Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

‘Em ê têkoşîneke wisa bikin ku bibin layîqî gelê kurd’

Gerîlaya HPJ’ê Stêrk Sêrt li dijî êrîşên rejîma Îranê û dagirkerên Kurdistanê bang li ciwanan kir ku tev li rêya azadiyê bibin û wiha got:“Êdî her tişt aşkera û li ber çav e. Mirov li ber çavan tên qetilkirin û li çar parçeyan şer e. Tola Kurdistanê em ê rakin.”

Gerilaya Hêzên Parastina Jin (HPJ) Stêrk Sêrt êrîşên li ser gelê kurd, welatparêziya gel û bi taybet gelê rojhilatê Kurdistanê ji Ajansa ANF’ê re nirxand.

Gerîlaya HPJ’ê Stêrk Sêrt di serî de koçberiya malbata xwe û kîna li dijî dijmin a di hundirê wê de anî ziman û wiha got: “Ji ber zilm û zora dijmin em ji welat derketin û em koçberî Antalyayê bûn. Em di nav bajarên Tirkiyeyê de mezin bûn û rû bi rû rastî nêzîkatiyên dijmin ên terorî, biçûk dîtina kurdan hatin. Di temenekî biçûk de, di hundirê me de kînek li hemberî dijmin çêbû. Ji ber ku rastiya dijmin min dît û nas kir, ji bo wê jî mayîna di nava wê sîstemê de ji bo min pir zehmet bû. Di heman demê de welatparêziya malbatê hişt ku ez hîn zêdetir nêzî rêxistinê bibin û ji bo beşdarbûna vê rêya pîroz hilbijêrim.”

Welatparêzî û girêdanbûyîna gel a bi axê re

Sêrt têkildarî dîtina erdnîgariya rojhilatê Kurdistanê û hezkirina xwe, ev tişt anî ziman: “Di sala 2016’an de ez derbasî qada rojhilatê Kurdistanê bûm. Piştî demekê ez derbasî Merîwanê bûm lê belê ji ber ku ez li metrepolan mezin bûme ji çanda kurdewarî û gundewarî dûr mabûn. Çûyîna min a Rojhilat, hem naskirina me ya herêmê çêbû û hem jî ya çandê pêş ket. Pir hevalan digotin ger ku mirov carekê biçe Rojhilat êdî mirov nikare jê qut bibe, dema ku ez çûm û min jiya, rastî jî wisa bû. Ji ber welatparêziya gel, girêdayîna bi axê re, pir bi hêz bû. Ev jî girêdanbûna me hîn zêdetir kir.”

‘Me tola hevrêyên xwe hilgir’

Di axaftina xwe de Sêrt bal kişand ser hevrêyên ku li gel wê şehîd bûne û wiha qala tolhildana şehîdan kir: “Piştî çûyîna min a pratîkê bi demekê hevrêyê ku em di yekîniyê de bi hev re bûn hinek şehîd bûn, berê wê jî bi demekê hevrê Cîhan jî şehîd ketibû. Herdu şehadet ji bo me giran bû û diviyabû tola wan bê hilanîn.Piştre hevrê Rizgar şehîd bû. Her şehîdek ji bo me dibe sedemê ku hê zêdtir xwe kûr bike û tola wan hilîne, kîna li ber dijmin zêdetir bibe. Me amadekariyê çalakiyê kir û çalakî serketî pêk hat. Me tola hevrêyên xwe girt.”

Tevlibûna çalakiya yekem

Stêrk Sêrt qala tevlibûna çalakiya xwe ya yekem jî kir û wiha domand: “Cara yekemîn bû ku ez tev li çalakiyê dibûm. Xwesteka min jî ew bû ez di koma êrîşê de bim. Di wê çalakiyê de şehîd Sorxîn û şehîd Karker cihê xwe digirtin. Şehîd Sorxîn dipirsî tu çi hîs dikî? Kelecana te çawa ye? Rastî min hîs nedikir ka ez çi hîs dikim, ji ber çalakiya min a yekemîn bû. Ji ber ku hemû fikrandinên min ew bûn gelo ez ê çawa nêz bibim, gelo ez ê karibim hevrêyên xwe biparêzim di wan kêliyan de her çavên mirovan li ser hevrêyên ku em bi hev re çûne çalakiyê, ji bo tiştek li yek hevrêyî jî neyê.

Ez û şehîd Karker bihevre bûn û piştî ku me çalakiya xwe kir, me berê xwe da hundirê qereqolan ji bo em hejmara kuştiyên dijmin zelal bikin û li rewşê binêrin. Lê beriya ku em biçin çalakiyê min pêlava xwe pir hişk girêda bû ji bo ku ji lingên min nekevin di nava çalakiyê de. Lê di nava qereqolê de dema ku şehîd Karker derbas bû, pêlava min ji lingên min derket, min jî pêlava xwe girt lê min li xwe nekir ez wisa dubare ketim erdê. Di wê kêliyê de ku min serê xwe rakir ku ji kozika dijmin derkevim şehîd Karker ketibû di nava qereqolê de lêgerîn dikir. Di wê kêliyê de min leşkerek dît ku sax mabû û xwe tewandibû û ber bi şehîd Karker de diçû. Min jî ew dît û min lêda beriya ku bigihêje hevrê Karker. Hin caran mirov behsa tesadufan dike. Carnan ez jî ji xwe dipirsim û dibêjim, geki ev jî tesaduf bû ku pêlavê min vebû û ez dereng mam ji bo ku jiyana xwe û ya hevrêyê xwe jî xilas bikim. Lê ya gîring ji bo me ew bû ku tola hevalên şehîd rakin.”

Pêşwazî û morala gel

Gerîla Sêrt destnîşan kir ku ew çalakî bandorekî mezin li herêmê kiribû û wiha pêde çû: “Gel pir bihêz û moral çalakî pêşwazî kirin. Li Îranê sîstema cerdevaniyê pir li pêş e. Lê piştî wê çalakiyê gelek cerdevan li Merîwanê çek danîn.”

Sêrt qala pêşwazîkirina gel a gerîlayên ji parçeyên din ên Kurdistanê, girêdanbûn û welatparêziyê kir û ev nirxandin kir: “Gel hêz û moralek zêde dida gerîlayên ji parçeyên din ên Kurdistanê tên. Gel pir girêdayî gerîla û parvekar bû. Gel hêviya xwe gerîla dibîne. Em jî gerîlayên HPJ’ê ji bo layîqî wan bin heta dawî têbikoşin.”

Bang li ciwanan kir

Herî dawî gerîlaya HPJ’ê Stêrk Sêrt êrîşên rejîma Îranê û dewletên dagirker ên li ser Kurdistanê nirxand û bangewazî li ciwanan kir ku rêya azadiyê hilbijêrin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Êdî her tişt aşkera bûye, êrîşên dagirkeran pir ber çav in. Êdî ji bo hindek tiştan pêwistî bi propaganda û acitasyonê nake. Ji ber ku li ber çavan mirov têne qetilkirin li her çar parçeyên Kurdistanê wisa ye. Ji bo wê jî pêwîst e hemû ciwanên me li çar parçeyên Kurdistanê beşdarî nava gerîlayên azadiyê bibin û tola Kurdistanê ji dagirkeran bigirin.” ŞAHO 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar