Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

‘Berxwedana girtiyan çavkaniya me ya hêzê ye’

Gerîlaya YJA Starê Mizgîn Amed li ser berxwedana 14'ê Tîrmehê axivî, bal kişand ser greva birçîbûnê ya girtiyan û anî ziman ku kevneşopiya berxwedanê dewam dike, ev yek jî ji bo wan çavkaniya hêzê ye

Gerîlaya YJA Starê Mizgîn Amed têkildarî salvegera berxwedana 14’ê Tîrmehê û çalakiyên greva birçîbûnê yên li zindanan axivî.

Amed anî ziman ku berxwedana li Kurdistanê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û bal kişand ser kevneşopiya berxwedanê: “Berxwedana hevrêyên me ji bo me dibe hêz û moraleke mezin. Mîna xelekê em bi hev ve girêdayî ne, lewma em bandorê li hev dikin.

Ji ber vê yekê em hev hîs dikin. Hezkirina me ya ji hev, me li ser pêyan digire. Sekn û berxwedana hevrêyên me yên li zindanan a li dijî kiryarên nemirovane û bêexlaq ên dewleta tirk, sekneke li dijî faşîzmê ye. Ji salên 1980’î û vir ve li girtîgehan berxwedaneke dîrokî heye. Ev berxwedan bi çanda lehengiyê ya 14’ê Tîrmehê timî li ser pêyan maye û bi hebûn û jiyana Rêber Apo bi wate bûye.”

‘Dem dema azadiyê ye’

Gerîla Mizgîn Amed bal kişand ser berxwedana greva birçîbûnê ya li girtîgehan û ev tişt anî ziman : “Berxwedana hevalên me yên girtî ji bo me hêzeke mezin e. Dibe ku ji aliyê fîzîkî ve em ne li gel hev bin lê belê em hev hîs dikin û ruhê me bi hev re ne. Ji bo azadiya Rêber Apo berxwedana girtiyan û têkoşîna hebûnê ya gelê kurd dewam dikin. Êdî kes nikare îradeya gelê kurd bişikîne, nikare teslîm bigire. Dem dema azadiyê ye.

Gelê me yê welatparêz bi çalakiyan li ser pêyan e û piştgiriyê dide vê berxwedanê. Bi navê gerîlayên li çiyayên Kurdistanê şer dikin, em berxwedana gelê me û girtiyên azadiyê pîroz dikin, silav dikin.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar