Ew partiyeke kurdan e û êrîşên dewleta tirk a mêtinger û qirker meşrû dike. Heyeta aştiyê ya navneteweyî ku li dijî dagirkeriya dewleta tirk derketiye û naxwaze di navbera PDK û PKK’ê de şer çêbibe, PDK helwestekê nîşan dide, ev jî careke din aşkera dike ku ew parçeyekî plana dagirker û qirker e. Divê partiyeke kurdan gelekî kêfxweş be ku dostên wisa yên gelê kurd hene û çalakiyên wisa demokratîk dikin.
Wekî ku hûn jî dizanin heyeta aştiyê piştre xwe bi navê ‘Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze’ îlan kir. Ev înîsiyatîfeke gelekî bi qîmet e. Li başûrê Kurdistanê xebatên gelekî girîng kir. Bi gelek kesayet û derdorên sivîl û rêxistinan re rûnişt, xwest di navbera kurdan de yekitiyeke wisa demokratîk pêk were û rolê bistînin. Serbilindiyeke mezin e ku dostên wisa yên gelê kurd hene. Ev nirxên ku têkoşînê ava kiriye, bi qasî ku parçeyekî şoreşê ye, bi tena serê xwe jî şoreşek e. Wê di geşbûna şoreşgerî ya azadiya gelê kurd de, pareke girîng a vê geşedanê hebe.
Em qîmetê didin xebatên Înîsiyatîfa Kurdistanê Biparêze. Heke ne ji piştgiriya welatên Ewropayê be, dewleta tirk nikare van êrîşên qirker bidomîne. Dîsa di helwesta Almanyayê de derket holê ku piştgiriyê dide polîtikaya dewleta tirk a qirkirinê. Vê polîtîkaya qirêj û pragmatîk a Almanya û welatên Ewropayê di qirkirina gelê kurd de şirîkatiya sûc e. Gelê me ji berjewendiyên qirêj ên serwerên Ewropayê re dibin qurban û ev jî di serdema me de rastiya herî xetere ye. Serwerên Ewropayê yên ku maskeya demokrasî û mafên mirovan dane ber rûyê xwe, rûyê herî qirêj û hovane yê di dîrokê de ye. Êşên ku kapîtalîzm bi mirovan dide kişandin belkî jî herî zêde vê rastiya bi maske ya serwerên Ewropayê îfade dike. Têkoşîna li dijî van polîtîkayên qirêj, têkoşîna herî bi rûmet û bi qîmet a serdema me ye. Dostên me xebata hêja ya vî tiştî dikin û têdikoşin. Em hemûyan pîroz dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin.
Hemû partiyên li dijî PDK’ê li dijî şer in
Li hemberî êrîşên dagirker û hewldana bi xetere yên PDK’ê divê siyasetmedarên kurd û partiyên siyasî helwesteke çawa nîşan bidin?
Di vê pêvajoyê de em bûn şahid, bihîstyariyeke mezin di civaka kurdan de heye. Bi rastî jî di nav gelê me de bihestariya neteweyî gelekî bi pêş ve çûye û bîrbûna polîtîk jî zêde bûye. Ev bihestyarî li her çar parçeyên Kurdistanê heye. Bi têkoşîna di bin pêşengiya PKK’ê de, bihîstyariyeke wisa derketiye holê. Ev ji bo gelê kurd destkeftiyeke mezin e. Jixwe hemû kes ji bo civaka kurdan dibêje civaka herî polîtîk a herêmê. Ev ji bo gelê kurd destkeftiyeke gelekî mezin e. Bi rastî jî wisa ye. Gelê me dijmin baş nas dike. Baş dizane ku şerê di navbera kurdan de wê bi kêrî dijminan were û wê xisarê bide gelê kurd. Ji ber vê jî naxwaze di navbera kurdan de şerek pêk were, bi tundî li hemberî wê ye. Em li başûrê Kurdistanê vî tiştî aşkera dibînin. Gelê li başûrê Kurdistanê li dijî şerê di navbera hêzên siyasî yên kurd de ne. Ji xeynî PDK’ê hemû partî û rêxistin li dijî şerê di navbera hêzên siyasî yên kurdan de ne. Ronakbîr, hunermed, rêxistinên sivîl ên civakî, bi kurtasî hemû başûrê Kurdistanê, ji xeynî beşeke elît a PDK’ê hemû kes li dijî şer in. Di vî warî de hin daxuyaniyên rêveberiya YNK’ê jî hene. Rêxistinên derveyî YNK’ê jî li hemberî dagirkerî û helwesta PDK’ê ya şer ferz dike, hin daxuyanî hatin dayîn. Ev girîng in lê ne bes e. Divê helwest û nerazîbûnên xurt werin aşkerakirin.
Gelê Başûr li dijî dagirkeriya dewleta tirk e, li hemberî provokasyonan e ku PDK dixwaze dora gerîlayan bigire. Lê hêzên siyasî yên Başûr naxwazin vê helwesta gel derkeve holê. Divê partiyên Başûr li ser gel zextan nekin, ji bo ku gel berteka xwe bi girseyî aşkera bike, divê wan serbest berde. Heke li ser gel zextan nekin wê li Başûr bi sed hezaran kes li dijî dagirkeriya dewleta tirk protestoyan bikin. Li hemberî gavên PDK’ê yên ku dixwaze dora gerîlayan bigire wê nerazîbûnên xurt nîşan bide. Zexta ku dewleta tirk a dagirker li ser rêxistinên Başûr dike, dibe zexta ku rêxistinên Başûr li ser gel dike. Ev ne rewşeke baş e û bi kêrî dewleta tirk a dagirker tê. Divê rêxistinên Başûr dev ji vê helwesta xwe berde, ji bo ku gel nerazîbûna xwe derxe holê divê gel azad berde. Ew bi xwe jî divê mîtîngên ji bo protestokirina dagirkeriyê û meşrûkirina dagirkeriyê ya bi destê PDK’ê bikin. Ev rewş wê îtîbarekê bide hemû rêxistinan, ne bi tenê li başûrê Kurdistanê wê li her çar parçeyên Kurdistanê bibe sedema serbilindiyê. Helwesta ji bo berjewendiyên gel, YNK di serî de wê hemû rêxistin û partiyên ji Başûr xurt bike. Kêfa gelê me ji daxuyaniyên erênî ji Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî re hatiye. Hemû siyasetmedarên ku helwesteke neteweyî nîşan didin, ji kîjan partiyê dibin bila bibin di nav gelê me de îtîbarê wê bi dest bixin. Ji ber ku êdî li Kurdistanê kanûna geşbûn û ya ji bo piştgiriya gel ev ku berjewendiyên neteweyî li ser hemû tiştan bigire û wisa siyasetê bike. Her hêza ku vî tiştî bike, wê hêzeke xurt bi dest bixe, wê di nav dilê kurdan de cih bigire. PKK îfadeya şênbe ya vê rastiyê ye.
Nerazîbûn û protestoyên normal nikara van êrîşan bişkîne
Li hemberî dagirkeriyê divê jin, ronakbîr û hunermendên kurd çi bikin?
Jinên kurd li hemberî dagirkeriya dewleta tirk û şerê ku tê xwestin di navbera hêzên leşkerî yên PDK’ê û gerîla de pêk were, divê li Kurdistanê û li derveyî welat nerazîbûna xwe bi awayekî xurt nîşan bide. Jinên kurd ruhê azadiyê û kirdeya herî sereke ya şoreşa Kurdistanê ye. Têkoşîna azadiyê ya jinan di nav mêrên kurd û civakê de geşedaneke mezin ava kir. Di nav civaka Kurdistanê de cihekî bi qîmet ê jinan heye. Ne bi tenê di nav civaka kurdan de, li dinyayê jî rastî û têkoşîna jinên kurd tê ecibandin. Dema ku jin helwesta xwe bi awayekî rêxistinkirî deyne holê wê qedera Kurdistanê û dîroka Kurdistanê biguhere. Ji ber vê jî divê li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat li dijî faşîzm, dagirkerî û şerê di navbera kurdan de divê bi sed hezaran kes dakevin qadan.
Ronakbîr û hunermendên kurd di salên dawîn de ji bo yekitiya neteweyî hewldaneke mezin nîşan didin. Bi berpirsyarî û bihestyarî nêz dibin. Di dawiya meha hezîranê de heyeteke hunermendan hat Başûr, hin hevdîtin kir û daxuyanî dan. Hewldanên wisa bi qîmet e. Lê divê vê bihestyariyê pêş ve bibin. A niha dagirkeriya dewleta tirk li başûrê Kurdistanê zêdetir bûye. Nexwe cihê ku divê hunermendên kurd xebatên xwe lê zêde bikin jî divê Başûr be. Divê bihust bi bihus li başûrê Kurdistanê bigerin û li hemberî şerê ku PDK dike peyama xwe bidin hemû kesan. Divê bi hemû sazî, dezgeh û rêxistinan re rûnên û helwesta xwe aşkera bikin û hêzên bidin yekitiya neteweyî. Bêguman xwestina yekitiya neteweyî û dijberiya şer jî têr nake. Divê li hemberî polîtikayên li dijî yekitiyê û aloziya di navbera partiyên kurdan de jî helwesta xwe nîşan bidin. Helwesta PDK’ê di nav civaka kurd, hunermend û ronakbîrên wê de fikaran ava dike. Hunermend tê wateya ku ruh, wijdan, bîra dîrokî, çanda civakê. A niha li hemberî van hemû nirxan êrîşeke qirkirinê heye. Li hemberî huner û hunermendan jî êrîş heye. Nerazîbûn û protestoyên heyî têrî şikandina van êrîşan nake, divê mirov bertekeke xurt nîşan bide. Bihîstyariya hunermendan zêde ye lê dema ku mirov li kûrahiya qirkirin û tundiya êrîşan dinihêre, divê bihîstyarî û nerazîbûn di asteke encamgir de be.
Divê kongreya neteweyî bi lezgînî kom bibe
Li ser mijara yekitiya neteweyî fikra we çi ne? Bi rastî jî şertên yekitiyê nîn in?
Meseleya şertan bi wê ve têkildar e ku mirov ji kîjan alî ve, çawa dinêre. Çima şert nebin. Bi ser de derfet û talokeyê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku li Rojhilata Navîn didome, avakirina yekitiya neteweyî divê berpirsyariya dîrokî be. Ji ber vê tam dema yekitiya demokratîk a neteweyî ye. Rêber Apo jî bang kiribû. Ji ber arîşeyên nav PDK û PKK’ê xwestibû ku protokola sala 1982’an nûjen bibe. Di rewşeke wiha de ku dijminê sereke yê kurdan dewleta tirk êrîşeke giştî tîne, dixwaze wan nirxan ku kurdan bi berdêlen giran avakirine ji holê rake, tişta ku bi lezgînî divê were kirin, xebatên yekitiya neteweyî ye. Gelê kurd piranî bi helwesta xwe yekitiya neteweyî datîne holê. Ev helwesta gel jî hewce dike ku kongreya neteweyî bi lezgînî bicive. Heke kongreyeke wiha bibe gelek problemên nav pariyên kurd wê çareser bibin. Kongre helbet beriya her tiştî divê têkilî û diyaloga demokratîk a nav kurdan pêk bîne. Weke encama vê ya sirûştî hemû partiyên siyasî yên kurd, şerê çekdarî yên nav hêzên kurd red bike. Ji bo ku hêzên çekdar ên Kurdistanê bi fermandariya berevaniyê ya hevpar kom bibin bixebite, bi guhdana karakterê herêmî û navnetewî yê pirsa kurd divê organek were avakirin ku li ser navê kurdan dîplomasiyê bike. Bêguman kongre divê ne tenê partiyên siyasî, her wiha raya giştî ya kurd, wan sazî û dezgehên demokratîk ku vîna gel jî datîne, bihewîne.
Ji bo avabûna kongreyê helwesta partiyên kurd girîng e. Ji vî alî ve divê PDK ji têkilî tifaqên siyasî û dîplomatîk ên dijî Tevgera Azadiya Kurd bisekine. Tu rêxistineke kurd divê êrîşên înkar û îmhayê, asîmîlasyona hêzên qirkeriya mêtinger rewa nekin. Nebin parçeyek ji êrîşan. Kêşeyên nav rêxistinên kurd divê bi mekanîzmayên hevpar, bi diyalog û danûstandinê werin çareserkirin. Rêxistinên kurd ji ber nêzîkatiya dewletên herêmê yan jî hêzên navneteweyî xwe ji yekitiya neteweyî û kongreya neteweyî dûr negirin û ji ber bandora van hêzan li bara hev nebin xwedî helwesteke neçê. Divê berjewendiya gel di ser her tiştî re bigirin û wiha polîtîkayê bikin. Yekitiya neteweyî divê ne di îpoteka partiyek du partiyan de be. Heke partiyek ber bi yekitiya neteweyî ve neyê divê hemû partiyên siyasî, sazî û dezgehên demorkatîk werin cem hev û kongraya neteweyî pêk bînin. Zemîna vê ji her demê zêdetir heye. Bi vê çarçoweyê em careke din bang dikin. Gelê me rewşenbîr û hunermendên kurd divê ji bo yekitiya neteweyî zêdetir bixebitin, li dijî hişmendî û helwesta li pêşiya yekitiya neteweyî divê zexta raya giştî were avakirin. BEHDÎNAN