Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Şoreşa 19’ê Tîrmehê ne tenê li dijî zilmê bû, ew şoreşa yekitiya hundirîn e

Hevserokê Destaya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berakat têkildarî 10’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê axivî û diyar kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê ne tenê şoreşa li dijî zilm û serdestiyê bû, ew şoreşa yekitiya hundirîn e, hevqayîmkirina hişmendiya kurdên azad e, jiyana azad e, welateke demokratîk e

Nêrgiz Ismayîl |

Agirê Şoreşa Rojava ku di 19’ê Tîrmeha 2011’an de piştî şerê navxweyî ya Sûriyeyê di serî de li Rojhilata Navîn li hemû cîhanê belav bû, di nava 10 salan de li her qadê de tevî hemû êrîşên hêzên dagirker, ji cîhanê re bû mînak. Bi taybetî bi modela xwe ya rêvebirinê ji gelên bindest re bû hêvî.

Bingeha şoreşa ku li ser fikr û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah hat avakirin, di 10 salan de rêxistina herî hov DAIŞ’ê ku ji aliyê hêzên emperyalist ve hatibûn avakirin, têk bir û li herêmê dijî pergala kapîtalîzmê bû pergaleke demokratîk û hêviya gelan.

Têkildarî 10’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê Hevserokê Destaya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berakat axivî.

Bê gavên dîrokî welat azad nabin

Berakat diyar kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê li dijî zilm, zor û çewisandinên li ser civakê bûye destpêka sekneke şoreşgerî û wiha got: “19’ê Tîrmehê helwesteke dîrokî bû, li hemebrî derve serhildanek bû, di heman demê de di hundir de biryara destpêkirina şoreşa azadiya kurdan bû. 19’ê Tîrmehê şoreşa banga aştî û yekitiya di nav refên kurdan de bû. Heta niha jî ku derbasî sala xwe ya 10’emîn dibe, em gelekî girîng dibînin ku gavên şênber hatine avêtin.”

19’ê Tîrmehê çirûska azadiyê bû

Kenan Berakat destnîşan kir ku tu şoreşên cîhanê hema di çend rojan de azadiya xwe bidest nexistine û ev tişt anî ziman: “Welat û yekitiya gelan di nava çend rojan de pêk nayê. Lê belê gelekî girîng e ku ew milet jî gavên dîrokî biavêje û her demê berxwedêr be. Em jî wekî rojavayê Kurdistanê ne ji pêvajoya şoreşa 2011’an ve em di nava şoreşê de ne, pêwîst e em ji bîr nekin ku ji beriya wê jî gelek kiryarên ne di cih de li hemberî çand û zimanê me pêk hatin. Ne tenê em gelek pêkhateyên ku di nav Sûriyeyê de dijîn rastî van kiryaran hatin.

Lewra Şoreşa 19’ê Tîrmehê wekî çirûskek azadiyê ye, ji bo ku kurd di nava xwe de bikaribin dijminê xwe nas bikin, her wiha xwedî helwestên dîrokî bin ku erka berpirsiyariyê deynin ser mile xwe û mîna hemû gelên cîhanê bikaribin bi serfirazî bijîn. Dema ez vê destnîşan dikim gerek qet neyê jibîrkirin; ger milet ne yek bin nikarin li hemberî tu dijmin û neyarên ku ser wan zextê dikin, bisekinin.”

Avakirina hevgirtineke civakî

Di axaftina xwe de Hevserokê Destaya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berakat da zanîn ku pirsgirêka şoreşan ne tenê di warê çekê de bikaribin li hemberî neyarên xwe rawestin û ew nirxandin kir: “Pirsgirêka bingehîn ew e ku bikaribe hevgirtineke xurt a civakî ava bike. Wexta di hundir de hêz xurt be ji derve jî hêza mezin tê nîşandan. Xala ku niha jî li ber çavan diyar dibe, wekî dewleta tirk di wê hewldanê de ye ku kurdan û şoreşa kurdan di hundir de têk bibe, divabe kurd hişyar bin. Ger dewleta tirk heta vê kêlîyê êrîşî her deverê welatê me dike, her çar perçeyên Kurdistanê û dijminatiya kurdan dike, divê em kurd jî têbigihêjin ku dê tu caran dewleta tirkan nabe dostê hin kurdan û dijminê hin kurdan. Di feraseta dewleta tirk de tenê tunekirina kurdan heye. Girîng e ev yek bê zanîn.”

Yekitiya kurdî li ser her tiştî ye

Berakat di axaftina xwe de bal kişand kiryarên PDK’ê ku li ser nûnerên Rêveberiya Xweser dide meşandin û wiha domand: “Kiriyarên ku niha di vê demê de PDK’ê li hemberî nûnerên Rêveberiya Xweser dide meşandin cihê şermê ye. Di ragihandina xwe de êrîşên tund dikin ku şoreşa me vala derxînin. Sedemên van helwestan çi ne? Ger dijminên me van helwestan bikin em ê wateyê bidin lê belê kurd li hemberî kurdan şermezariyeke gelekî mezin e. Gelekî girîng e em vê yekê nas bikin. Tê xwest kurd tev li banga yekitî û hevgirtinê bibin, piştgiriya hev bikin. Ger di hundir de hêz bişike wê demê wateya şoreşê namîne.”

‘Em dixwazin pergala xwe ya demokratîk biparêzin’

Her wiha Kenan Berakat axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir: “Em heta vê kêliyê di nava êrîşan de ne. Em dixwazin sîstema xwe ya demokratîk biparêzin. Em dixwazin biratiya gelan pêş bixin, zimanê zikmakî azad û serbest be, çanda me bibe xwedî hebûn. Ev hemû jî mafên me ne. Bi salan e em di nava têkoşîneke mezin de ne. Lewra Şoreşa 19’ê Tîrmehê ne tenê şoreşa li dijî zilm û serdestiyê bû, ew şoreşa yekitiya hundirîn e, hevqayîmkirina hişmendiya kurdên azad e, jiyana azad e, welateke demokratîk e. Em 19’ê Tîrmehê bi vî ruhî pêşwazî dikin û di wê baweriyê de ne, di serî de em gerek her kes di zanebûna vê şoreşê de be ku qet nesekine û li ber xwe bide. Buhayê welatan jî ev e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar