PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Bûyerên girîng ên meha Tîrmehê!

Weke hinek mehên din, di vê mehê de jî gelek bûyerên girîng û dîrokî rûdane. Ji van bûyeran çend mînakên bi wate û balkêş, mirov dikare wisa rêz bike:

  • Di 1-2-3’ê Tîrmeha 1980’î de, Komkujiya Çorumê (57 kes hatin kuştin).
  • Di 2’ê Tîrmeha 1993’an de, Komkujiya Madimaka Sêwasê(35 kes hatin şewitandin).
  • Di 4’ê Tîrmeha 1966 de, Faik Bucak ji aliyê MÎT’a tirkan ve hat şehîdkirin.
  • Di 5’ê Tîrmeha 2019 de, bi bombarana dewleta Tirka, Helmet û Şahîn û Dewran hatin şehîdkirin.
  • Di 13’ê Tîrmeha 1989’an de, Dr.Qasimlo ji aliyê dewlate Îranê ve li Viyanayê hat şehîdkirin.
  • Di 14’ê Tîrmeha 1982’yan de, çalakiya dîrokê ya li Zîndana Amedê; Greva Nexwarinê heta mirinê (Birçîbûna Mirînê).
  • Di 24’ê Tîrmeha 1923’an de, Peymana Lozanê ya ku Kurdistan kirin çar parçe.

Di vê gotara de, em ê ji van bûyeran  hinekan şîrove bikin.

Ji ber ku hem bûyera destpêka avabûna dewleta dewleta tirkan e, hem di asta navdewletî de cihekî girîng digire û hem jî ya herî girîng parçebûna Kurdistanê di navdewletî de fermî tê radigihandin, lewma ev Peymana Lozanê ji bo gelê kurd gelek xerab e.

Ev peymana, di dîroka Kurdistanê de bîrînek pir xedar e û gelê me ji ber êşa vê bîrînê heta niha jî dinale. Ji ber ku hîn nehatiye dermankirin. Bêgûman sûcdarê sereke yê vê peymana bêwijdan, bêexlaq û dijî mirovahiyê; dewleta tirkan e. Hevalbendên wê Britanya, Fransa, Îtalya, Japonya, Yewnenistan, Romanya û Yugoslavya ne.

Belê sed heyf û mixabin di vê mijara malxerab a dijî gelê Kurdistanê de, dîsa weke hemû caran xiyaneta kurdistanî; Îsmetê Ker (Înonî) serî dikişîne. Her wiha weke tê zanîn, sedema bingehîn jî ev bû ku; di wê serdemê de, hişmendiyek neteweyî û rêberiyek hemdemî ya xurt tune bû. Lewma rêxistinek gelerî û diplomasiyek bi bandor jî nebû, da ku karibe pêşiyê li vê leystok û xişaneta Îsmetê Ker bigire.

Lê belê vê carê, ew ruhê berxwedêr ê wan lehengên ku di 14’ê Tîrmeha 1982’an de, li Zindana Amedê afirandin, ew ê karibe tola hemû şehîdên Kurdistanê, ji dewleta tirkan a mêtînger û qirker hilde. Ji ber ku wî ruh û îradeya mezin a  Mazlûman, Ferhatan, Xeyrî û Kemalan, li dijî zaliman da nîşandan, li zindanan tenê ranewestiya, dîwarên wan qelişandin û derbasî nava dil û mejiyê gelê Kurdistanê bû. Ew Rêber bû ku niha li Îmraliyê 22 sal in di zindanê de li ber xwe dide, bi wê rola xwe ya rêberiyê ya herî bi rûmet û pîroz rabû, ew ruhê berxwedêr, ew îradeya ji polan a wan pêşengên Amedê, derbasî heval û gelê xwe û cîhanê kir.

Vê bîrûbaweriya xurt, vê hiş û îradeya polayî ku bi giranî di nava gel de cihê xwe çêkiriye, hemû bûye hêvî û bawerî û curet û cesaret. Ji ber ku ev lehiya gelîrî û pêngavên şoreşgerî yên gerîla digihêjin hev, her wiha ev ba û bahoza neteweyî, ev pêla deryayî, hemû dewletên mêtinger û bi taybetî dewleta tirkan û hemû hevalbendên wê û xiyaneta Kurdistanê pir ditirsîne. Lewma bi harî û hovî êrîşî Başûr û Rojava û hemû Kurdistanê dike. Lê tu siyaset û xiyanet û konsept nema dikare wan ji ber xezeba gelê Kurdistanê rizgar bike.

Belê dûr-nêz, ev felsefe û tevgêra nûjen û hemdemî ya Kurdistanê, ew ê tola Mazlûm, Ferhad, Xeyrî, Kemal û Helmetan, Faîk Bucak û Dr. Qasimloyan û hemû şehîdan, tola Madimak û Çorûman jî bistînin. Her wiha, ew ê ji gunehkarên Peymana Lozanê jî tol were standin û ew îmzeyên wan ên li ser peligên peymanê dane, li rûyên wan ên reş were xistin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar