Piştî darbeya leşkerî ya 1’ê îlona 1980’yan, li Zindana Amedê tenê du rê li ber girtiyên siyas hebû, an teslîmiyet an jî berxwedan.
4 şoreşger, Mehmet Xeyrî Durmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek, roja 14’ê Tîrmeha 1982’yan li Zindana Amedê rêya berxwedanê hilbijartin û dest bi rojiya mirinê kirin.
Ev berxwedan di dîroka Kurdistanê de bû mîladek ku bandora xwe li ser temamiya têkoşîna azadiyê kir.
Piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona sala 1980’yî, li Kurdistanê zilma dewleta tirk, li her qada jiyanê xwe da der. Bi taybet deverên ku Tevgera Azadiya Kurdistanê lê pêş diket, dewletê bi hemû hêza xwe êrîş dikir. Yek ji van navendan jî zindan bûn.
Rêveberiya cûntaya 12’ê Îlonê, ji bo têkbirina îradeya pêşeng û girtiyên PKK’yî, ketibû nava hewldanan û ji bo bigihêje armanca xwe, Girtîgeha Amedê jî, wekî navendek hilbijartibû.
Li Zindana Amedê hemû rê û rêbazên îşkenceyê hatin bikaranîn. Yekane hewldan ew bû ku kesên girtî, ji kurd û PKK’yîbûna xwe poşman bibin. Dewleta tirk ji bo vê armanca xwe jî rêveber û kesên taybet şandibûn Zindana Amedê.
Cûntayê dixwest bi hemû awayên îşkenceyê, hesret û hêviya azadiyê ya di navbera salên 1970 û 1980’an de bilind bûbû, di kesayetiya girtiyan de têk bibe. Bi vê têk birinê ve jî mesajekê bide tevgerên çep û şoreşger.
Lê belê pêşengên PKK’ê, bi berxwedanê ev daxwaz, di qiriqa rêveberiya cûntayê de hişt û bi destpêkirina ‘Rojiya Mirinê’ jî di dîroka berxwedana Kurdistanê de, rûpeleke nû vekirin.
Girtîyên PKK’yî yên li girtîgeha Amedê, li hemberî êrîşên rejîma 12’ê Îlonê û polîtîkayên îmha û înkarê, biryara pêvajoyeke nû dan.
Endamê Komîteya Navendî yê PKK’ê Mehmet Hayrî Dûrmûş, di 14’yê Tîrmeha 1982’yan de, di rûniştina li Dadgeha Ewlekariya Dewletê Tirk a li Amedê de, bal kişand ser îşkence û pêkanînên dij-mirovahî yên li girtîgeha Amedê û ragihand ku wan biryara greva rojiya mirinê girti ne. Ev biryar di dîrokê de wek berxwedana 14’ê Tîrmehê hat naskirin.
Piştî Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek, Mûstafa Karasû, Fûat Çavgûn, Alî Kiliç, Bedrettîn Kavak û Hamît Kankiliç jî tev li rojiya mirinê bûn. Rojiya mirinê di pêşengiya van şoreşgeran de hat meşandin.
Di encama çalakiyê de, Kemal Pîr di 7’ê Îlonê, Mehmet Hayrî Dûrmûş 13’yê Îlonê, Akîf Yilmaz 15’ê Îlonê û Alî Çîçek jî 17’ê Îlonê de gihaştin şehadetê.
Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi vê çalakiyên xwe, di dîroka berxwedana Kurdistanê de, rûpeleke nû vekirin.
Bi berxwedana 14’ê Tîrmehê re plan û hesabên avakerê cûnteya 12’ê Îlonê Kenan Evren û alîgirê têk birin. Ev pêngava ku li girtîgeha Amedê hat avêtin ji bo Tevgera Azadiya Kurdistanê bû bingehekî xurt û saxlam.
Ji pêşengên berxwedana 14’ê Tîrmehê Mehmet Hayîr Dûrmûş, xwestibû li ser gora wî; “Deyndarê gelê xwe ye” bê nivîsandin. Ev xwesteka şoreşgerê mezin asta têkoşîn û biryardariya Hayrî Dûrmûş a bi îradeyek xurt ve hatiye hûnandin, vedibêje. Gelê kurd jî ev gotinên wî wekî peyama bilindkirina têkoşînê qebûl kir û wisa tevgeriyan.
Tevgera Azadiya Kurd ev çalakî, wekî peyama vegera welêt û pêşxistina rêxistinî fêm kir. Li gor biryardarî û sekna di vê biryarê de derketiye holê Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an hat rêxistinkrin û pêk anîn.
Di encama wê berxwedan û pêngavê de, Tevgera Azadiya Kurd bû tevgera milyonan û kurd gihandine erefeya rojên azad.