Nêrgiz Ismayîl |
Dikeya şano nabe vala bimîne. Çawa ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê deriyên hêja û binirx ji hemû qadan re vekir, di qada hunerê de jî gelek derfetan ava kir. Beriya Şoreşa 19’ê Tîrmehê jî ked û têkoşîn hebû lê gelekî bi zehmetî bû, dema şoreşê ji her aliyan ve dest pê kir şanorgeran jî qada xwe ya şanogeriyê veguherandin gelek xuliqakariyan.
Berhema nû ya şanoya bi navê ‘Hin Dikin û Hin Dixwin’ hat belavkirin. Lîstikvan û derhênerê wê Bavê Teyar têkildarî şanoyê axivî.
Huner bi kedê pêş dikeve
Bavê Teyar di destpêka axaftina xwe de behsa kîjan salî û li ku dest bi şanoyê kiriye kir û wiha got: “Ji sala 1989’an de min dest bi vê xebatê kir. Bi taybet li Terablus û Lîbyayê bi karê govend û şanoyê min dest pê kir. Du salan li wê derê mam û weke rêveberê vê xebatê mam. Di dawiya sala 1991’ê de êdî li rojavayê Kurdistanê bi awayeke fermî min dest pê kir.
Di wan salan de dema em diçûn pembo, nîşka û nav kar û xebatên destan ji bo ku em alîkariya şoreşê bikin, li wê derê me gelek şano û govendên xwe peşkeş dikirin. Ev yek bi rastî gelekî bandora xwe li gel dikir û di heman demê de li min jî dikir ku ez hest pê bikim ku em ji gelê xwe re xizmeteke hunerî pêşkêş bikin. Tu kar bi hêsanî nayê pêşxistin. Taybetî jî karê hunerê. Eger hunereke bê ked û fedekarî hebe wê demê ew huner seqetî tê de heye. Dikarim bibêjim û bi rastî jî di wan salên gelekî zehmet de ku ziman qedexe ye, çand qedexe ye, hetanî cilûbergên kurdî qedexe ye, me dest bi vê hunerê kir. Her çendî zehmetî hebû jî lê belê ji ber gelê me pê mezin dibû û serfiraz dibû em gelekî bi bîr û bawerî dibûn û me dixwest hîn bi berhem bin û xizmetekê mezin ji gelê xwe re bikin.”
‘Ji şanoyê min berê xwe da çêkirina fîlman’
Di axaftina xwe de Bavê Teyar diyar kir ku fîlma wî ye yekemîn bi navê Bavê Du Jinan bû û ev tişt anî ziman: “Proje wiha bû ku em weke rêzexelekan çêbikin. Lê belê piştî me xeleka yekemîn xelas kir wê demê Rêber Apo dîl hat girtin. Hevala min a ku di fîlmê de dilîst bi navê Eyşo tev li nav refên gerîla bû û şehîd bû. Ez bi minetdarî wê bi bîr tînim. Navê wê Gulistan bû. Bi rastî ji bo bîranîna wê em her demê hewl da ku hîn baştir di qada hunerê de bi taybetî di şanoyê de bibin şayanî keda wê û kesayeta wê. Li gorî nêrîna min em nikarin hunerê di cihekê de bixeniqînin û bikaribin xuliqkar bin. Ev mijar gelekî girîng e. Tê xwest em bi hemû baskên hunerê bikaribin hunerê ava bikin û biafirînin.”
Şanoya ‘Hin Dikin û Hin Dixwin’ rastiyeke şênber e
Şanoger Bavê Teyar diyar kir ku şanoya ‘Hin Dikin û Hin Dixwin’ rastiyeke şênber e û bal kişand ser navê şanoyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Her wextê min xwestiye ku ji jêrê dest bi karê hunerê bikim. Di warê zarava de û di heman demê de di warê mijara naverokê de. Niha em li ber çavan dibînin ku hin kes hene li ser keda şoreşê dilîzin û vala vala dixwin. Lê hin jî hene heta dawiyê di nava hewldanên mezin de ne ku xizmetekê ji gelê xwe re bikin. Ev şano me kir dîmen û belav kir. Çi şano çi fîlm be dema ji dilê bûyerekê derkeve wê demê bandora hîn mezintir e. Di vê demê de şanoyeke bi vî navî min gelekî girîng dît ku bibe mîna neynikekê û rastiya wan kesên ku li ser keda şoreşê dijîn aşkera bikim. Ev berhemeke delal e, bi hêvî me ku her kes lê temaşe bike. Her wiha em bi navê grûba xwe Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji niha ve li her kesî pîroz dikin, bi hêvî ne ku qada hunerê bibe qada ku cewhera gelê me û xweşikbûnên gelê me bide pêş.”