Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li Geverê tora fihûş û tiryakê di destê polîsên tirk de ye

Li Geverê bi destê hêzên dewlet tirk fihûş û tiryak tê kirin. Li sûka Geverê di kafeyan de herî zêde fihûş tê kirin û li navçeyê bi piranî kokaîn, eroîn û hebên tiryakê tên firotin. Ev yek hemû jî bi destê polîsan tên kirin

Dewleta tirk ji bo têkbirina civaka Kurdistanê, bi hemû rê û rêbazên qirêjî êrîş dike. Li hêlekê di nava hewldana tunekirina fîzîkî ya gelê kurd de ye, li hêlekî dixwaze bi rêbazên kirêt civaka kurd ji exlaq, nirx û sincên wê dûr bixe û li hêla din jî bi kiryarên weke fihûş, tiryak û bişaftinê re civaka kurd di qirkirinê re derbas bike. Yek ji van navçeyên bakurê Kurdistanê ku herî zêde rastî vê polîtîkaya dewleta tirk tê jî Gever e.

Li navçeya Gever a Colemêrgê di navbera 13’ê adar-31’ê cotmeha 2016’an de qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Di ser qedexeya 79 rojan de 5 sal derbas bûn. Di dema van qedexeyan de di ser 5 hezarî xanî û kargeh hatibûn texrîbkirin û bi deh hezaran mirov koçber bûbûn. Dewleta tirk a ku bi tu awayî nekarî serî li xelkê Geverê bide tewandin niha bi rê û rêbazên qirêjî êrîş dike.

Li Geverê bi destê hêzên dewlet tirk fihûş û tiryak tê kirin. Li sûka Geverê di kafeyan de herî zêde fihûş tê kirin û li navçeyê bi piranî kokaîn, eroîn û hebên tiryakê tên firotin. Ev yek hemû ji bi destê polîsan di nava civakê de tê belavkirin.

Bi destê polîsan fihûş û tiryak tê kirin

Berî demekê li navçeyê li kafeya ‘One Way’ ku jinekî ciwan ji aliyê polîsan ve hatibû tecawîzkirin û li ser bûyerê re hatibû girtin.

Jina ciwan a ku bi navê F. ku ketiye nava tora fihûş û tiryakê derbarê kiryarên dihat kirin de agahiyên girîng parvekirin. F. anî ziman ku bi destê polîsan li kafeyan fihûş û tiryak tê kirin û wiha got: “Niha li nava sûka Geverê 6 kafe her şev jinên ciwan ji aliyê polîsan ve têne bikaranîn. Polîsan bi min jî gef xwar û ez xistime nava vê torê. Li van kafeyan herî zêde jî kokaîn, eroîn û hebên tiryakê tên firotin. Dema ku ciwan li ser hişên xwe diçin polîs dîmenê wan qeyt dike û bi vê rêyê gefan li ciwanan dixwe. Her wiha xwediyê van kafeyan jî bi polîsan re di nava têkiliyê de ne.”

Kafeya One Way

F. destnîşan kir ku fihûş û tiryak ji bo Geverê bûye tiştekî pir talûke û hema bibêje li her derê navçeyê dezgehên tiryakê hene û ciwan daxilî nav vê torê dibin. F. bilêv kir ku kesên wî xistine nav vê tora fihûş û tiryakê jî polîsekî eslê xwe ji Osmaniyayê ye. F. anî ziman ku dema ew li kafeya One Way rûniştiye piştî ava lîmonê vexwariye ew li ser hişê xwe çûye û piştre dîmenê xwe yê ne guncaw di telefona polîsan de dîtiye û wiha got: “Polîsan bi van dîmeman gef li min xwarin. Eger ez hevalên xwe yên ciwan ji bo wan bi rêxistin nekim wê dîmenên min li ser medyaya dijîtal parve bikiran.”

Cihên ku lê fihûş û tiryak tên kirin

Her wiha F. cihên ku lê fihûş û tiryak lê tê kirin jî aşkera kir û wiha got:“Kefeya Pardisa Resraurant xwediyê wê Îskender Çitak, kefeya House xwediyê wê Nevzat Çetîn, kefeya Populer xwediyê wê Cevat Açikel, kafe û resturanta Loca xwediyê wê Harûn Tona, kefeya La Casa xwediyê wê Reçep Akbaş û kefeya One Way xwediyê wê Feroh e. Ev cihane bi destê polîsan fihûş û tiryak lê tê kirin û firotin. Her wiha xwediyê van kafeyan jî bi polîsan re di nava têkiliyê de ne.”

Ocaxên osmaniyan tora tiryakê ava kirine

Ciwanek din yê bi navê A. ku ketiye nava tora tiryakê jî anî ziman ku li caddeya Nedîm Zeydan a li taxa Yeşîldere ku ji aliyê ocaxên osmaniyan ve ku ev kes ji Wanê hatine herêmê tora tiryakê avakirin û li pêş çavê polîsan ciwanan dixin. A. diyar kir ku li vê taxê li mobilyaya Parîsê şev û roj tiryak tê kişandin û wiha got: “Her gavê ciwan li vê derê ne li ser hişên xwe ne. Her wiha gelek caran jî jinên ciwan tev li me dibin.” COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar