Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Li Metînayê 5 dagirker û 2 kozik hatin îmhakirin

Hêzên gerîla ji bo bîranîna Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê li Metînayê çalakî li dar xist. Di encamê de 5 dagirker hatin kuştin, 2 kozik, çekek A4, bombeavêjek û kamerayeke mobesse hatin îmhakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya HDP’ê wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;

15’ê tîrmehê saet di 06:40’î de li dijî dagirkerên li ser Girê Koordîneyê çalakiyeke ji du baskan ve hat lidarxistin. Baskê destpêkê yê çalakiyê ji cihekî nêz ve li kozikekê xist ku 3 dagirker û çeka bombeavêj tê de bû. Kozik û çeka bombeavêj hatin îmhakirin, 3 dagirker hatin cezakirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî li kozikekê xist ku 2 dagirker û çekek A4 tê de bûn. Kozik tevî çeka A4 hat îmhakirin û 2 dagirker hatin cezakirin. Di heman demê de sîstema kamera ya mobesse ya li ser gir ji aliyê hêzên me ve hat îmhakirin.

Gerîlayên me bi rêbaza gerîla ya serdema nû ji bo bîranîna ‘Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê’ ev çalakî li dar xist. Di encamê de bi giştî 5 dagirker hatin cezakirin, 2 kozik û çekek A4, bombeavêjek û sîstema kamera ya mobesse hatin îmhakirin.

Li herêma Avaşînê;

14’ê tîrmehê saet di navbera 19:00-21:00 de artêşa tirk a dagirker li qada Werxelê ya Avaşînê bi gazên bi jehr êrîş bir ser tûnelên şer.

15’ê tîrmehê saet di 03:30’î de li herêma Avaşînê dagirkeran xwestin bi teqemeniyan êrîşî tunelên şer bikin. Hêzên me dest li dagirkeran werdan. Ev teqemenî ji aliyê hêzên me ve hat bêbandorkirin.

14’ê tîrmehê saet di navbera 21:00-00:10’î de li herêma Avaşînê helîkopter li ser qadên Mervanos, Tabûra Ereban, Mamreşo, Girê Sor û Girê Spî geriyan. Saet di navbera 21:15-23:30’î de qadên Werxelê û Girê Sor bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.” BEHDÎNAN 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar